Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Îranê li dijî şarpe çalakiya serhildanên sivîl destpêkir

27/07/2022
in Uncategorized
A A
Jinên Îranê li dijî şarpe çalakiya serhildanên sivîl destpêkir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nuçeyan/Qamişlo

Li Îranê roja 12’ê Tîrmehê jin li hemberî ‘roja netewyî ya şarpe girêdanê’ ya ku li ser jinan tê ferzkirin, çalakiyên serhildanên sivîl pêkhanin. Ev çalakiyên xwe bi navê ‘No2Hijab’ li ser medya dijîtal weke dîmen belav kirin.

Jinên Îranê qedexeyan binpê dikin!

Piştî Şoreşa Îslami ya Îranê 12’ê Tîrmahê wek roja Şarpe ya Namusê ya jinan hat diyarkirin û ji wê rojê ve her sal 12’ê Tîrmehê ji aliyê rejîma Îranê  ve wek roja şarpe girêdan û ya namusê tê pîroz kirin. Lê îsal di 12’ê Tirmehê de jinên Îranî li seranserê Îranê li dijî ferzkirina girêdana şarpe, çalakiyên Serhildanên Sivil ya Hevbeş rêxistin kirin.

 

Jinên Îranê ji roja 12’ê Tîrmehê heta îro li seranserê welat li dijî farzkirina ‘roja şarpe girêdan û namûsê ya neteweyî’ ya ku bi zordarî ji aliyê rejîmê ve dihat pêkanîn, çalakiyên serhildanên sivîl pêş dixin.

Jinên tevlî çalakiyan dibin, girtin û cezayên madî jî digrin berçav û li daireyên fermî şarpeyên xwe derdixin û hemû jinên İranê teşwiq dikin ku li dijî vê ferzkirinê derkevin. Her wiha dîmenê van çalakiyan li ser medya civakî(dîjîtal) belav dikin. Di piraniya van dîmenan de jin nasnameyên xwe û rûyên xwe venaşêrin; ew xeteriya gilîkirina muhafizên şoreşê digrin berçav û gelek caran tên girtin. Dema jinên çalakvanên Îranê tên girtin tê zanîn ku ji cezayê madî heta bigîje cezayê zindanikirinê ihtimal heye.

Jinên çalakvan bang li Hemû jinan kirin

Li gorî nuçeya li rojnameya Îranê ya bi navê ‘Serbestiyet’ de cih girtiye, di çarçoveya çalakiyan de jin li sazî û cîhên fermî, marketan û li otobusên nav bajar şarpeyên xwe derxistin û van dîmenan bi videyo qeydkirin û li ser medya dijîtal belav kirin. Piraniya van jinên ku tevlî çalakiyan bune rûyên xwe û nasnameyên xwe neveşartin, kesên ku wan hişyar dikirin û bi gilîkirina muhafizên şoreşê gef dixwarin re ketin nav niqaşan. Jinên çalakvan dîmenên ku kişandin bi navê ‘No2Hijab’ “na ji şarpe girêdan (tesettûr) re” li ser medya dijîtal parve kirin û ji bo tevlîbûna çalakiyan bang li hemû jinên Îranê kirin.

Serok komarê Îranê İbrahim Reisî, destpêka meha Tîrmehê de dabû xwûyakirin ku jinên qanûna ‘şarpe girêdanê’ pêkneynin, ewê nikarin bikevin bankeyan, otobusên nav bajer û avahiyên fermi yê hukûmetê. Her wiha da zanin ku li dijî jinên ku vê qanûnê pêk neynin wê li hember cezayên madî û dadgêhî pir bi hişkayî bê pêkanin.

Daxwûyaniyên Serok Komar çalakî xurtir kirin

Piştî daxwûyaniyên serok komarê îranê İbrahim Reisî, çalakiyên serhildanên sivîl yên jinan hin firehtir bûn. Li seranserê welat hêjmarek zêde ya jinan, hemû ceza, gef û gilîyên sîxuran girtin berçav û tevli çalakiyan bûn. Herwiha li mekanên fermî şarpeyên xwe derxistin û dimenên xwe li ser medya dîjîtal parvekirin.

Çavkani: +Gerçek

Post Views: 51
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.