Mihemed Xanim / Qamişlo
Mihsin Ewedelah diyar kir ku dagîrkeriya tirkî li ser tevayiya welatên Ereban xeter e û got, yekîtiya gelê Kurd û Ereb ji hêzên dagîrker re mirin e.
Dewleta tirkî ya dagîrker ser 10 salan re ye di karûbarê Sûriyê de destwerdanê dike. Beşeke mezin ji xaka Sûriyê dagîr kiriye û ew herêm ji bo çeteyên weke DAIŞ`ê û El-Nusra kiriye stargeh. Li herêmên dagîrkirî gelek avayiyên mêtîngeriyê ava kirine. Dagîrkeriya tirkî bi alîkariya hêzên Navneteweyî planên xwe yên dagîrkeriyê didomîne. Li ser xetera dewleta tirkî û preojeyên wê yên dagîrkirina Sûriyê, rojnemevanê Misrî Mihsin Ewedelah ku rêveberê rojnamweya El-Şemis News’e ji me re axivî.
’Projeyên dagîrkirinê yên dewleta tirkî li ser welatên Ereban pir xeter in’
Mihsin diyar kir ku êrişên dewleta tirkî ya dagîrker li ser tevayiya welatên Ereban xeter in û wiha got: “Êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser Iraq û Sûriyê aramiya welatên Erebî dixe xeterê. Kiryarên Tirkiyê li ser yekîtî û ewleyiya welatên Ereban xeter e. Pêwîst e ev welat hewlesta xwe nîşan bidin û bêdeng nemînin. Herwiha divê ragihandina Erebî balê bikişîne ser xapandinên dewleta tirkî yên ser gelê Ereb. Dewleta tirkî xwe wek parêzera Misilmanab û doza Filistînê nîşan dide, lê di dijminatiya welatên Erebî de hevkara Amerîka, Israîl û NATO ye. Çi welatê ku dewleta tirkî destwerdanê lê dike, weke Sûriyê, Libya û Yemenê, li wir çeteyan perwerde dike û wî walatî xirab dike. Dewleta tirkî herwiha dixwaze li Sûriyê jî aramiya herêmê têk bibe û Imparatoriya Osmanî ji nû ve ava bike.”
’Hevkariya bi dewleta tirkî re xiyaneta li xak û welat e’
Ewedelah da zanîn ku welatê herî zêde rewşa Sûriyê ber bi aloziyê ve birî Tirkiye ye û wiha dirêjî da axiftina xwe: “Bê destwerdana Tirkiyê, wê aloziya Sûriyê berî çend salan bi dawî bibûya. Vekirina sînorên xwe ji gropên Islamiyên radîkal re û anîna wan ji bo nava xaka Sûriyê, bû sedema berûvajîkirina pêvajoya şoreşa Sûriyê û şer gur kir. Bi riya çeteyên xwe pevçûnên mezhebî derxistin û ev kete xizmeta dagîrkeriya tirkî.”
Ewedelah da xuyakirin ku dewleta tirkî ya dagirker li ser gêlên Sûriyê polîtîkayeke xirab dimeşîne û wiha domand: ”Êrişên dagîrkeriya tirkî bûne sedema wêrankirina Sûriyê. Erdogan gelek kiryarên li dijî mirovayiyê kirine û dijî gelê Sûriyê komkujî kirine. Piraniya Sûriyan rastiya planên dewleta tirkî dizanin. Çi Kurd çi Ereb yên bi dewleta tirkî re hevkariyê bike xiyanetê li xak û welatê xwe dike. Erdogan wan ji bo xizmeta xwe bi kar tîne. Piştî qedandina armancên xwe wê wan biqewitîne.”
’Dewleta tirkî ji bo kûrkirina krîzê li Rojhilata Navî hatiye erkdarkirin’
Ewedelah bal kişand ser desteka Tirkiyê ya komên çete û wiha axivî: ” Ji bo belavkirina krîzê li Rojhilata Navî Tirkiye ji aliyê dewletên Rojavayî ve hatiye erkdarkirin. Eger li herêmên Rojhilata Navî ewleyî û aramî pêk werin, wê ev dewlet nikaribin dewlemendiya Rojhilata Navî kontrol bikin. Libya û Iraq mînakên berbiçav in. Her kes dizane ku dewleta tirkî terorîstan ji bo armancên dagîrkeriyê bi kar tîne û ji bo van planan NATO destekê dide Tirkan.”
‘Serçeteyên DAIŞ’ê yên hatîn kuştin tev li herêmên di binê kontrola Tirkiyê de dihatin parastin’
Ewedela diyar kir ku dijminatiya dewleta tirkî ya bi Kurdên azadîxwaz re, ne tiştekî nû ye û wiha axivî: “Bi armaca tinekirina gelê Kurd, Tirkiye rebazên bêexlaq bi kar tîne. Li kîjan aliyê cîhanê Kurdek hebe, wê Erdogan êrişî wî bike. Erdogan beşdarî çi civînê dibe gefan li destkeftiyên Kurdan dixwe. Dibêje Kurd terrorist in. Lê cîhan tev dizane ku Kurd daxwaziya mafên xwe dikin û yên destekê didin terorê dewleta tirkî ye. Tevayiya berpirsên çeteyên DAIŞ’ê li herêmên di binê kontrola Tirkiyê de hatine kuştin û bi sedan jî heta îro dewleta tirkî wan diparêze.”
’Projeya Rêveberiya Xweser ya Domokratîk kilîta çareseriya krîza Sûriyê ye’
Rojnemevanê Misrî Mihsin Ewedelah ku rêveberê rojnamweya El-Şemis News’e, ji Reveberiya Xweser xwest bi gelê Ereb re têkiliyên xwe xurt bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ji Rêveberiya Xweser tê xwestin ku bi gelê Ereb re têkiliyên xwe xurttir bike. Di navbera gelê Ereb û rêjimên desthilatdaran de cudabûneke mezin heye. Eger Rêveberiya Xweser bikare projeya xwe ji gelê Ereb re zelal bike, wê piştgiriya piştgiriya wê bike. Herwiha pêwîst e bi kesayetên li ser asta cîhanê xwedîbandor re têkiliyan bihêz bike. Divê em projeya Netweya Demokratîk ji bo gelên herêmê bidin nasîn. Ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd tê xwestin ku bi rewşenbîrên cîhanê re têkiliyê daynin. Wê yekîtiya gelan nehêla xewn û daxwaziyên Tirkan bigihin encamê.”