Rojnameya Ronahî

Yên rê bidin Erdogan wê bibin hevparên wî yên sûc

Zekî Bedran

Piştî civîna Tehranê Erdoganê faşsît dibêje divê Amarîka ji rojhilatê Firatê derkeve. Li gorî wî hebûna Amerîka pirsgirêkê kûr dike. Çima bila Amarîka ji Sûriyê derkeve? Ti kes vê pirsê ji Erdogan nake. Ji bo ku Erdogan dijberê dagîrkeriyê ye û dijemperyalîst e dibêje bila Amarîka derkeve? Bêguman na. Tersê wê ji bo ku Erdogan dagîrker û qirker e vê dibêje. Li gorî wî hebûna Amerîka karê wî zehmet dike. Eger Amerîka derkeve wê hêsantir bikeve rojhilatê Firatê, Kurdan qir bike û rêveberiyên xwe ser ji meydanê rake.

Lê dema Amerîka li wir jî êriş dikir. Bi lihevkirina bi Trump re Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kirin. Ew herêm jî ji çeteyan dagirtin û berdan ser serê gel. Li herêmên dagîrkirî ne Kurd man, ne jî destkeftiyên bi navê demokrasiyê. Yên Erdogan wiha bêpakî dikin siyaseta Amerîk û Rûsya ye. Rûsya di êrişa ser rojhilatê Firatê de piştgiriya Tirkiyê kir. Herwiha ya Efrîn ji dagîrkeriyê re vekirî Rûsya bû. Amerîka jî erê kir. Eger ev her du dewlet nexwazin Erdoganê faşîst nikare fermana dagîrkeriyê bide. Hêzeke wisa ya Tirkiyê nîne.

Qaşo herêmên xweser li hemberî yekbûn û yekîtiya Sûriyê gef in. Kê Tirkiye parêzvaniya yekbûn û yekîtiyê dike. Li hemberî vê mirovê bikene, bigirî mirov dimîne şaş. Pêvajoya Astana bi hevbeşiya Rûsya û Îranê pêş ket. Bi saya pêvajoya Astana Tirkiyê dagîrkeriya xwe ya li Sûriyê mayînde û rewa kir. Îranê jî qaşo gotiye bila Amerîka ji Sûriyê derkeve. Baş e Tirkiye li Sûriyê li çi digere? Kê Tirkiye vexwendiye? Tirkiye, ji bo seranserê herêmê û dinyayê bûye navenda gefan. Rêxistiên weke DAIŞ, El Qaîde, El Nusra û bermayiyên wan li herêmên di binê dagîrkeriya Tirkiyê de hespên xwe dibezînin. Bi dilê xwe bi cî dibin, xwe bi rêxistin dikin, perwerdeyê dibînin û aboriya xwe pêş dixin. Ti kes van herêman kontrol nake.

Dewleta tirkî dagîkeriyê bes nabîne. Bi nifûsê dilîze. Malbatên wan çeteyan û yên dixwaze tîne bi cî dike. Li hemberî artêşa Sûriyê bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyê artêşekê ava dike. Hikumetên demî ava dike. Weke din diravên tirkî bi kar tên. Dibistanên tirkî vedibin. Zimanê tirkî bi zorê bi ser wan de disepînin. Waliyan dişîne wir. Ev tev amadekariya wî qasî ne ku van herêman bi ser Tirkiyê ve bike.

Kesên weke El Bexdadî û Qureyşî yên serkêşên DAIŞ’ê li herêmên dagîrkirî hatin kuştin. Ya ku van operasyonan dike Amerîka ye. Niha ka çiqas DAIŞ’î yan rêxistinên din li wir hene tam nayê zanîn. Lê Amerîka û Rûsya ji her kesî baştir dizanin. Diviya ev bên eşkerekirin û hesab ji Erdogan faşîst bihata xwestin. Lê tersê wê dibe. Erdogan dibêje Amerîka bi terorê re hevkariyê dike û agir ji devê wî dibeyî. Yên ku Erdogan ji wan re dibêje terorîst ew kes in ku bi Amerîka û Koalisyonê re li hemberî DAIŞ’ê şer kirine. Erdogan niha bi kuştina fermandar û şervanên QSD’ê ve mijûl e. QSD’ê li kû û li hemberî kê teror kiriye? Ev hêz li ser erdê xwe gelê xwe diparêzin û li hemberî DAIŞ’ê şer dikin. Ne xwe tenê, dinya tev ji van makîneyên kuştina hovane parastin.

Erdogan, bi awayekî stratejîk daniye pêşiya xwe ku ji Efrîn heta Dêrikê ango tevayiya herêmên Kurdan dagîr bike. Dixebite erdê welatekî din ji bo xwe bike ‘herêma ewle’ û ev ragihandiye. Li NY jî xistiye çavê wan dewletan de. Eger NY evqas kor, bêziman û kerr be, wê Erdogan jî evqas êrişkar be. Heman bela li ser başûrê Kurdistanê jî mûselet kirine. Herî dawî li Zaxo ciyekî geştiyariyê topbaran kirin. Di gel zarokan neh kes hatin kuştin. Dewleta tirkî li ser sûc hat girtin. Lewra ew de ciyekî dihat naskirin. Gerîla li wir tinebûn û şer jî li wir derneketibû. Erdogan di cî de dest bi inkarê kir.

Heta ku NY, Ewropa û Amerîka helwestekê diyar nekin wê Erdogan van sûcan bike. Tişta neyê fêmkirin ew e ku Rûsya û Îran bi vî êrişkar û dagîrkerî re li dora heman maseyî rûdinin û li ser Sûriyê bazarê dikin. Tişta bi Tirkiyê re bê axaftin derxistina wê ji Sûriyê ye. Heta ku êriş û dagîrkeriya Tirkiyê hebe li Sûriyê şer naqede û aramî nayê. Tirkiye dibêje ezê li bakur-rojhilatê Sûriyê bi kûrayiya 30 km milyonek koçberî bînim bi cî bikim. Hikumetek hêzeke wisa bi xwe re nabîne ku di hundirê welatê xwe de jî guhertineke wisa bike. Çawa selahiyetê bi xwe re dibîne li welatekî din vê bike.

Ya ku Tirkiyê evqas bêperwa û êrişkar dike siyaseta Îran û Rûsya ye. Amerîka û NATO jî her tim destê xwe dirêjî Erdoganê dijminê nirxên demokrasiyê dikin. Piştgiriya ku wî li ser piyan bigire didinê. Erdogan jî welatên erebî û Ewropa bi rêxistin terorê yên di destê xwe de tehdîd dike û koçberan weke çek li hemberî wan bi kar tîne. Yên destekê didin Erdoganê metirsiyê li dinyayê belav dike û bûye çavkaniya gefan, wê neçar bibin ku hesabê vê bidin gelên dinyayê.