Rejima Îran Tirkiyê dixebitin xelkê Rojhilatê Kurdistanê Kurd û Azeriyan berde hve.
Li gorî agahiyên bi dest ketîn, ji ber rêgiriya avê ya ji aliyê Azeriyan ve ku devera Poldeşt ya 50 km. ji bajarê Makû dûr e ku taybet gundên Sarûx Otîx, Qelaş Lanmîş û Daylan Kind sûdê jê digirin, nerazîbûn hatin nîşandan.
Kurd diyar dikin ku zilmeke eşkere li wan tê kirin û vê qebûl nakin. Kurd dibêjin ji ber rêgiriya avê ya li Poldeştê ava li nava dilê gundên me tê, ne em dikarin ji bo çandiniyê û ne jî ji bo heywanan bi kar bînin.
Hin çavkaniyên herêmş wiha dibêjin: “Çavkaniya van nakokiyan dewleta Tirkan û sîxûrên li herêmê ne ku dixwazin aramiya pêkhateyên herêmê tine bikin. Dixwazin Kurd û Azeriyan berdin hev.”
Çavkanî diyar dikin ku li gel gelaciya dewleta Tirkan, daxuyaniyên hinek rayedarên Azerî rewşê aloztir dikin û dixwazin mijarê bixin mijara Kurd û Azeriyan. Li ser vê berî çend rojan li bajarê Poldeşt û çend gundan di navbera Kurd û Azeriyan de şer derket û çend kes birîndar bûn.”
Çavkaniyan piştrast kir ku li ser propagandaya Tirkiyê hin ji Azariyên bajarê Tewrêz û bajarên din ji ber vê mijarê berê xwe dane wan gundan û gotin, li hemberî vê komek ciwanên Kurd ji bo xwe biparêzin amadekarî kirine. Hat diyarkirin ku hinek ji welatiyên van gundan ji aliyê rejima Îranê ve hatine destgîrkirin.
Navê hinek kesên hatîn destgîrkirin wiha ne: “Qudbedîn Elî (45) ji gundê Otîx, Qudbedîn Hisên (45), Omîd Korî Koçerî (33), Tacetîn Emîn (50) û Zahir Mihemed (60).”
ANF