Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Atolyeya Şehîd Delîla: Fêrgeha hûnerî ya zarokên Mexmûrê 

26/07/2022
in Uncategorized
A A
Atolyeya Şehîd Delîla: Fêrgeha hûnerî ya zarokên Mexmûrê 
Share on FacebookShare on Twitter

Atolyeya Şehîd Delîla ya Wargeha Mexmûrê 18 sal in tevî şert û mercên zehmet û bêderfetiyan bênavber xebats xwe ys çand û huner dimeşîne. Hevberdevka Atolyeyê Hêvî Bûldan dibêje; “Tenê armanca me parastina çanda Kurdî û perwerdekirina ciwanan e.’

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji 2004’an ve, ango 18 sal beriya niha ji aliyê komek ciwanên wargehê ve ji bo zarok, xwendevan û ciwanên wargehê atolyeyek a hunerî ya bi navê ‘Atolyeya Şehîd Delîla’ hat vekirin. Di nava van 18 salan de bi sedan zarok û ciwanên wargehê ruxmê hemû êriş û bê derfetiyan jî xwe fêrî xêzkirina wêneyan kirine û êşên civaka xwe bi xêzkirina tabloyan zindî hiştine.

Atolyeya Şehîd Delîla girêdayî Wexfa Jinan a Wargeha Mexmûrê ye. Her du heftiyan carekê bi fermî tekmîlên xwe digirin û civînên xwe li dardixin. Di tekmîl û cîvînên xwe de pirsgirêkên heyî nîqaş dikin, çareserî avadikin û li gor wê xebatên xwe didin meşandin. Her wiha ji aliyê Atolyeyê ve, di her betlaneya dibistanan de dewreyên perwerdê tên li darxistin û bi sedan zarok û ciwanan ji bo pêşerojê tên perwerde kirin. Her wiha her sal ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 4’ê Nîsanê de pêşengehekî vedikin û bi sedan berhemên çand û hunerî di wê pêşengehê de tên pêşkêşkirin. Pêşengeha 4’ê Nîsanê êdî bûye çandek ya wargehê û beriya 4’ê Nîsanê amedekariyên mezin ji bo pêşengehê tên kirin.

Bi sedan ciwanên wargehê xwe di atolyeyê de pêşxistine û mirov dikare bêje hindek ciwanan zaroktiya xwe di vê Atolyeyê de derbaz kirine. Hevberdevka Atolyeya Şehîd Delîla, Hêvî Bûldan yek ji wan kesane ye ku ev 10 salin ji zaroktiya xwe ve bê navber di atolyeyê de xwe pêş dixe û zarokan perwerde dike.

‘Şûna ku bi telefonan re mijûl bibin, tên gel me xwe fêrî hunerê dikin’

Hevberdevka atolyeyê Hêvî Bûldan têkildarî xebatên atolyeyê ji rojnama Rojev a Mexmûrê re axivî û anî ziman ku ew hem perwerde dibînin û hem jî perwerde dikin û got: “Ji vekirina atolyeyê heta niha kesên ku dibistana xwe diqedînin û dixwazin pêşbikevin, tên vir perwerde dibînin û perwerde didin zarokan. Armanca me ji vê xebatê ewe ku ti kes hunera xwe di hindirê xwe de veşartî nehêle û hestên xwe birijînin ser rupelên spî. Em wek endamên atolye di her betlaneya salane ya dibistanan de, dewreyên perwerdê didin destpêkirin û gelek zarok tevlî perwerdeyê dibin. Li şûna ku zarok bi telefon û înternetê re mijûl bibin, tên gel me û xwe fêrî hunerê dikin. Ya rast, dikevin wê ferqê ku hunerek a wan heye. Xêzkirina pênûsa reş û tabloyan gelek bala zarokan dikişe.”

Li gor pergala KCK’ê xebat dikin

Hêvî Bûldan ferqa di navbera pergala ku ew têde dijîn û ya dewletê bibîrxist û diyar kir ku li her derê cîhanê perwerdeyên hunerî bi pere tê kirin, lê li wargehê tiştek wisa nîne û wiha pêde çû: “Em hemû bê beramber dewreyên perwerdeyan didin destpêkirin. Heta niha bi sedan zarok û ciwanên wargehê cewhera xwe ya hunerî naskiriye. Atolyeya Şehîd Delîla li gor sîstema KCK’ê bi rê ve diçe. Em girêdayî Wexfa Jinên Wargehê ne û her du heftiyê carekî em tekmîla xwe didin Wexfê. Her wiha em bi kombûn, tekmîl û civînan pirsgirêkên xwe çareser dikin.”

‘Pêşengeha 4’ê Nîsanê bûye çandek’

Her wiha Bûldan qala rojên taybet, wek 4’ê Nîsanê kir û diyar kir ku Atolyeya Şehîd Delîla her sal pêşengehek a 4’ê Nîsanê li vedike û wiha peyîvî: “Pêşengeha 4’ê Nîsanê êdî bûye çandek ya wargehê. Em ji bo 4’ê Nîsanê di destpêkê de li dibistanan pêşbirkek a hunerê didin destpêkirin û li gor wê berheman ji didin komkirin. Her wiha em jî beriya 4’ê Nîsanê xebatek hevbeş û mezin didin pêkanîn û wêneyên Rêber Apo, şehîdan, jinên têkoşer, xweza û bi giştî rastiya Kurdewarî didin xêzkirin.”

‘Ji modern zêdetir civakî ne’

Hêvî anî ziman ku ew di hunera xwe de rastiya civaka Kurd xêz dikin û ev mînak da: “Di 4’ê Nîsanê de ji aliyê xwendevanekî ve tabloyek hatibû çêkirin û gelek bala civaka me kişandibû. Ji ber ku di tabloya xwe de êrişa dewleta Tirk a li ser wargehê xêz kiribû. Her wiha çand û hunera jinê, êş û azarên jinê kişandî tên xêzkirin. Heman demê de di piraniya berheman de êş û azarên civakê tên rijandina ser rupelan. Ji tabloyên modern zêdetir, em rastiya civaka xwe xêz dikin. Beriya rêgiriya li ser wargehê, me gelek pêşengeh li Hewlêr, Silêmanî û cihên din vedikirin. Her wiha berhemên me diçûn ji derveyî welat û li wan deran rastî eleqederiyek mezin dihat. Lê piştî rêgiriyê me ne karî em xebatên xwe wisa bidin ji derve.  Lê ev rêgirî ji me re nebûye asteng û nabe asteng jî. Yek armanca me heye, fêrkirin û parastina çandê ye. Ji bo vê çi bibe bila bibe, emê xebatên xwe bidin berdewam kirin.”

‘Emê heta dawî xwedî li destkeftiyên civaka xwe derbikevin’

Herî dawî Hevberdevka Atolyeya Şehîd Delîla, Hêvî Bûldan da zanîn ku berhemên tên firotin dibe dahata atolyeyê û wiha axaftina xwe domand: “Sîstema me ne wek sîstemên din takekesiye, li gel me bi hev re xebat meşandin heye. Em komek ciwanên wareghê ne, di hêla madî û manewî de em bi hev re dibin alîkar. Dahatek an jî alîkariyek ji me re ji derve nayê. Em girêdayî Meclîsên xwe ne û li gor wê di nava hemahengiyekî de xwe didin rêvebirin. Mirov dikare bi rêya hunerê çanda Kurdî biparêze. Ji bo wê ez bang li ciwan û bi taybetî civaka Kurd dikim, ji bo çandek rast û parastî, xwedî li hunera Kurdî derbikevin û cewherê xwe nas bikin. Her wiha çanda xwe bidin fêrkirin û xwedî lê derbikevin. Wek Atolyeya Şehîd Delîla jî emê heta dawî ji bo civaka xwe têkoşîn bikin û xwedî li destkeftiyên civaka xwe derbikevin.”

ROJNEWS

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.