Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Orkêstra Zarokan ya Rojava konsêra stiring û piyano li navenda Mihemed Şêxo li dar xist
Îro (30`ê Tîrmehê) saet 7`an li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo bi rêvebirina hunermenda cîhanî Mizgîn Tahir Orkêstra Zarokan ya Rojava, bi amadebûna bi dehan hezkeriyên hunerê, konsêra stiring û piyano li dar xist.
Zarokên Orkêstra bi Sirûda Ey Reqîb Konsêr dest pê kirin. Pişt re stirana `Genimo` ji hêla wan ve hat gotin. Herwiha beşê stiringê jî bi saz û awazên cuda konsêr xemilandin.
Di dawiya konsêrê de, beşê Stiringê yê Orkêstra Zarokan ya Rojava, ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve hatin xelatkirin.