Mihemed Xanim /Qamişlo
Hediya Şemo: Tevî êş û azarên hatîn kişandin, gelê Şingalê bi xwe re hêza jinûavakirina Şingalê dît û li hemberî dagîrkeran serî dananî.
Êrişên qirkirinê yên li dijî Êzîdiyan di herikîna dîrokê de birêkûpêk hatine kirin. Êrişa destpêkê ya herî berfireh ya tê zanîn, sala 906’an dest pê kir û fermana herî mezin ya dawî jî sala 2014’an bû.
Şeva 2yê Tebaxa 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrişa ser Şingalê kirin. Li Sîba Şêx Xidir, Girzerik, Til Benat, Til Qeseb û Koço, bi hezaran mirovên Êzîdî hatin kuştin, bi hezaran dîl hatin girtin û revandin. Yên ji ber çeteyan reviyayîn neçar man berê xwe bidin çiyayê Şingalê. Li ser vê fermanê Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî Hediya Şemo ji me re axivî.
’Êrişên dewleta tirkî yên ser Şingalê dewama fermana 2014’an in’
Hediya diyar kir ku armanc ji komkujiyên li ser civaka Êzîdî, qirkirina gelên Kurdistanê ye û wiha axivî: “Dîroka gelê Kurdistanê û tevayiya civakên Rojhilata Navî, di civaka êzidî de ye. Bi bawerî, jiyan, dîrok, çand û hebûna xwe xwediya bîra herî kevnar ya mirovayiyê ye. Ji ber ku xwediya vê taybetmendî û baweriyê bû, ji bo desthilatdaran, bi taybetî dewletên dagîrker her tim weke civaka herî metirsîdar hat dîtin. Ev civak di gelek fermanan re derbas bûye. Fermana dawî Tebaxa 2014,an bi destê çeteyên DAIŞê pêk hat. Dewleta tirkî ya dagîrker bi erişên xwe yên domdar yên ser Şingalê, dixwaze qirkirina çeteyên DAIŞê ya ser civaka Êzîdî temam bike.”
’Êzdayî ola yekxwedayî ye’
Hediya Şemo da zanîn ku dîrok bûye şahida gelek fermanan. Lê vî gelî li ber xwe daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Fermana yekê ya li dijî gelê Êzîdî pêk hatî bi navê islamê bû ku heta niha jî dewam dike. Dîrok şahida ewqas fermanên li dijî Êzîdiyan bû lê mixabin dîrokê erkê nivîsandina berxwedana vî gelî pêk neanî û nenivîsî ka ev gel çiqas ji êrîşan bibandor bûye û çend hezar bûne gorî. Ola Êzdayî oleke yekxwedayî ye û baweriya xwe bi Xwedê tîne. Lê dewleta tirkî ya dagîrker fermanan li dijî wan dike. Fermana herî mezin ya 2014’an li Şingalê bû ku bi hezaran jinên Êzîdî bûn qurbanên wê. Sedema wê jî ew bû ku civaka Êzîdî sîstema xwe ya xweparastinê û hêzên xwe yên leşkerî ava nekiribûn ku rojeke wekî 3’yê Tebaxa 2014’an xwe biparêzin.”
’Kesên 3’yê Tebaxa 2014an civaka Êzîdî bi fermanê re rûbirû hiştîn, niha dixwazin fermanê biencam bikin’
Hediya bal kişand ser rola dagîrkeriya tirkî ya di komkujiya Şingalê de û hewldana Tirkiyê ji bo dewma qirkirina civaka Êzşdî. Herwiha diyar kir ku bêdengiya PDK’ê tê wateya hevkariya wê bi dagîrkeriya tirkî re û wiha got: ” Dema çeteyên DAIŞ’ê Mûsil dagîr kirin, ji navçeyên wê tevan herî zêde xeter li ser Şingalê çêbû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî wê ji bo Şingalê hişyarî dabû. Lêbelê PDK`ê ku Şingal xistibû binê bandora xwe, destûr nedida ti hêzên Kurdî xwe nêzî Şingalê bikin. Di dema destpêkirina êrişa DAIŞ’ê ya ser Şingalê de, nêzî 17 hezarî çekdarên PDK’ê yên li bajêr bê teqandina fişekekê vekişiyan. Wekî tê zanîn dewleta tirkî ji dîroka xwe ve heta niha bi tevayia hêza xwe dijminatiya civaka Êzîdî û baweriyê wê dike. Ji ber wê dagîrkerî êrişî Şingalê dike û pêşengên civaka Êzîdî yên mîna mam Zekî û mam Beşîr kirin amanc ”
’Civaka Êzîdî ji mirinê nasnameya xwe afirand’
Hediya da zanîn ku tevî êş û azarên hatîn kişandin, gelê Şingalê bi xwe re hêza jinûavakirina Şingalê dît û wiha got: “Bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şingalê, hêzên parastinê hatin avakirin. Ji bo civaka Êzîdî ev şoreşek bû. Bi îradeya xwe ya azad xwe bi rêxistin kir û ji bo domandina hebûna xwe li herêmê, li çand û dîroka xwe xwedî derket.”
’Xwedîderketina li Şingalê erkê her Kurdê xwedîşeref e’
Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî Hediya Şemo diyar kir ku li dijî fermanan, xweparastin û xwedîderketina li hebûna xwe mafên herî rewa yên civaka Êzîdî ne û axaftina xwe wiha qedand: “Ji civaka zîdî tê xwestin ku yêkîtya xwe xurt bike, têkoşîna xwe bidomîne û destkeftiyên xwe biparêze. Wekî ola Êzdayî dibêje ”serê her sera itîfaq e”. Herwiha li kû dera cîhanê be ji her Êzîdîyî, tê xwestin ku piştgirya Şingalê bike.





