Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk Ya Dagirker Mesrur Barzani Erkdar Kir!

26/07/2022
in ROJEV
A A
Dewleta Tirk Ya Dagirker Mesrur Barzani Erkdar Kir!
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Li gor agahiyên ku ajansa rojnews dest xistîn, Serokê hikûmeta Herêma başurê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca kêmkirina nerazîbûnên Iraqê li dijî dewleta Tirk û her wiha ji bo lihevkirinek veşarti,  li ser daxwaza dewleta Tirk serdana Bexda’yê kiriye.

 

Mesrûr Barzanî Li Ser Daxwaza Dewleta Tirk Serdana Bexda’yê Kir

24’ê tîrmehê hem wextê rûniştina parlementoya Iraqê ya li ser komkujiya dewleta Tirk a Zaxo’yê Serokê Hikûmeta Herêma başurê Kurdistanê ji nişka ve serdana Bexda’yê kir.

Li gorî çavkaniyeke siyasî ya Iraqê ku rojnamevanê rojnews dest xistî, hat diyarkirin ku armanca serdana ji nişka ve ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexda’yê gotûbêjkirina komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo’yê û kêmkirina nerazîbûnên li dijî artêşa Tirk bûye.

Herwiha li gorî van agahiyan, Mesrûr Barzanî li ser daxwaza rayedarên dewleta Tirk serdana Bexda kiriye û rola qasidiyê lîstiye.

 

Mesrur Barzani Bi Bexda’yê Re Bazara Çi Kir ?

Li gorî çavkaniyên heyî dewleta Tirk bi rêya Mesrûr Barzanî peyam gihandiye rayedarên Iraqî û ji wan re gotiye, ‘Eger ew biryarên tund ên li dijî dewleta Tirk nedin û gavên dijberê Tirkiye ku bixin tengaviyê ne avêjin, dewleta Tirk amadeye tazmînatê bide malbatan!’

Her wiha hate zanîn ku Iraq weke helwestek dijî dagirkeriya Tirk dixwaze deriyê sînor yê Îbrahîm Xelîl bigire, lewma Barzanî ji bo boykot li dijî Tirkiye çênebe û derî neyê girtin jî daxwaz ji Iraqê kiriye ku, pêngaveke bi vî awayî ne avêjin.

Lê ne hate zanîn, ka rayedarên Iraqê razîbûne vê mijarê li gel Barzanî gotûbêj bikin an na û her wiha bersiva wan jî ne hate zanîn.

 

Bi Raporên Fermi Komkuji Hat İspatkirin Lewra Bazarên Veşarti Destpê Kir

Hêjayi gotinêye kû piştî 20’ê mehê li Zaxo buyera kû pêk hatibu, ji aliyê heyetên fermi ya hukûmeta Iraq’ê hatibu keşfkirin ku komkuji aliyê dewleta dagirker ya tirk hatiye çêkirin, ruxmê vê heta aniha dewleta tirk ya dagirker dixwaze sucên xwe yê şer veşêre.

Dewleta tirk ya dagirker çend rojên destpêkê hewl da sucên xwe bavêje ser hereketa azadiyê lê bi raporên fermi hatê ispatkirin ku komkuji ji aliyê dewleta tirk ya dagirker hatiye kirin. Pişti ku bi raporên fermi hat ispat kirin ji bo encamê komkujiyê bê sivikkirin bi qasidiyê Mesur Barzani bazareke veşarti dixaze bimeşine.

 

Çapemeniya PDK’ê Weke Hevditinek Rutin Nişanda

Hêjayî gotinê ye, malpera Spûtnîk ya beşa Erebî jî agahiyek bi heman şêweyî îro derbas kir.

Li gorî çapemeniya PDK’ê Mesrûr Barzanî û şandeya pêre ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de serdana Bexda’yê kiriye. Li gorî ragihandina Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Kazimî û gelek rayedarên Iraqê re hevdîtin pêkaniye.

20’ê Tîrmehê dewleta Tirk da dagirkirin ku bi zanabûn geştiyarên Ereb yên li Zaxo’yê kir hedef. Di encama topbarana dewleta Tirk de 9 geştiyar jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndarbûn. Piştî komkujiyê li seranserê ıraqê xwepêşandan û nerazîbûn çêbûn. Gelek navendên serlêdana Vîzeyê yên Tirk li Iraqê hatin girtin. Iraq’ê biryar da ku balyozê xwe yê Tirkiye bikişîne. Her wiha biryara boykotkirina malê Tirkî li sernaserê Iraqê belav bû.

Çavkanî:Rojnews

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.