Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Rûken Mela diyar kir ku yek ji armancên herî girîng yên Koordînasyona jinan, aktîvkirina rola jinan li tevayiya qadan e.
Koordînasyona Jinan bi avakirina Rêveberiyên Xweser re li herêmê, sala 2014`an hat avakirin. Xebata xwe ya perwerdekirin û piştgiriya jinan, çareserkirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wan derdikevin pêş xist. Li herêma Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê jî piştî ku hatin rizgarkirin dest bi kar kir. Lê karê wê ne parçeyekî fermî û bingehî yê Saziyên Rêveberiya Xweser bû.
5`ê Sibata 2021`ê li ser pêşniyara Komisyona Jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê di civîneke fermî ya Meclîsa Giştî de, Tevlîbûna Koordînasyona Jinan ji bo Rêveberiya Xweser hat erêkirin.
Piştî sazkirin û fermiyeta Koordînasyona Jinan, bû sîwanek ji bo tevayiya jinên di nava saziyên li bakur û rojhilatê Sûriyê, kar dikin. Armanca wê ew e ku rola jinan di tevayiya qadan de, bi taybetî di xebata siyasî û qada biryardayînê de çalaktir bike. Koordînasyon li ser bingehê tevayiya saziyên Rêveberiyên Xweser û sivîl yên li bakur û rojhilatê Sûriyê û di binê sîwana Koordînasyona jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kar dike. Mekanîzmaya karê wê ew e ku mehane li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê civînan li dar bixe.
Ji bilî wê jî şopandina sepandina sîstema navxweyî di koordînasyonên di nava rêveberiyê de, nîqaşkirina rewşa jinan bi giştî li bakur û rojhilatê Sûriyê û nirxandina xebata wê ya şeş mehan yan jî salekê di civînên wê de tên kirin.
Têkildarî armancên Koordînasyona jinan û mekanîzmaya çalakiya wê, Cîgira Rêvberiya Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Rûken Mela Îbrahîm, ku di rêveberiya Koordînasyonê de jî cih digire ji me re axivî.
Armancên koordînasyonê û mekanîzmaya çalakiyên wê
Rûken Mela Îbrahîm bal kişand ser armanca kar û xebatên koordînasyonê û wiha got: “Yek ji armancên herî girîng yên Koordînasyona jinan, aktîvkirina rola jinan di tevayiya qadan de ye. Bi taybetî di xebatên siyasî û biryardayînê de, xurtkirina prensîba hevserokatiyê di tevayiya saziyên Rêveberiyên Xweser de ye. Herwisa piştgiriya projeyên aborî yên jinan û birêxistinkirina tevayiya jinên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de li bakur û rojhilatê Sûriyê kar dikin. Armanceke me ya sereke jî pêşxistin, parstin û perwerdekirina jinan e, da ku di tevayiya saziyan de pêşeng bin.”
Têkildarî xebatên Koorînasyonê yên aborî jî Rûken Mela ev nirxandin kir” :Desteya Koordînasyona Jinan butçeya piştgiriya projeyên jinan di Rêveberiya Xweser de diyar dike û nabe ku kêmî ji sedî 10 ji butçeya giştî ya rêveberiyê kêmtir be.”
Astengiyên kar
Herwisa têkildarî astengiyên herî diyar yên li pêşiya xebatên Koodînasyonê derdikevin Rûken Mela diyar kir ku yek ji pirsgirêkên sereke ku karê wan asteng dike û dereng dixe, rewşa Sûriyê û êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê ne. Herwiha da zanîn ku şer û krîza aborî, rewşa ne aram, koçberbûna xelkê ku bandoreke neyênî li ser rola jinan ya di civakê de dike.
`Emê xwe bigihînin tevayiya jinan û piştgiriya wan bikin`
Cîgira Rêveberiya Desteya Jinan ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Rûken Mela Îbrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Em wek Koordînasyona Jinan soz didin ku xwe bigihînin tevayiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê û bi her awayî piştgiriyê wan bikin. Bi hêviya ku ewleyî û aramî li Sûriyê bi giştî misoger bibe û herêmên me yên dagîrkirî rizgar bibin. Ji bo koçber vegerin warên xwe û jin bi aramî di nava civakê de û li ser xaka xwe bijîn, emê têkoşîn û karê xwe xurttir bikin.
Planên koordînasyonê ji bo 2022`yan
Koordînasyonê sala 2022’yan gelek plan peşkeş kirin, bi taybetî vekirina baxçeyên zarokan li tevayiya herêman, vekirina kursên perwerdeyê yên girtî ji bo tevayiya kadroyên jin yên di Rêveberiyên Xweser û sivîl de, têkoşîna li dijî diyardeya parsekkirina zarokan û belavkirina amarên şeş mehan yên tundiya li ser jinan, amadekirina dosyayên binpêkirinên li dijî jinan li herêmên dagîrkirî û şandina wan ji bo rêxistinên pêwendîdar û mafên mirovan, piştgiriya projeyên aborî yên taybet li kampan, vekirina navendên parastina jinan li Minbic û Reqa, piştgirî û girîngîdayîn karkirina malbatên şehîdan û ciwanan, sazkirina çalakiyan ji bo tîmên jinan yên werzişê. Jixwe beşek ji van planan pêk hatiye û yên mayîn jî wê di mehên pêş de biqedin.