Rojnameya Ronahî

Li Qamişlo pirsgirêka jeneratoran

Navenda nûçeyan

Walatiyên bajarê Qamişlo ji ber pisgirikên jeneratorên ji aliyê kesan ve hatîn danîn bêzar bûne. Welatî banga çareseriyê li saziyên têkildar dikin.

Rewşa kehrebeyê li Sûriyê piştî sala 2011`an  

Li Sûriyê berî 2011`an 14 stasyonên keherebê hebûn. 11 stasyon li ser gaz û sotemeniyê kar dikirin, 3 jî li ser bendavan.  Di encama şer de stasyona Heleb, Idlib û Dêrazorê bi temamî hilweşiyan. Herwisa Stasyona Mehereda, Zare û Tişrîn zirar dîtin.

Herwisa yek ji çavkaniyên sereke yên berhemanîna Keherebeyê li Sûriyê, bendav bûn. Li Sûriyê sê bendav hene, Bees, Tişrîn û Tebqa. Her sê li ser çemê Firat hatine çêkirin, ji ber têkçûna hin Amûrên bendavê di şer de, herwisa qutkirina avê ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker ve, berhemanîna bendavan pir lewaz bû.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Kehrebê ya hikûmeta Şamê ya sala 2021`ê,  ji bo jinûve avakirina sîstema kehrebê pêwîstî bi 2.4 milyar dolarî heye.

Li gorî amarên hikûmeta Şamê berhama welat ya Kehrebê ya sala 2011`an 41.772 Gêga wat/Saetê bû, di dawiya sala 2021`an bû 24.959 Gêga wat/saetê.

Rewşa Xerab ya Kehrebê ji sala 2011’an ve li Sûriyê bi giştî bi awayekî dijwar bandor li jiyana welatiyan kiriye.  Piştî Şoreşa Rojava sîstema Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê çiqasî hevildanên sererastkirinên vê wêrankariyê kiribin jî, di asta pivîstiyên gel pêşevazîkirinê de kêm ma. Ji bo ku piskirika kerebê ya gelê bakur û rojhilatê Sûrî heta astekê bê çareserkirin, hevildanên şaredarî û kominan çêbûn. Di taxade de jenaretor bi cihkirin jî çareseriyek ji van bû. Lê ji ber ku jenaretorên taxa piraniya xwe girêdayî kesayeta ne û ji aliyê saziyên peywandar nayê şopandin, heya asta pêvîst ne bû bersiva pêvîstiyên gel. Ev yek pir caran bû sedemê acizbûna gel.

Li Qamişli jenator

Li Qamişlo jî sîstema Jenatorên hevpar yên taxa hat danîn. Niha li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Xweser 490 jenatorên hevpar li Kantona Qamişlo hene. Li gorî komîteya sotemeniya kantona Qamişlo 3 milyon 169 hezar û 750 lîtreya mazot li ser jenaretorên kantonê tê belavkirin û bahayê litreya mazotê jî 85 lîrayê sûriyê ye.

Ji bo rêxistinkirina karê Jenatoran Desteya Rêveberiya şaredariyên herêma Cizîrê 9`ê Tîrmeha 2020`an birayar da ku amûrên kontrolkirina li ser jenatoran bê dayîn. Li gorî vê biryarê, wê keherbaya jenatoran bi kîlowat bê firotin û kîlowata wê di saetê de, 10 lîreyên Sûrî bin. Lê ev birayare heya niha nehatiye pêkanîn. Niha jî ji bo 8 saetên keherbaya janatorê, buhayê Ambêr yê mehane 5 hezar lîreyê Sûrî ye.

Jenatorên hevpar ji çareseriyê zêdetir piskirikê kurtir dike

Ji ber qutbûna kerebeya giştî ku rojêherî zêde 2 saetan tê, jenator wek çareserî hatibûn rêxitinkirin. Lê pirsgirêkên wan yên teknêkî, ji dervî zirara wan ya li jîngehê, li gorî welatiyan, jenetor bi vî sistemê xwe ji pêvîstiyên wan re ne bû bersiv.

Li gor agahiyên me ji welatiyan hatîn girtin, xwediyê jenatoran ne li gor sîstmekê diyar û pêvîstiyên taxa tevdigerin. Li gorberjevendiyênxweyên şexsî û keyfî kar dikin. Dema ku jenaretorên hin texa xirab dibin, hin car bi mehane ew jenarotor nayên çakirin û nakevin xizmeta gel. Ev jî dibe sedemê acizbûnekê mezin ya walatiyan.

Herwiha li gorî agahiyên me ji xwediyên jenarotoran girtin jî, zehmetiyên ku ew jî dijîn;  ne peydakirina parçeyên jenerotor û kêmbûna mazot e.

Saziya Têkildar Çi dibêje?

Li ser pirsgirêka jenerotoran Endemê mekteba Jenatoran ya şaredariya Qamişlo Xalid Cuma ji me re diyar kir ku sedemên xirabûna jenarotoran ya herî bingehî germa zêde û kalîteya mazotê û rûn e. Herwiha da zanîn ku parçeyên janetoran biha ne û kêm tên peydakirin.

Xalid Cuma ji derveyê van zehmetiyên ku xwediyê jenarotor dijî da xuyakirin ku hinek ji wan rast nêzî karê xwe nabin û tinê ji bo zêdetir pereyan bi dest bixin astengiyan ji gel re derdixînin û pêvîstiyên kerebeya taxê pêk nayinin. Herwiha Xalid Cuma diyar kir ku divê kominên taxa xwe berpirsyarên vê piskirika kerebê bibînin û ji bo çareserkirinê divê tev bigerin.