Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Li hemberî êrişên dewleta tirkî hevgirtina gelên Iraqê pêwîst e`

31/07/2022
in ROJEV
A A
`Li hemberî êrişên dewleta tirkî hevgirtina gelên Iraqê pêwîst e`
Share on FacebookShare on Twitter

Xalid Etê/Qamişlo

Parêzer û çalakvana başûrê Kurdistanê Çîro Şiwanî da zanîn ku dewleta tirkî bi komkujiyên welatiyan sînor tev derbas kirin û got, pêwîst e li hemberî êrişên dagîrkeriya tirkî gelên Iraqê hevgirtî tê bikoşin.

Dewleta tirkî ya dagîker 20’ê vê mehê li Gundê Geştiyarî Perexê yê Zaxo li dijî walatiyan komkujiyek kir û di encamê de 9 welatiyên Ereb ku di nava wan de 3 zarok jî hebûn şehîd bûn û 33 jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişa Zaxoy û bertekên li dijî vê êrişê, parêzer û çalakvana başûrê Kurdistanê Çiro Şiwanî ji me re axivî. Şiwanî êriş û kiryarên dewleta tirkî yên hovane şermezar kirin.

`Dewleta tirkî serweriya Iraqê binpê dike`

Çiro Şewanî teqez kir ku ji ber êrişên Tirkiyê, li her qadê ziyan û kuştin çêdibin û ev nirxandin kir: “Ev ciyê êriş lê hatî kirin, ciyekî geştyarî bû û ev jî ne cara yekê ye ku dewleta tirkî êrişî ciyê sivîlan dike. Berî niha li Kanîmasî ya Silêmaniyê û gelek ciyê din jî êrişî sivîlan kir.”

Parêzera ji başûrê Kurdistanê herwisa ji aliyê qanûna navneteweyî ve êrişên Tirkiyê yên bênavber yên ser başûrê Kurdistanê nirxandin û got, êrişkar bi êrişên xwe, sînor tev derbas kirin. Serweriya Iraqê binpê dike û li dijî pîvan, qanûn û peymana Cinêvê tev digere. Heta di qanûn û pîvanên rewşên şer de jî, mafê Tirkiyê nîne êrişî welatekî din ku ti zirar jê nedîtiye bike. Ji ber wê mafê Iraqê yê gilîkirinê heye.

`Armanca êrişan jinûve dîzaynkirina Lozanê ye`

Çiro Şiwanî herwisa diyar kir ku dewleta tirkî xwediya proje û planên dagîrkeriya Iraqê ye û axaftina xwe wiha domand: “Her kes dizane ku dewleta tirkî bi êrişên xwe yên lser Iraq û başûrê Kurdistanê, dixwaze dagîrkeriya xwe ya berî Lozanê vegerîne. Herwiha li ser haman projeyê êrişî rojavayê Kurdistanê jî dike.”

`Divê Iraq maf û erkê xwe weke dewlet bi kar bîne`

Çîro şiwanî herwiha bal kişand ser erkê dewleta Iraqê û axaftina xwe wiha domand: “Li hemberî van êrişan divê Iraq, mafê xwe wek dewlet bi kar bîne û zorê bide Tirkiyê ku êrişên xwe rawestîne. Vê jî dikare bi riya dadgeh û qanûna navnetewyî bike. Iraq herwiha dikare bi riya aborî bersiva Tirkiyê bide û madeyên Tirkiyê li bazarên xwe qedexe bike. Ji ber wê derfetên ku Iraq pê bersiva Tirkiyê bide di qada leşkerî, siyasî û aborî de hene. Bi siyaseteke wisa wê derbeke mezin li Tirkiyê bixe.”

`Li hemberî êrişan pêwîst e gelên Iraqê hevgirtî bin`

Çalakvan û parêzera ji başûrê Kurdistanê Çîro Şiwanî da diyarkirin ku gelê Iraqê eger bi yekîtiya xwe nebin xwedîhelwest metirsiya dagîrkirina welat heye û axaftina xwe wiha qedand: “Banga min ji bo gelên Iraqê heye ku yek bin bin û li hemberî êrişên dewleta tirkî hevgertî bin. Lewra ji her demê pirtir pêwîstî bi hevgirtinê heye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.