Jinên taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku jina azad û rêxistinkirî dikare li hemberî daîrkeriya Tirkiyê û çetetên wê bisekine û bang li pêkhateyên taxê kirin ku bi hevgirtin û rêxistina li gorî stratejiya şerê gel yê şoreşgerî xaka xwe biparêzin.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Têgeha şerê gel ê şoreşgerî bûye şerê parastina hebûnê û misogeriya azadiyê. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êriş û gefên derve li gorî şerê gel ê şoreşgerî tev digerin.
D i parastinê de jin xwedî roleke mezin in
Girêdayî vê mijarê, endama Koordînasyona Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nehla Mistefa diyar kir ku berxwedana Şêxmeqsûd bi saya fikrê rêber Ocalan bi ser ket, her wiha destnîşan kir ku bi destpêka kirîza Sûriyê re gel karîbû xwe bi rêxistin bike û li hember hişmendiya desthilatdariyê bisekine.
Nehla Mistefa diyar kir ku di berxwedana Şêxmeqûsdê ya sala 2016’an de, ruxmî êrişên dijwar ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser taxê, rola jinê di vê berxwdanê de mezin bû, bi taybet di warê rêxistinkirina jinan, amadekirina jêrzemînên ji bo parastina şêniyan, amadekirina xwarinê ji şervanan re û dermankirina birîndaran de.
Nehla Mistefa wiha domand: “Li kêleka rola wê ya di parastina taxê de jî, jinê bi îrade û berxwedana xwe xwe îsbat kir. Me karîbû rolekê di rêxistinkirina civakê de li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bilîzin ku li dawiyê bi hevgirtina hemû pêkhateyên taxê ji Kurd, Ereb û Xiristiyanan li hember çeteyan bi ser ketin.”
Nehla Mistefa destnîşan kir ku keç û xortên taxê ji bo destekdayîna şervanan li eniyên şer bûn û got: “Ew ji bo parastina taxê xwedî rihê berpirsyariyê bûn, bi dehan ciwan di oxira parastina taxê de şehîd bûn û li dawiyê em bi ser ketin.”
‘Divê hevgirtina gel û piştgiriya hêzên leşkerî xurtir bibe’
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Muna Mihemed destnîşan kir ku berxwedana Şêxmeqsûd bi pêşengtiya jina azad bi ser ket û got: “Jinê karîbû li hember êrişan, bi fikrê rêber Ocalan xwe biparêze û roleke wê ya mezin di perwerdekirina gel li hember dagirkeriya Tirk de hebû.”
Muna Mihemed girîngiya rêxistina jinan di koman de anî ziman û got, komek madeyên girîng peyda bike û bigihêne taxê, komeke din jî birîndaran derman bike û yeke din jî stargehan ji şêniyan re amade bike.
Girêdayî rola jinê ya di rûrbirûbûna bi êrişên dagirkeriya Tirk re Muna Mihemed destnîşan kir ku jin dikare çekê rake û civakê bi rê ve bibe, gava jin li kêleka hêzên xwe disekine bêguman ew bi ser dikeve.
Muna Mihemed wiha domand: “Şêniyên herêmê bi mêr û jinên xwe amade ne li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin. Eger em ne amade bin dê xaka me dagir bikin û me koçber bikin, ji ber wê jî divê em hevgirtinê û piştgiriya ji hêzên xwe re xurtir bikin.”
Di dawiya axaftina xwe de Muna Mihemeda diyar kir ku tecrubeya berxwedana Şêxmeqsûdê ya li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî ku bû nimûneya berxwedanî û rêxistinê û hevgirtina civakê ji cîhanê re û teqez kir ku gelê rêxistinkirî dikare azadî û serkeftinê pêk bîne.
ANHA