Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mafê perwerdeya bi Kurdî heq e

24/07/2022
in Uncategorized
A A
Mafê perwerdeya bi Kurdî heq e
Share on FacebookShare on Twitter

Li Tirkiyê 600 hezar mamosteyên dibistan qedandîn û nehatîn tayînkirin hene. 

Li Tirkiyeyê 600 hezar mamosteyên ku mezûn bûne û nehatine tayînkirin hene. Li gorî daneyên Dîwana Muhasebatê di saziyên perwerdehiyê de 120 hezar mamoste kêm in. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmût Ozer jî ragihand ku di Îlonê de di 99 waran de ew ê 20 hezar mamosteyan tayîn bikin. Ji van 20 hezar mamosteyan 3 ji dersa hilbijartî ya Kurdî re hatine veqetandin.

Serokê Şaxê Wanê yê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) Mûrat Atabay, eb yek wekî “heqareta li Kurdan” nirxand û got, ew li şûna dersên hilbijartî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî diparêzin.

Atabay bi bîr xist ku ew ji berê vê doza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin.

‘Dersa hilbijartî heqaret e’

Atabay ji bo dersa hilbijartî hî got, “Li Tirkiyeyê nêzî 30 mîlyon Kurdî hene, lê Kurd nikarin qursekê jî vekin. Hemû saziyên ku li ser zimanê Kurdî dixebitin, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) tên girtin. Mafê Kurdan heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin û perwerde bikin. Dersa hilbijartî heqaret e. Em mafê perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin.”

Bi hincetan Kurdî asteng dikin

Atabay, da zanîn ku her sal nêzî 200 xwendekar ji beşên Kurdî yên zanîngehan mezûn dibin û got, “Hûn tayinkirina mamosteyên Kurdî tenê ji bo xapandinê bikin jî, dîsa hûn mecbûr in ên mezûn bûne tayîn bikin. Heger hûn li hemberî hejmara mezûnan 3 kadroyan wezîfedar bikin, a rast hûn bi vê yekê nêzîkatiya xwe bi zelalî nîşan didin. Ev yek tê maneya ‘Ji bo dersa hilbijartî neyê hilbijartin, em her tiştî dikin’. Dîsa di saziyên perwerdehiyê de rêgezek cidî heye ku xwendekar dersên hilbijartî yên Kurdî hilnebijêrin. Li gel vê, dema ku xwendekar Kurdî hildibijêre, bi gotina ‘mamosteyên me tine ne’ sinifêa dersa Kurdî venakin.”

MA/WAN

Post Views: 58
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.