Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welatiyên Qamişlo: Kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê bandorê li hêz û berxwedana me nakin

31/07/2022
in Uncategorized
A A
Welatiyên Qamişlo: Kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê bandorê li hêz û berxwedana me nakin
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo hê jî dîmenên komkujiya çeteyên DAIŞ’ê 27’ê Tîrmeha 2016’an li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kirîn, ji bîr nekirîne û dibêjin, domandina kiryarên hovane yên dagîrkeriya tirkî tola şkestina DAIŞ’ê ji gelê berxwedêr e. 

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve û binketina DAIŞ`ê li gelek herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, 27`ê Tîrmeha 2016`an saet li derdora 09:20`an çeteyên DAIŞ`ê bi kemyoneke bombebarkirî taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kir hedef û komkujiyeke mezin kir. Di encamê de di gel 3 endamên Hêzên Asayîşê 60 welatî şehîd bûn û 175 kes jî birîndar bûn. Çeteyan dixwest bi wê teqînê Rêveberiya Xweser û vîna gelê berxwedêr bişkînin, lê gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi hêz û vîna xwe destkeftiyên xwe mezintir kirin.

Tevî 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, ji aliyê dewleta tirkî ya dagirker ve li herêmê komkujî dewam dikin. Li gorî tevgera dewleta tirkî, ya berî şoreşê û heta niha tê xuyakirin ku hebûn û êrişên çeteyên DAIŞ`ê bi hevkariya wê hatine kirin. Herwiha tişta ku wê demê bi riya wan çeteyan dikir, niha bixwe dike. Bê navber bi balafiran êrişî sivîl, siyasetmedar û kesayetên neteweyî û leşkerî yên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Rojane êrişî bajar û gundewarê herêmê dike û her kesê welatparêz û ji aliyê gel ve tê heskirin dike amanc. Herî dawî êrişî sê pêşengên jin yên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) kir û 4 endamên rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundir yên Eyn Îsa şehîd bûn.

Bi pêmana salvegera şeşan ya êrişa DAIŞ`ê ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, kesên di kêliya teqînê de amade bûn, li ser komkujiyê û domandina komkujiyan ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker ve ji me re axivîn.

`Rojeke reş bû û ti caran nayê jibîrkirin`

Walatiyê bi navê Ehmed Mihemed ku ofîsa wî çend metreyan dûrî cihê teqînê ye ji me re axivî û wiha got: “ Roja teqînê ji ber ku çend kêliyan dereng mabûm, ji mirinê filitîm. Bi dengê teqînê re min xwe gihand cihê bûyerê. Ji bilî avayiyên xirabbûyî, birîndar, şehîd û xwînê min tişteke din nedidît. Parçeyên mirovan li her derê belav bûnûn û xwîn li kolanan tijî bûbû. Mal ji xwediyan re bûbûn goristan. Ew roj rojeke reş bû û ti carî nayê jibîrkirin. Çimkî bandoreke mezin li şêniyên bajêr kir.”

`Hêrsa bûyerê ji welatiyan re bû hêzeke mezin`

Ehmed bal kişand ser dema bûyerê û wiha dirêjî da axiftina xwe: “Dem û kêliyên wê bûyerê ji bîra me naçin. Lê bi qasî êşa bûyerê hêz û îradeya me xurt û mezintir bû. Tevî ku gelek sivîl di bûyerê de şehîd bûn, lê vîna gelê Qamişlo xurttir bû û hêrsa bûyerê ji welatiyan re bû hêzeke mezin li dijî dijmin û çeteyên hov. Çeteyan xwest bi wê komkujiyê vîna gelê Qamişlo bişkînin, lê negihiştin armanca xwe. Plana komkujiyê ne bi destê çeteyên DAIŞ’ê tenê bû, bi hevkariya hêzên alîgirên van çeteyan ev komkujî pêk hat. Alîgir û serkêşa herî mezin ji çeteyan re dewleta tirkî ya dagîreker e.”

`Kiryar û komkujiyên dagîrkeriya tirkî domandina kiryarên DAIŞ’ê ye`

Ehmed Mihemed Elî da zanîn ku êrişên niha ji aliyê dewleta dagîrker ve tên kirin domandina vê komkujiyê ne û axiftina xwe wiha domand: “Destpêka şoreşê dewleta tirkî çeteyên DAIŞ’ê bi rêxistin kirin û derbasî herêmên me kirin. Da êriş û hovîtiya xwe li herêmên me pêk bînin û tirsê bixin nava gel. Lê bi saya şervanên YPG û YPJ`ê û lehengên azadiyê, çeteyên hov şkestin. Ji wê demê ve şkestin DAIŞ`ê li xweşê Tirkiyê neçû. Ji bo wê heta niha êrişên xwe yên ser herêmê didomîne û hewl dide ku careke din DAIŞ’ê vejîne. Niha jî bi balafir û topan komkujiyên xwe didomîne. Herî dawî şervanên jin yên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) kirin amanc.”

Ehmed Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir ku li hember gef û hewldanên têkbirina destkeftiyên şoreşê û têkbirina îradeya gelê azadîxwaz rawestin û dawî li hovîtiyê bînin.

`Sibeheke pir bi êş bû`

Welatiyê bi navê Mihemd Xêr Izet jî şehîdên komkujiya Qamişlo û tevayiya şehîdên azadiyê bîr anîn û wiha got: “Di dema teqînê de ez nêzî cihê wê bûm. Ji nişka ve her tişt li pêşiya çavên min reş bû û ji ber zexta zêde ya teqînê çawa ku kehrebeyê ez girtibim ketim erdê. Nikarim wê rojê ji bîr bikim. Heta sax bim wê ew roj di bîra min de bimîne. Sibeheke pir bi êş bû.”

`Heta nefesa dawiyê emê li ser erdê xwe bin û parastinê bikin.`

Mihemed Xêr diyar kir ku ti caran kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê bandorê li hêz û berxwedana me nakin û axaftina xwe wiha domand: “Rast e çeteyan ev komkujî û gelek komkujiyên din jî li ser gelê me kirin. Lê bi ser neketin û nikarin vîna gelê me yê berxwedêr bişkînin. Çi dibe bila bibe, emê heta nefesa dawî li ser erdê xwe bin û parastinê bikin.”

Mihemed Xêr Izet di dawiyê de got, çawa ku me çeteyên DAIŞ`ê şkandin emê hewldanên dagîrkeriya tirk jî têk bibin û wê serkeftin ya ciwan, zarok, jin, kal û pîrên me yên berxwedêr be.

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.