Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Foruma Şoreşa Jinan bîryarên girîng bi dawî bû

26/07/2022
in Uncategorized
A A
Foruma Şoreşa Jinan bîryarên girîng bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Foruma yekê ya Şoreşa Jinan li ser asta Rojhilata Navî bi biryarên girîng têkildarî xurtkirina têkoşîna jinan di nava Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û pêşxistina hevgirtina jinan bi soza pêkanîna hevalên xwe yên ku ji aliyê dawleta dagirker ve hatine hedefgirtin, bi dawî bû.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Foruma yekemîn a Şoreşa Jinan li ser asta Rojhilata Navîn 22’ê Tîrmehê bi diruşma “Bi hevgirtina jinan em ê destkftiyên şoreşê biparêzin û pêş bixin” li Hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dest pê kir. Forum ku bi boneya deh sahiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat lidarxistin, du rojan dewam kir.

Forum bi biryarên girîng têkildarî hevgirtin û pêşxistina têkoşîna jinan di hemû qadan de bi dawî bû. Herwiha di encamnamê de hat ragihandin ku ev forme ji bo giyanê şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan hat diyarîkirin û soza şopandina rêya wan hat dayîn.

Encamnameya forumê bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Suryan Îlham Mitlî û endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Pencewîn Elî ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

”Foruma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 22 û 23’ê Tîrmeha 2022’an li bajarê Qamişlo li dar ket. Ji tevahî pêkhateyên Sûriyê 200 jin beşdar bûn. Her wiha gelek jinên ji Rojhilata Navîn û dewletên cuda bi rêya bernameya zoomê beşdarî foruma jinan bûn.

Jin û rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn, Amerîka û Ewropayê peyamên pîrozbahiyê ji bo forumê şandin û hêviya serekftinê jê re xwestin.

Forum bi boneya deh saliya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji aliyê 7 rêxistinên jinan; Kongra Star, Akademiya Jineolojî, YPJ, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyê, Yekitiya Jinên Suryan û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat organîzekirin.

Armanca sereke ya vê forumê nirxandina pêvajoyên şoreşa jinan û encamên ku bi xwe re anîn e. Her wiha da ku perespektîvên têkoşîna parastina şoreşa jinan û pêşxistina wan werin dayîn.

Di vê çarçoveyê de gelek mijarên wekî encamên têkoşîna 10 salan a şoreşê, êrişên li ser şoreş û berxwedana jinan û bandora şoreşê li ser xeta têkoşîna jinan li Kurdistanê, Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.

Fermandara YPJ û QSD’ê û YAT’ê Jiyan Tohildan û du fermandarên din ên YPJ’ê Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan piştî ji forumê vegeriyan, li hemberî wan êrişeke hovane ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin hedefkirin û şehîd bûn.

Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin û vê forumê diyarî giyanê şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan dikin û soza şopandina têkoşîna wan ya azadiya jinan, parastina hêza xweser û cewherî ya jinan didin.

Li ser bingehê nîqaşên çêbûyîn ji bo parastin û pêşxistina şoreşa jinan em gihîştin encamên girîng:

  1. Di 10 salên şoreşê de gavên dîrokî hatin avêtin û ji bo tevahî jinan destgeftiyên mezin hatin afirandin. Ev destkeftiyên şoreşa jinan ji bo tevahî cîhanê bûn hêvî. Ji bo mezinkirin û mayîndekirina vê şoreşê di foruma me de biryara bilindkirina têkoşînê hat girtin.
  2. Şoreşa jinan bi êrişên tund re rû bi rû ye û hê jî hemû armancên xwe pêk neaniye. Ji bo mîsogerkirina şoreşê pêwîst e em destkeftiyên wê her dem zêde bikin û bikin malê hemû jinan.
  3. Qanûnên jinan wek destkeftiyeke sereke ya şoreşê hat nirxandin. Ji bo pêkanîna qanûnên jinan divê ku di asta Sûriyeyê de têkoşîn bê meşandin û xurtkirin.
  4. Di asta Sûriyeyê de kombûnek wiha ya jinan pêkanîn bi xwe serkeftineke mezin e lê di heman demê de girîngiya pêşxistina tifaqên demokratîk ên jinan dide ber çav. Pêwîst e em hevgirtina jinan di asta Sûriyeyê de hîn bêhtir xurt bikin.
  5. Bi zanebûna ku şoreşa jinan berî her tiştî şoreşeke hişmendî ye em biryara bilindkirina têkoşîna hişmendiya azadiyê didin.
  6. Rizgarkirina hemû jinan ji dagirkerî, esaret û ji zindanan erka me ya sereke ye. Bi vê armancê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Bi taybetî ji bo ku bajarên wek Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne bên rizgarkirin divê em têkoşîna xwe xurtir bikin.

7.Êrîşên qirkirinê herî zêde li ser jinan tên meşandin. Divê jin li hemberî hemû cureyên êrîşê ku ji aliyê hêzên dagirker û hişmendiya zilamperest ve pêk tên xwedî hêza xweparastinê bin û divê jinek jî bê parastin nemîne.

  1. Bi zanebûna ku çareseriyeke demokratîk û mayînde bê îradeya jinan ne gengaz e divê beşdarbûna jinan di biryarên siyasî de bê mîsogerkirin û mafên jinan bi nêrîna jinan di destûra Sûriyeya pêşerojê de cih bigrin.

ANHA

Post Views: 56
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.