Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jiyana girtiya siyasî Saada Khedîrzadeh û pitika wê di metirsiyê de ye!

30/07/2022
in NÛÇE
A A
Jiyana girtiya siyasî Saada Khedîrzadeh û pitika wê di metirsiyê de ye!
Share on FacebookShare on Twitter

Girtiya siyasî ya Saada Khedîrzadeh ya bi dozek tijî bêhiqûqiyan hîn di girtîgehê de ye. Saada ku di meha 8’emîn a ducaniyê de zarok anî, beriya ku tedawiya wê biqede dîsa wê şandin girtîgehê û niha jî tenduristiya pitika wê di xetereyê de ye.

 

Girtiya siyasî ya li Girtîgeha Urmiyê Saada Khedîrzadeh li di Qawûşa Jinan a Girtîgeha Navendî dimîne. Girtiya siyasî ya ku di meha 8’an a ducaniyê de pêşwext doxûm kir û pitika xwe bi sezaran anî cîhanê, beriya ku tedawiya wê bi dawî bibe dîsa şandin girtîgehê. Rayedarên nexweşxaneyê der barê serpêhatiya Saada Khedîrzadeh ku di dema mayîna wê ya li nexweşxaneyê de bi dest û lingên bi nivînan hatibû girêdan, daxuyaniya “ferzkirina girtîgehê” dan.

Ji lênerîna tibî bêpar tên hiştin

Çalakvan Saada Khedîrzadeh ku di dema ducaniyê de di bin şert û mercên nehijyenîk de hat ragirtin, niha jî neçar dimîne ku bi pitika xwe ya yek mehî re di heman şert û mercan de bimîne. Her wiha rêveberiya girtîgehê çalakvan û pitika wê ji tenduristiyê bêpar dihelê.

Ji jiyana xwe bi fikar e

Saada Khedîrzadeh ji bo şermezarkirina şert û mercên pê re rû bi rû maye di dema ducaniya xwe de 11 rojan greva birçîbûnê de pêk anî bû û piştî nexweş ket neçar ma ji ber tenduristiya pitika xwe dihelê. Daxwaza çalakvan ya bê girtin darizandin jî, heta îro bêyî hincet were nîşandan tê redkirin. Saada Khedîrzadeh ya ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare pitika xwe bi şîrê dayikê xwedî dike, ji ber şert û mercên nehijyenîk ya pitika wê jî dijî, ji jiyana xwe bi fikar e.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bal kişandî bû li ser bêhiqûqiyan

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî, diyar kiri bû ku girtina çalakvana siyasî binpêkirina pîvanên darizandina bi adilê û demek dirêj bêyî zanîna sedemên girtine hat binçavkirin û  ji ber ku gihandina wê ya parêzer hat astengkirin, li gorî yasayên navdewletî wek keyfî tê dîtin. Saada Khedîrzadeh di 14’ê Cotmeha 2021’an de li Pîranşehrê hatiye girtin, 12 rojan li girtîgeha Urmiyê hatiye lêpirsîn kirin û ji girtîgehê re hatibû sewq kirin. Girtiya siyasî, qeydek deng ya tenduristiya xwe û şert û mercên tê girtin vedibêje ji malbata xwe ragihandibû û wiha gotibû, “Ez li girtîgehê têm dîl girtin. Berdana min tê astengkirin.”

JINHA

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.