Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo pirsgirêka mazot û benzînê barê welatiyan giran dike 

24/07/2022
in Uncategorized
A A
Li Qamişlo pirsgirêka mazot û benzînê barê welatiyan giran dike 
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Di dema dawî de li bajarê Qamişlo pirsgirêka sotemeniyê bûye mijareke pir girîng. Ji bo ku welatî çend lître mazot û benzînê bi dest bixin pêwîst e bi saetan li benzînxaneyan bisekinin. Derbarê vê rewşê de rêveberê Ofîsa Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo Helîm Iko da zanîn ku rewşê dişopînin û wê çareserî di demekê nêz de were dîtin.

Derbarê krîza sotemeniyê ya li bajarê Qamişlo de ku piraniya welatiyan rastî wê tên û bandora wê li civakê bi giştî dike, rêveberê Ofîsa Sotemeniyê û welatiyên bajêr ji me re axivîn û nêrînên xwe anîn ziman. Herwiha welatiyan diyar kir ku neçar in bi saetan li ber benzînxaneyê rawestin, da ku mazot yan benzîna otombîlên xwe bistînin.

`Ev krîz bandorê li karê me dike`

Welatiyê bi navê Samir Ebdullah Elî ku li ser taksiyê kar dike, behsa êş û azarên xwe yên ji ber peydekirina miqdareke benzînê kir û wiha got: “Em bi saetan li ber benzînxaneyê disekinin, da ku em çend litre benzînê bi dest bixin. Ev yek bandorê li karê me dike û em nikarin baş kar bikin. Çimkî roja ku pêwîstiya min bi benzînê hebe, ez wê rojê tevê bi peydekirina wê û sena li ber dorê diqedînim. Herwiha got, her carê nêzîkî 23 lître benzîn digirim  ev miqdar têra rojekê yan du rojan dike. Herwiha ji bo xebata li derveyî bajêr ev mîqdar hindik e û dihêle ku em benzînê ji hin deverên cuda û bi bihayekî pir giran bikirin. Ji ber wê jî piraniya caran em sûdê ji karê xwe nagirin.”

Samir bîr xist ku nêzî hefteyekê ye rêveberiya sotemeniyê kartên ji bo peydekirina mazot û benzînê ji wan re hilbjartine û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Rêveberiyê ev kart hilbijart da ku krîz kêm bibe. Mixabin heftiyek e em wan bi kar tînin jî, lê hê kirîz weke berê ye û ti çareserî nehatine dîtin.”

Samir Ebdullah Elî di dawiyê de hêvî kir ku krîz bi dawî bibe û sotemenî peyda bibe. Heriwha got, piraniya şofêrên taksiyan û civak bi giştî jî zehmetiyan ji ber kêmbûna sotemeniyê dikşînin.

`Heta ku ez benzînê peyda dikim pir diwestim`

Welatiyê bi navê Mihemed Hec Îbrahîm jî yê 72 salî, ku ji bo debara malbata xwe bike li ser otomobîleke piçûk kar dike wiha axivî: “Ev otombîl çavkaniya karê min e, lê ji ber krîza sotemeniyê ez êşê di peydekirina benzîna erebeya xwe de dikişînim. Heta ku ez benzîna xwe peyda dikim pir diwestim, çimkî bi saetan li bendê dimînim.”

Mihemed Hec Îbrahîm bal kişand ser bikaranîna benzîna serbest û wiha pê da çû: “Ji ber bihabûna benzîna serbest em nikarin bikirin û bi kar bînin. Bihayê benzînê li stazyonên benzînxanryê li gorî rewşa aboriya me pir baş e. Lê bihayê benzîna serbest ji bo me pir giran e. Çimkî lîtreya benzîna serbest bi 1500 lîreyên sûrî ye. Em hêvîdar in ku berpirsên sotemeniyê çareseriyekê ji vê krîzê re bibînin. Lewra ev bûye aloziyeke mezin û her kes zehmetiyan pê re dikşîne.”

Ji bo ku em hê zêdetir li ser sedemên kirîza sotemeniyê ya ku di dema dawî de girantir bûye nas bikin, rêveberê sotemeniya Qamişlo Halîm Iko ji me re axivî û diyar kir ku ji ber ku li du stasyonan tenê mazot û benzîn dihat belavkirin krîz derdiket. Ji bo kêmkirina kirîzê di dema dawî de me stasyonên belavkirinê zêde kirin û niha li çar stasyonan sotemenî tê belavkirin.

Helîm behsa sedema derketina krîza sotemeniyê kir û wiha dirêîjî da axaftina xwe: “Yek ji sedemên krîza sotemeniyê ya li bajarê Qamişlo ew e ku hin welatî di heman rojê de piştî ku mazot yan benzîna xwe bi dest dixistin ji bo cara duduyan sotemeniyê peyda bikin, vedigeriyan ser dorê û tevlîhevî çêdibû. Herwiha ji bo çareseriyek ji vê diyardeyê re were dîtin, me kart hilbijartin û dane welatiyan da ku tev bi awayekî adil sotemeniyê bigirin. Heriwha got, tevayiya şofêrên otomobîlan bi kartên ku ji wan re hatine dayîn wê pêwîstiya xwe pêk bînin.”

Helîm Iko diyar kir ku jimara otombîlan li herêmê bi awayekî berbiçav zêde bûye û miqdarê şotemeniyê yê ku digihe me têra tevan nake. Ji ber wê jî krîz derdikeve holê. Ji bilî otombîlan jî hebûna jenerator, taqîgeh û kargehan bandora krîzê zêdetir dike.

`Wê çareserî di demeke nêz de were dîtin`

Rêveberê ofîsa Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo Halîm Iko di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo çareserkirina vê krîzê dixebitin. Em rewşê dişopînin û wê çareserî di demekê nêz de were dîtin.“

Post Views: 32
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.