Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo derhênerê Îranî Muhammed Resûlof cezayê girtîgeh û qamçî hat dayîn

13/05/2024
in NÛÇE
A A
Ji bo derhênerê Îranî Muhammed Resûlof cezayê girtîgeh û qamçî hat dayîn
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Derhênerê navdar ê Îranî Muhammed Resûlof ku fîlma wî ya dawî dê di Festîvala Fîlman a Cannesê de were nîşandan, ji aliyê dadgeheke Îranê ve bi 5 salan cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Parêzerê Resûlof Babak Paknia di peyama ku li ser X’yê weşandin de, diyar kir ku derhênerê ku di festîvalên navneteweyî de gelek xelat wergirtiye, bi cezayên mîna girtîgeh, qamçî û pere hatiye cezakirin û dest danîne ser mal û milkên wî. Ev biryar ji aliyê medya fermî ya Îranê ve nehate ragihandin.

Parêzer Paknia, ragihand ku dadgehê 8 sal cezayê girtîgehê daye ku 5 sal ji wan tê bi cih anîn û got ku ev ceza di îtîrazê de di dîrokeke nediyar de hatiye erê kirin.

Di meha Gulanê de li başûrê rojavayê Îranê avahiyek hilweşîbû û di encamê de 40 kes miribûn. Derhênerê 52 salî Rasûlof bi hinceta tewşîqkirina protesto ya li dijî vê bûyerê di Tîrmeha 2022’yan de hatibû girtin.

Piştî vê trajediyê, komek sînemagerên Îranî bi pêşengiya Muhamed Resûlof nameyeke vekirî weşandin û bang li hêzên ewlekariyê kirin ku li pêşberî hêrsa neteweyî ya li dijî “gendelî” û “bêkêriyê” yên berpirsyaran, ‘çekên xwe deynin.’

Festîvala Fîlman a Cannesê ya 77’emîn ku wê di 14’ê Gulanê de li başûrê Fransayê dest pê bike, fîlma nû ya derhênerê Îranî ya bi navê “The seed of the sacred fîg” li bijareya xwe zêde kir.

Derhênerê Îranî di sala 2017’an de li Cannesê xelata ‘A Man of Integrity’ û paşê jî di sala 2020’an de jî xelata ‘The Devil Does Not Exist’ wergirt.

Rasûlof di sala 2023’yan de weke endamê Jûriyê ji bo Cannesê hatibû vexwendin, lê belê ji ber qedexeya rêwîtiya dervî welat nekarî tevlî vê xebatê bibe.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.