Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çîroka Cûdî û giyayê sebrê…hevaltî ye ne ji bo firotinê ye

26/07/2022
in Uncategorized
A A
Çîroka Cûdî û giyayê sebrê…hevaltî ye ne ji bo firotinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Xalid Etê/Qamişlo

Bi heskirina xwezayê re, Cûdî dest bi rêwîtiya komkirina giyayê sebrê dike. Dibêje, min heskirineke bêhempa bi giyayê sebrê re dît. Ji ber wê hevatiya min bi wan re çêbû. Lê ev hevaltî jî ne ji bo firotinê ye.

Hevaltiya bi giyayê sebrê re…

Cûdî Hesen (27) ji bajarê Qamişlo ye û endezyarê petrolê ye. Niha di şaneşîna mala xwe de giyayê sebrê xwedî dike. Li ser heskirina xwe ya giyayê sebrê, ji me re wiha axivî: “Berî çar salan dema min li zanîngeha Humisê dixwend, heskirina min ya giyayê sebrê çêbû. Jixwe ji destpêkê ve ez girêdayî xwezayê bûm. Em bêjin çima giyayê sebrê? Giyeyeke her tim şîn e û ji aliyê teşeya xwe ve jî xwediya bedewiyeke bêhempa ye. Herwisa kulîlkên wê jî pir bedew in. Ya din ku navê xwe jî jê girtiye `Sebir`, ev jî taybetiyeke ku dihêle mirov jê hes bike. Dema di nava wan de bim, enerjiya min ya neyînî namîne û hêzeke erênî dide min û di navê de mest dibim. Ya rast heskirineke dualî ye.

`220 giyayên sebrê li cem min in û hê wan kom dikim`

Cûdî komkirina giyayê sebrê li Humsê bi tayekê dest pê dike û niha nêzî 220 jê bi 150 cureyî xwedî dike. Ji bilî komkirina û kirîna vî giyayî, bixwe wan fitrûm dike û ev agahî bi me re parve kirin: “Ez weke ruh li wan dinêrim û weke hevalên min in. Ji bo wê ne ji bo bazirganiyê wan xwedî dikim. Lê dibe ku wan biguherînim. Ango ji bo anîna cureyên din dibe ku wan bifiroşim. Jixwe ji bo komkirin û pirkirina vê komê dixebitim. Lewra li cîhanê 25.000 hezar cureyên vî giyayê hene. Ez hewl didim gelekan ji wan kom bikim. Lê derfetên aborî û ji bo xwedîkirina wan ciyê guncaw jî dibin asteng.”

`Şînkayiyê belav bikin`

Cûdî, bi rûgeşî û heskirineke bêhempa, di heman demê xemgîniya li ser rûyê xwe axaftina xwe wiha qedand: “Ez dikarim vê bêjim; em û bajarên me ji her tiştî pirtir, pêwîstiya me bi şîntayiyê heye. Mixabin çanda çandiniyê di hişmendiya piraniya me de genim, ce û hwd e. Ev hişmendiyeke şaş e. Hêvî dikim ku li her derê şînkayî û dar bên çandin û li xwezayê xwedî derkevin û biparêzin.

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.