Rojnameya Ronahî

Bîlançoya 3 salan ya êrişên SÎHA, amûrên komkujiyê û Operasyona Sondê

Êrişên dagîrkeriya Tirkan yên bi SÎHA (balafirên bêmirov yên biçek) ji Kobanê dest pê kirin û heta niha dewam dikin, lê cîhan li hemberî vê rewşê bêdeng e. Dewlet jî bi firotina amûrên komkujiyê hevkarên sûc in. Ev amûrên komkujiyê kengê hatin çêkirin û bikaranîn, kî perçeyên wan difiroşe dewleta Tirkan?

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Yek ji cûreyên şer ê herî tirsonek ew e ku bêyî şerê sing bi sing çeka sûîqastê ango amûra komkujiyê “SÎHA” ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve li ser hev û bê hesabxwestin li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were bikaranîn. Yekemîn car dagirkeran bi hedefgirtina 3 jinên pêşeng li bajarê Kobanê ev amûrê komkujiyê bêyî şerê sing bi sing kir meriyetê.

Pêşeng û paradîgma bûn amanc

Di 23 Hezîrana 2020`an de bi hedefgirtina endamên Kordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û dayîka Emîne Weysî bi balafirên bêmirov ên biçek “SÎHA” re li bajarê Kobanê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe bi rengekî din da destpêkirin û qonaxa êrişên bi rêbazê SÎHA/ÎHA`yan da destpêkirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi êrişa 16`ê Nîsana 2021`an ya bi SÎHA`yê mala rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûrê yê girêdayî Kobanê bombebaran kir, ku rêber Ocalan di 1979`an de cara yekmîn derbasî Rojava Kurdistanê bûye û 40 rojî tê de maye. Ev her du êriş li bajarê Kobanê ku bi taybet hatibû hilbijartin pêk hatin. Bi şehîdxistina jinên pêşeng yên Kongra Star û hedefgirtina mala rêber Abdullah Ocalan re dagirkeran hedefên xwe eşkere kirin. Ji wê rojê ve û heta niha di nav 3 salan de pêşeng û yên girêdayî paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan têne şehîdxistin. Hilbijartina bajarê Kobanê jî ne tesadûfî bû.

Qonaxa sîha/îha çima ji kobanê hate destpêkirin?

Di 15’ê Îlona 2014’an de Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî Kobanê bû hedefa êrişên çeteyên DAIŞ’ê. Piştî vê rêber Abdullah Ocalan ji di 2-3’ê Cotmehê de bi HDP’ê û birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî û li wir banga seferberiyê kir. Rêber Ocalan wê demê ev tişt gotin: “Li dijî DAIŞ’ê divê heta dawî berxwedan bê kirin. Gelê me yê Kobanê wê heta dawiyê li ber xwe bide. DAIŞ li ku derê lê hebe û li herêmê lê be, cihê Kurd lê dijîn, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji DAIŞ’ê re tawîz nayê dayîn. Mafê kesî tune ku gelekî tine bike, divê Kurd li her derê li dijî vê siyasetê rabin, li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan bidin. Îro vê nekin, dibe ku sibe dereng be.”

Kobanê ne tenê bajarek e!

Piştî banga rêber Abdullah Ocalan, ew Kobanê ya ku Erdogan ê faşîst digot ‘ha ket, ha dikeve’ bi berxwedan û seferberiyek gelek mezin di 26-27’ê Çileya 2015’an de hat rizgarkirin û destpêka têkbirina DAIŞ`ê anî. Vê serkeftinê hişt ku yekemîn deriyên dîplomatîk yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cîhanê vebe. Kobanê, ya ku derbeke mezin li qaşo “Dewleta Xîlafetê” xist û bû sembol, têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk raxist pêş çavên cîhanê. Bi dayîna berdelên giranbûha 1’ê Mijdarê Roja Piştgirîdayîna Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin. Ji ber van destkeftiyên mezin ku dewleta Tirk a dagirker tehamûla wê nake, bi şêwazêkî tirsonek êrişên SÎHA/ÎHA`yan yekemîn li ser Kobanê da destpêkirin.

Gelo ev amûrê komkujiyê kengî hat çêkirin, kengî hat bikaranîn, kî perçeyên wê difiroşe dewleta Tirk?

Amûrê komkujiyê li ser kurdan hate ceribandin

Çekên mîna SÎHA (amûra biçek û bêmirov a hawayî), cara yekem ji hêla Împaratoriya Awisturya ve hatiye bikaranîn û bi peymana ku di Konferansa Aştiyê ya Laheyê di sala 1899`an de hatiye îmzekirin, “derqanûnî” hatiye ragihandin. Tevî ku bi sedan sal li ser derbas bûne jî, qetlîamên li dijî sivîlan bi heman sûcên derqanûnî berdewam dikin. Dewleta Tirk ji sala 2016`an ve bi bikaranîna SÎHA’yan wek amûreke komkujiyê li dijî Kurdistanê bi taybet jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didomîne.

Piştî ku wezîrê parastinê yê Tirkiyê di 3’ê Îlona 2016’an de li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku yekemîn SÎHA`yên wan ketiye xizmetê, pê re êriş û hovîtiya dagirkeran li Kurdistanê bi şêwazekî din ket meriyetê. Dagirkeran ceribandina vê amûra komkujiyê “SÎHA” cara ewil li ser gelê Kurd pêk anî. Komkujiya Roboskî jî temê mînakeke wê ye.

Êrişên bi Dron, ÎHA û SÎHA heya niha ne ji aliyê dewletên kontrolkirina çekan a navneteweyî û ne ji aliyê mafên mirovan ve nebûye qanûneke navneteweyî.

Almanya, brîtanya û dya hevkarê sûc in..

Ji ber wê dewleta Tirk a qirker bêtirs, bêhesabxwestin an darizandin van amûrên komkujiyê bi rihetî li dijî gelên Kurdistanê û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Cîhanê jî çavên xwe ji van komkujiyan re girtine û rola 3 meymûna girtine ser xwe. Ev dewlet ne ku tenê bêdeng in ji nedîtî ve tên, hemwextî wê perçeyên van amûrên komkujiyê jî difiroşin dewleta Tirk a dagirker û dibin şirîkên sûc.

Bi taybet Almanya di 3 mehên ewil ên sala 2021`an da bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê ra bi 8 milyon û 975 hezar euro, erê kir. Fîrmayên ku navenda wan Almanya, Brîtanya, Fransa, Awisturya, Kanada, Swîsre û DYA ne, hevkariya wan bi sûcên dewleta Tirk re derket holê. Dagirker perçeyên sereke yên SÎHA`yan ji 6 şîrketên DYA`yê peyde dikin.

Sîha’ya ku pê pesnê xwe didin, nizanin çêkin, berhev kirine..

Ev SÎHA`yên ku dewleta Tirk dibeje “Ji sedî sed neteweyî û xwemalî ne” motorên wan ji Awisturyayê, kamera û amûrên optîkî ji Kanadayê, serê roket-fuzeyan jî ji Almanyayê tên kirîn. Ruxmî ku piştî êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ambargoya çekan li dewleta Tirk re danîbûn jî, lê heya niha Almanya roket û serê fuzeyan difiroşe Tirkiye. Lê li gorî qanûnên wan dewletan, ger di şer û êrişên ku hiqûqa navnetewî binpê dike de ev çek û teknolojî bên bikaranîn firotina wan qedexe ye.

Bi dayîna koordînatan re hedef nîşan da 

Dewleta Tirk a dagirker bi dayîna kordînatên SÎHA`yan gelek dibistan, nexweşxane, navendên ewlekariyê, meclîsên leşkerî, mal û erebeyên hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Dagirkeran di êrişên li ser Efrînê de giranî dan êrişên SÎHA’yê, dîsa bi dayîna kordînatên SÎHA`yan di sala 2019’an de bi êrişên hewayî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Lê bi dagirkirin û guhertina demografîk re jî sînor nema ku  ev sê sal bênavber hemwelatiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi SÎHA/ÎHA`yan dike hedef.

Lehengên ku daiş têk birin, dike hedef

Dewleta Tirk di destpêka aloziya Sûriyê de çawa ku çeteyên El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê şand ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi têkçûna wan komên çeteyan re ew bi xwe ket dewrê. Pêşengên ku di têkbirina çeteyan de rolek mezin lîstin û mirovahî ji taritiyê û terorê xilas kirin, bi SÎHA/ÎHA`yên dagirkeriya Tirk tên şehîdxistin. Mînak Şehîd Hebûn Heleb, Hebûn Mela Xelîl, Dilar Heleb, Sosin Bîrhat, Rênas Roj, Berxwedan Kobanê, Kendal Rojava, Mizgîn Kobanê, Mizgîn Botan, Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr û hwd. Dewleta dagirker ku bi cureyên şerê taybet, şerê dagirkeriyê tol hilneda, bi van êrişên asîmanî hewl dide tolê hilde. Koalîsyona Navneteweyî ku ji bo tunekirina DAIŞ derbasî herêmê bû, li hember hedefgirtina pêşengên ku DAIŞ têk birine çavgirtî û hevkar in. Çima?

Qada hewayî ya bakur û rojhilatê sûriyê di destê kê de ye?

Helbet ev êrişên SÎHA/ÎHA`yan bê agahiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi taybet Amerîka û Rûsya çênabe. Ji ber ku qada hewayî di destê wan hêzan de ye. Heya sala 2019`an rojavayê çemê Firatê di destê Rûsya, rojhilatê çemê Firatê jî di destê Koalîsyona Navneteweyî bi taybet jî Amerîkayê de bû. Piştî şerê Serêkaniyê û Girê Spî bi taybet xeta sînor ji Girê Spî heya Kobanê û Minbicê di destê Rûsya de ye. Qada hewayî ya herêma Cizîrê jî di destê Koalîsyona Navneteweyî de ye. Lê erka Koalîsyona Navneteweyî jî heye ku li wan cihan tevger bike. Di navbera Rûsya û Amerîkayê de lihevkirinek ji bo erd û asîmanê heye ku bi awayekî leşkerî neyên beramberî hev. Ji ber wê jî her balafireke dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digere bi agahdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya ye.

Yek bi yek tên girtin

Bêguman, di aliyê îstîxbaratî de ajan û sîxurên dewleta Tirk a dagirker jî agahiyan didin wê ku êrişên SÎHA`yan pêk bînin. Li ser şahadeta hevryên xwe yên pêşeng, QSD û YPJ`ê soza tolhildanê dabû. QSD li dijî sîxur û ajanan ên ku bûne sedema şehîdxistina hejmareke şervan û fermandarên pêşeng li seranserê herêmê di 31`yê Tîrmehê da “Operasyona Sondê” dest pê kirin. Di çarçoveya operasyonê de li bajarên Qamişlo, Til Temir, Hesekê, Şeddadê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Til Temir û Kobanê 36 kesên ku di van şaneyên sîxurtiyê de cîh digrin hatin girtin.

‘Sondê’, heta girtina sîxurê dawî wê bidome

Sîxûrên ku hatine girtin destê wan di êrişa hewayî yên li bajarê Til Temirê ku di dîroka 19`ê Tebaxa 2021’an de pêk hatî hebû û bûbûn sedema şehadeta Fermandar Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, Rênas Roj û hevalên wan. Bi giştî bûne sedema şehadeta 6 pêşengan. Her wiha sîxurên ku destê wan de di şehadeta Fermandar Dilar Heleb û 2 hevalên wê ku di 20`ê Nîsana 2022’an de li bajarê Kobanê heye û ajanên ku di 20’ê Cotmeha 2021’an de bûne sedema şehadeta Şehîd Hecî û rêhevalên wî, hatine girtin. Operasyona QSD`ê ya li dijî sîxur û ajanên MÎT`ê heya girtina sîxurê dawî wê berdewam bike.

ANHA