Mihemed Xanim / Qamişlo
Roşîn Mûsa diyar kir ku ji bo têkbirina dagîrkeriyê amade ne û got, dewleta tirkî li ser ewleyiya Rojhilata Navî xeter e. Baweriya me bi hêza me heye ku dagîrkeriyê têk bibin. Derveyî hêza me wê ti hêz me neparêzin.
Ji destpêka şoreşa Rojava ve dewleta tirkî ya dagîrker bi riya çeteyên El Qaîde û DAIŞ’ê êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Piştî têkçûna DAIŞ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyê, Tirkiye bixwe êriş dike. Dewleta tirkî û çeteyên wê di dema êrişên dagîrkeriyê yên li Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê de, li dijî sivîlan bi dehan komkujî kirin. Niha jî êrişî sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, meclisên leşkerî, nexweşxane, şaredarî û hwd dike. Li hemberî komkujiyên li ser welatiyan bêdengiya civata navneteweyî dewam dike. Li ser gef û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên Rêvberiya Xweser, Endama Meclisa Giştî ya Pratiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Roşîn Mûsa ji me re axivî.
Bêdengî û durûtiya hêzên navnetewî
Roşîn Mûsa diyar kir ku ji despêka şoreşa Rojava ve dewleta tirkî dixwaze îradeya gelên herêmê bişkîne. Herwiha da zanîn ku hêzên navneteweyî jî bi bêdengiya xwe alîkarên vê dagîrkeriyê ne û axiftina xwe wiha domand: “Destpêkê em bejna xwe li hemberî şehîdên azadiyê ditewînin. Ji bo şehîdbûna Fermandar Jiyan Tolhildan em sersaxiyê ji Hêzên Sûriya Demokratîk , gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û tevayiya azadîxwazên cîhanê re dixwazin. Êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ne nû ne, lê her dem şêwazên êrişên xwe diguherîne. Ev demek e ku bi balafirên bêmirov êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Bi balafirên bêmirov êrişî welatî, kesayetên welatperwer û berxwedêrên Rojava dike. Li hemberî van kiriyarên nemirovî hêzên navneteweyî bêdeng in û em vê bêdengiya wan şermezar dikin.”
’Rûsya, Îran û Tirkiyê ji bo têkbirina vîna azad li hev kirine’
Roşîn bal kişand ser civînên di navbera Rûsya , Îran û dewleta tirkî yên derbarê êrişên Tirkan yên ser herêmê û wiha got: “Dibe ku Rûsya û Îranê di civîna li Tehranê de, êrişeke nû ya Tirkiyê erê kiribin, lê dagîrkerî li gorî demê xwe amade dike û dibe ku dest bi êrişeke berfireh bike.”
’Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li ser xwîna gelan bazarê dikin’
Roşîn da xuyakirin ku hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavê xwe digirin û li hemberî kiryarên Tirkiyê xwe bêdeng dikin. Wiha dirêjî da axaftina xwe: ” Dewleta tirkî ya faîst di heftiyekê de çend komkujî kirin. Li Zaxo êrişî welatiyên Iraqî kir û gelek ji wan mirin. Herwiha êrişî fermandarên YPJ’ê kir û di encamê de sê hevalên YPJ’ê şehîd bûn. Li Zirganê ya girêdayî bajarê Til Temer êrişeke hovane kir û di encamê de hin welatî şehîd û birîndar bûn. Tevî ku dagîrkerî ketûber êrişî welatiyan dike, Rûsya û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û li ser xwîna gelan bazarê dikin û ji bo parastina berjewendiyên xwe gelan dikin qurban. ”
’Wê rêxstinbûna gelên herêmê û baweriya wan, şkandina dagîrkeriyê teqez bike’
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Roşîn Mûsa, bang li gelên herêmê kir ku li gorî Şerê Gel yê Şoreşgerî bixebitin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji gelên herêmê tê xwestin ku xwe birêxistin bikin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin. Li ser bingehê Şerê Gel yê Şoreşgerî, xwe ji êrişên demdirêj re amade bikin. Ji her kesî tê xwestin ku li gorî erkê demê tev bigere û tevlî berxwedana gelan bibe. Herwiha ji bilî jiyaneke azad ti tiştî qebûl nekin. Di warê têkiliyên derve de jî, pêwîst e Rêveberiya Xweser têkiliyên xwe yên dîblomasî bi kesayetên xwedîbandor û saziyên mafên mirovan yên cîhanê re xurt bikin, êrişên Tirkiyê û kiryarên wê yên hovane ji raya giştî re eşkere bikin. Lewra di vê qonaxê de rola hiqûqzan û saziyên civaka sivîl di eşkerekirina komkujiyên Tirkiyê de, pir girîng e.”