Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Bi ruhê berxwedana gerîlayên azadiyê li hemberî tecrîdê tê bikoşin`

31/07/2022
in Uncategorized
A A
`Bi ruhê berxwedana gerîlayên azadiyê li hemberî tecrîdê tê bikoşin`
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, Xaliya Necar diyar kir ku, armanca tecrîdê, têkbirina projeya demokratîk û qutkirina gel ji fikir û felsefeya Rêber Apo ye.

Derheqê tecrîda li ser Rêber Apo û armanca wê ku di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd û gelê azadixwaz tê meşandin, endama Kongreya Star ya bajarê Qamişlo Xaliya Necar ji rojnameya me re axivî.

`Bêdengiya li hemberî tecrîdê erêkirina qirkirina gelê Kurd e`

Xaliya Necar got, ji ber ku projeya Rêber Ocalan projeyeke demokratîk e, hêzên serdest, li hemberî zilim û zora tê kirin, bêdeng in. Lewra ev hêz li dijî jiyana wekhev in.

Xaliya axaftina xwe wiha domand: “Bêdengiya dadgehên navneteweyî û rêxistinên mafê mirova, tê wateya hevkariya bi tecrîdê re. Qaşo ev sazî û rêxistin xwedîexalq in ji bo mafdayînê ne, lê mixabin li hemberî tecrîda li ser Rêberê gelên bindest her kes xwe kor û lal dike. Banga me ji dadgehên navneteweyî û kesên demokrat ew e ku, helwesta xwe diyar bikin li dijî vê zilmê bêdeng nemînin.”

Li ser berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û gelê azadîxwaz, Xaliya bang li gelan kir ku dengê azadiyê bilint bikin û got, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, divê gelê me bi ruhê gerîlayên azadiyê yên ku ji bo parastina mafê me û jiyaneke birûmet, li dijî dagîrkeran şer dikin û canê xwe feda dikin, li her çar aliyên Kurdistanê rabe ser piyan û tê bikoşe.

‘Divê jin xewn û xeyalên xwe yên li ser xaka xwe ya azad bi Rêber Apo re pêk bînin’

Xaliya wiha domand: “Bi qasî berxwedana gelan, divê jin ji bo azadiya Rêber Ocalan, bixebitin. Lewra yê ku jin ji bindestiyê rizgar kirîn, yê hêz dayî jinan, yê jin ji di cîhanê de ji zilma zilam parastîn Rêber Abdullah Ocalan ne.

Xaliaya Necar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yê hêz dayî me jinan û hişt ku dewletên bi hişmendiya zilamê desthilatdar û zayenperest jî hesabê hêze me bikin Rêber Apo ye. Divê em jî bi hêza dayî me, Rêbertiya xwe azad bikin. Rêbertiya me cewherê jinê derxsit holê. Divê em xewn û xeyalên xwe yên jiyaneke azad û wekhev li ser xaka xwe bi Rêber Apo re pêk bînin. Lewra mafê me ye. Banga me ji bo jinên cîhanê, jinên azadîxwaz, li hemberî tecrîdê bêdeng nemîn. Divê em bi deng û xebata xwe bibin xelekek ji agir li dijî tecrîdê. Lewra Rêbertiyê me hêjeye ku em canê xwe fedayî wî bikin.”

`Em û Rêber Apo ti carî ji hev qut nabin`

Endama Kongreya Star ya bajarê Qamişlo Xaliya Necar axaftina xwe wiha qedand: “Di dawiyê de banga me ji bo dewletan heye ku li dijî tecrîdê çavên xwe vekin û xwe lal nekin. Lewra ev zilim û zora li ser gelê me bi tecrîda li ser Rêber Apo ve ji sedş sed girêdayî ye û em vê êdî ji ti kesî re qebûl nakin. Weke dibêjin kêr gihiştiye hestî. Ev tecrîd ne li ser Rêbertiyê tenê ye, herwiha li ser gelên azadîxwaz tevan tê meşandin. Lewra Rêbertî û gel ji hev qut nabin. Ruh û doza wan yek e.”

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.