Roksa Mihemed diyar kir ku li hemberî êrişên dagîrkeriyê wê têkoşîna xwe xurttir bikin û got, emê tolê hilînin û şoreşê biparêzin
Li kelêka gefên dagîrkirina herêmên nû, êrişên dewleta tirkî ya dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Bi taybetî êrişa ser pêşengên şoreşê bi balafirên bêmirov zede bûye.
Herî dawî 22`yê Tîrmehê balafireke bêmirov ya biçek ya dewleta tirkî ya dagîrker li ser riya Qamişlo êrişê erebeyekê kir û di encamê de sê fermandarên jin yên QSD û YPJ’ê; Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan şehîd bûn. Li dijî van êrişên dewleta tirkî gelê herêmê helwesteke tund nîşan dide û ji ber ku qada hewayî ji êrişên dagîrkeran re vekirî dihêle, Koalisyona Navneteweyî berpirs dibîne. Li ser êrişên dewleta tirkî û şehîdxistina her sê fermandarên YPJ’ê, Berpirsa Ofîsa Têkiliyên Giştî yên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Roksan Mihemed ji me re axivî.
Roksan Mihemed diyar kir ku ji ber têkçûna dewleta tirkî ya dagîrker li tevayiya qadan, pêşengên şoreşê dike amanc û wiha got: “Şehîdxistina pêşengên şoreşê karekî bêexlaqî ye û ji tevayiya pîvanên mirovayiyê dûr e. Dewleta tirkî ya dagîrker di hundirê xwe de di kirêzên dijware de derbas dibe. Ji bo veşartina van kirîzan, li aliyekî êrişî çiyayên azad dike, li aliyê din êrişî şoreşa Rojava dike. Di dema dawî de dagîrkerî bi tevayiya hêz û çekên xwe êrişî gerîlayên azadiyê kir. Tevî ku çekên kîmyayî jî li dijî gerîlayan bi kar anîn, derbên giran xwarin û rojbiroj bin dikeve. Ji ber binketina xwe ya li çiyayên azad, bi awayekî hovane êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike.”
’Dagîrkeriya tirkî bi êrişan dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê hilîne’
Roksan da zanîn ku şehîdxistina her sê fermandaran ji aliyê dagîrkeriya tirkî ve, hilanîna tola çeteyên DAIŞ’ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li herêmê, dewleta tirkî bi awayekî yekser ket dewrê û li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyû êrişên xwe zêde kirin. Herwiha erdîngariyêke fereh dagîr kir. Tirkiyê her tim hincetên cuda çêkirin û êrişên xwe zêde kirin. Herwisa li dijî gelên herêmê şerê istixbarat û teknîkê meşand. Tirkiyê di salên dawî de li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê rêbazên qirêj bi kar anîn û bi awayekî gelek dijwar êriş kir. Êrişên wê yên hovane heta îro jî dewam dikin ”
’Jina azad afrênera civak û jiyana azad e’
Roksana da xuyakirin ku di salvegera 10`an ya şoreşa Rojava de û piştî Foruma Şoreşa Jinan, 3 jinên pêşeng bûn amanac û wiha got: “Wek encama bêtehemuliya dewleta tirkî ya ji şoreşa jinan re, dagîrkeriyê li dijî her sê fermandarên YPJ’ê êriş pêk anî. Hêzên desthilatdar û di navê de Tirkiye ji hêza jina azad ditirsin. Lewra dizanin eger jin azad bibe wê civak , mirov û welat jî azad bibin. Bingehê azadiya civakê têkoşîna azadiya jinan e. Kesayeta jina azad ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tê avakirin, di bingeh de ji bo seranserê herêm û cîhanê mînak e.”
’Li şûna peyama sersaxiyê ezman li ber balafirên Tirkan bigirin’
Roksana da zanîn ku pêwêst e Koalisyona Navneteweyî erkê xwe yê exlaqî pêk bîne û wiha got: “Piştî şehîdxistina 3 jinên pêşeng, Koalisyona Navneteweyî peyama sersaxiyê da. Peyamên sersaxiyê tenê yan jî gotinên ku dibêjin em li gel hev in, emê têkoşîna xwe ya hevbeş bidomînin, têrê nake. Pêwîst e li dijî êrişên Tirkiyê helwesteke tund nîşan bidin û qada hewayî li ber balafirên wê bigirin. Di demekê de ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didin ji nû ve xwe bi rêxistin bikin, dagîrkeriya tirkî êrişên xwe yên ser herêmê zêde dike. Êrişên wê dikevin xizmeta çeteyan û ji her kesî re eşkere bûye ku destekê dide wan.”irkan bigrinpêş balafirên ngên ”
Beteyveike. Êrişên Tirkiyê Koalîerpirsa Ofîsa Têkiliyên Giştî yên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Roksan Mihemed
soza standina tola şehîdan da û axaftina xwe wiha qedand: “Emê tola van hevalan hilînin. Bi xurtkirina hevgirtina xwe, emê bikarin êrişên nû têk bibin û herêmên xwe rizgar bikin. Tişta ku dikeve ser milê me helbet emê bi cih bînin. Emê vê şoreşê biparêzin. Têkoşîna wan hevalên ku bi wê coş, moraleke mezin û bi ruhê fedayî beşdarî xebata her qadê bûn, erkê me ye ku em vê temam bikin “