Bi ser mirina Dengbêj Fadilê Cizîrî re 4 sal derbas bûn. Ew herî zêde bi payîzoka “Heyran Jaro” di bîra xelkê de ma.
Birayê Dengbêj Cizîrî, Dengbêj Seyît Mehmet Ergûl behsa birayê xwe kir û wiha got: “Di ser mirina wî re 4 sal derbas bûn lê klamên wî di her kêliya jiyana me de ne.”
Cizîrî ku wê demê li gund dîwan bi dîwan, dawet bi dawet digere, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Di sala 1992’yan de li Şaredariya Cizîrê dest bi karê zabitetiyê dike. Lê piştre dev ji kar ber dide û dîsa li dengbêjiyê vedigere. Kurê wî yê 13 salî Cemal Ergul ku pirr jê hez dikir, di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dide û ev êş bandoreke wisa li Cizîrê dike ku nexweşiya Parkînsonê lê peyda dibe û nema dikare êdî bistre. Her wiha kurê wî Mûrat Ergul jî di qedexeyên derketina kolanan ên Cizîrê de tê qetil kirin. Birayê Cizîrî, Dengbêj Seyît Mehmet Ergul (56) bi minasebeta salvegera wefata birayê xwe behsa dengbêj Fadilê Cizîrî kir.
‘Mamosteyê me diya me bû’
Dengbêj Seyît Mehmet Ergulanî anî ziman ku birayê wî Cizîrî tu caran dev ji dengbêjiyê berneda û wiha behsa wî kir: “Em bi eslê xwe ji Dihokê ne. Piştre em derbasî gundê Salatûniyê yê Silopiyayê bûn. Em ji wir jî derbasî Cizîrê bûn. Ev demekê dirêje em li vir dijîn. Me di temenekî piçûk de dest bi dengbêjiyê kir. Wê demê civat hebûn. Em bi hevre diçûn û me di civatan de klamên berê digotin. Mamosteya me diya me bû. Heke ew nebûya, me nedizaniya klaman bibêjin. Fadil demek piştre fêrî gotina her klamekî bû. Payîzok, lawka û giranî digotin. Ji dengbêjiyê gelek hez dikir. Payizokên wî pirr xweş bûn. Kesekî bi qasî wî payîzok xweş nedigotin. Di malbata me de rêûresma dengbêjiyê bi salane dewam dike. Di malbata me de gelek dengbêj derketin. Di berê de dema ku jinan dengbêjî dikir digotin,’şerm e.’ Ji ber wê jî dayika min bi veşartî klam ji me re digotin û bi vî awayî em fêrî gotina klaman dikir”.
‘Kilamên wî her bi me re ne’
Bi domdarî Ergul bi lêv kir ku ew ê vê kevneşopiya ji diya xwe fêr bûne bidomîne û ev tişt anî ziman: “Fadil ji min mezintir bû. Piştre di şaredariyê de weke zabite xebitî. Çend salan di şaredariyê de xebitî û piştî ku ji kar derket dengbêjî dewam kir. Gelek kilam jî min û wî bi hevre gotine. Fadil 63 salî bû. Piştre jî nexweşiya parkînsonê lê peyda bû. Bi mehan di nexweşxaneyê de tedawî dît. Dema ku wefat kirî jî bi min re bû. Min ew dibir nexweşxaneyê û di rê de jiyana xwe ji dest da. Ji herdu zarokên xwe pirr hez dikir. Ji xwe piştî wan nexweş ket û êdî nema karî rabe. Êdî nekarî kilaman bibêje. Bi ser wefata wî re ev 4 sal derbas bûn lê klamên wî di her keliya jiyana me de ne.
Ez jî weke birayê wî, vê çandê didomînim. Bi qasî ji destê me tê jî ez ê dewam bikim.”
Ozgûr Polîtîka