Rojnameya Ronahî

Şingal riya yekane ya çareseriya aloziyên Iraqê ye

Dilyar Cizîrî

Di van rojan de ku li Şingalê salvegera komkujiya 3’yê Tebaxê ye, em dinêrin li Iraqê aloziyeke siyasî ya mezin pêş dikeve. Gelê Iraqê xwepêşandanan li dar dixie û li dijî saziyên dewletê li ser piyan e.

Ev geşedanên li Iraqê ne tiştekî nû û tesaduf in, xwe dispêrin kausa li seranserê herêmê ku di encamê de “Bihara Gelan” dest pê kir. Valayiya siyasî ya li Iraqê piştî sala 2003’yan dema roxandina rêjima Be’s kûrtir bû, heta niha jî hêzên Iraqê nikarin riyên çareseriyê peyda bikin.

Mînaka wê di mehên dawî yên sala 2021’ê de hilbijartin hatin lidarxistin û hewldana avakirina hikûmetê hat kirin. Lê aliyên siyasî nikarin hikûmetê ava bikin. Ji bo mijara serokatiyê jî heta niha li hev nekirine. Ev alozî her ku diçe kûrtir dibe û ber bi xetimînê ve diçe. Tirs heye ku ev rewş ber bi şerê navxweyî ve jî biçe. Jixwe rewşa li Iraqê li başûrê Kurdistanê jî derbasdar e.

Eger em ji parçebûna Hewlêr û Silêmaniyê bigirin, heta koçberiya bi hezaran ciwanên Başûr di van salên dawî de, herwiha êriş û dagîrkeriya dewleta Tirkan ya li dijî Başûr. Ev xelên me rêz kirîn, bûne sedema gendeliya siyasî û xetimîna siyasî li herêmê. Ev jî cesaretê dide dewletên herêmî yên weke Tirkiye û Îranê destwerdanê li karûbarê Iraqê yên navxweyî zêde bikin. Her kes jî dibîne ka çawa serweriya Iraqê tê binpêkirin.

Her du welatên cîhanê li Iraq bi riya wekîlên xwe dest avêtine vî welatî. Yê ji vê destwerdanê zirarê dibîne jî gelê Iraqê ye. Em dibînin aboriya gel her ku diçe xirabtir dibe û bêewlebûn li seranserê welat serdest dibe.

Di vê rewşa me behs kirî de pêwîst e em careke din vegerin komkujiya 3’yê Tebaxa sala 2014’an ya Şingalê. Di vê komkujiyê de bi hezaran kes hatin kuştin û revandin. Ev jî yek ji berhemên rewşa giştî û gendeliya heyî ye. Ew encama destwerdana dewleta Tirkan û hevkariya aliyan bi wan re bû.

Tişta balkêş xelkên Şingalê piştî komkujiyê û di çarçoveya xweparastinê de êş û zehmetî avêtin milekî, herêmên xwe rizgar kirin û sîstema xwe ya xweser ava kirin. Di her qada jiyanê de xwe bi rêxistin kirin. Aliyên siyasî yên hundir û derve ku naxwazin aloziya Iraqê û başûrê Kurdistanê çareser bibe, bi tevayiya hêza xwe ketin dewarê û li dijî rêveberiya Şingalê plan û êriş dan destpêkirin. Peymana 9’ê Cotmehê jî mînaka wê ya berdewam e.

Lewra ew alî baş dizanin sîstema li Şingalê riya yekane ya çareseriya tevayiya aloziya Iraqê ye. Ancex bi mînaka Rêveberiya Xweser ya Şingalê dikarin aloziyê çareser bikin. Wiha jî  wê gelê Iraqê bikare rê li gendeliyê bigire û pirsgirêkên xwe yên heyî çareser bikin.

Ji bo wê jî pêwîst e xwepêşanderên Iraqê yên li dijî gendelî, destwerdan û komkujiyên dewleta Tirkan dadikevin qadan û baş bizanin riya yekane ya çareseriya aloziyên Iraqê û başûrê Kurdistanê mînaka Şingalê ye.