Darîn Silê/Qamişlo
Şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dan zanîn ku wek hêza jin ji bo her rewşê amade ne. Herwiha bang li tevayiya jinan kirin ku tevlî refên têkoşîn û şoreşê bibin û xwe ji tevayiya cureyên desthilatdarî û dagîrkeriyê rizgar bikin.
Ji bo parastina nirx û mîrasa gelê bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha Azadî û parastina Jinê 4`ê Nîsana 2013’a Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) hat damezirandin. Ev hêz wek hêzeke xweser tev digere. Di nava vê hêzê de jinên rojavayê Kurdistanê yên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Aşûr û Ermen cih digirin û li hemberî tevayiya êrişên derveyî parastina welat erkê xwe yê bingehî pêk tînin û berjewendiyên gelên Rojava diparêzin. Vê hêzê di demeke kin de serdestiya xwe ya leşkerî li seranserê Rojava nîşan da û piraniya bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê ji destê rejima Bees ya desthilatdar azad kirin. Herwiha li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê berxwedaneke bêhempa kirin û di avakirin û parastina herêmeke ewle de roleke dîrokî lîst. Ji destpêka damezirandinê heta niha gelek şer û berxwedanên dîrokî kirine û li gorî qanûnên Xweseriya Demokratîk erkê xwe yê parastinê pêk anîne. Niha jî li dijî gef û êrişên dagîrkeriya Tirkam disekine û parastina ax û destkeftiyên şoreşê yên bi saya şehîdan hatîn bidestxistin dike.
Dewleta Tirkan ya dagîrker ji bo têkbirina şoreşê û binketina pêşengên wê yên jin, heta roja îro hewl dide projeya qirkirina gelê Kurd pêk bîne. Herwiha bi êrişa ser şoreşê dixwaze hêza jinên pêşeng ji holê rake. Têkildarî gef û êrişên dewleta Tirkan, herwiha rola Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di parastina herêmê de, jinên berxwedêr yên di nava hêzên YPJ`ê de cih digirin ji me re axivîn û piştgirî û helwesta xwe diyar kirin.
`Li hemberî êrişan emê hêz û berxwedana xwe xurttir bikin`
Şervana YPJ`ê Sozdar Birîn ku ji destpêka şoreşa Rojava ve di nava YPJ`ê de cih digire wiha axivî: “Îro em di navenda şerê cîhanê yê sisiyan de cihê xwe digirin û wek hêzeke jinan rola xwe dilîzin. Herwiha got, wek şervan û jinên YPJ`ê Ji bo parasatina herêmên xwe ji dagîrkeriyê û avakirina yekîtiyeke xurt bi tevayiya jinên Rojhilata Navî û cîhanê pêdiviya me bi xweparastinê heye. Parastina li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û hêzên dagîrker jî ancax bi stratejiya şerê gel yê şoreşgerî pêk were. Çimkî li hemberî me dijminekî ku hewl dide me bixe nava pençên xwe yên qirkirinê heye. Li hemberî wê jî emê hêz û berxwedana xwe xurttir bikin û bersiva van êrîşan bidin.”
`Ew çiqas êriş bikin emê xurttir bibin`
Sozdar Birîn da zanîn ku heta roja îro jî êrîş û planên dagîrkeriyê li ser herêmê didomin û wiha axivî: “Rojane bi dehan êriş dibin. Dagîrker destdirêjiya mêjî û bedena jinan dikin, xaka me talan dikin û gelê me di komkujiyan re derbas dikin. Herwiha bi gelek rêbazan êrişên xwe yên hewayî li ser xaka me, li ser çeperên şervanên me dikin. Lê çiqas êrîş bikin emê xurttir bibin û bi her awayî hewldanên dagîrkeriyê têk bibin. Her şervana YPJ`ê di roja îro de bi fedayî û wêrekiyeke mezin li dijî êrîşên dagîrkeriyê têkoşîna azadiyê dike. Çimkî em jinên YPJ`yê di her rewşê de û tevî zor û zehmetiyan li ber xwe didin û emê li ber xwe bidin jî. Em ji bo her rewşê amade ne. Herwiha got, me hêza xwe ji şehîdên xwe girtiye. Şehîdên me riya têkoşîn û rastiyê nîşanî me dane.”
Şervana YPJ`ê Sozdar Birîn di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku tevlî refên têkoşîn û şoreşê bibin û xwe ji her rengê desthilatdarî û dagîrkeriyê rizgar bikin.
`Pêwîstî bi hêza Gelê Şoreşger heye`
Şervana bi navê Alaa Zagros jî got, ji bo ku em dagîrkeran têk bibin û parastina nirxên şoreşê bikin, pêwîstî bi hêzeke mezin ya gel heye û ev li axaftina xwe zêde kir: “Wek hêzeke jinan ya parastinê em erkê xwe pêk tînin. Lê di vê rewşê de hêza me tenê têrê nakê, pêwîstî bi hêza Gelê Şoreşger heye. Eger gel li kêleka me parastinê neke, wê rewş ber bi xirabûnê ve biçe. Hêza me bi hêza gelê me temam dibe. Çawa ku masî bê av nikarin bijîn, em jî bê gelê xwe nikarin bijîn.”
`Emê dagîrkeriyê bi dawî bikin`
Alaa Zagros di dawiyê de got, erkê me ye em welatê xwe biparêzin, heta ku em dagîrkeriyê ji xaka xwe dûr bixin. Ji bo her rewşa awarte jî, em bi fikrî, ruhî û fîzîkî amade ne. Wek jin çawa ku me fikrê desthilatdar şkand û pêşî lê girt, emê dagîrkerî jî bi dawî bikin.