Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Xweparastin, berxwedan û têkoşîn encama jiyana azad e` 

24/07/2022
in ROJEV
A A
`Xweparastin, berxwedan û têkoşîn encama jiyana azad e` 
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Li ser êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, hunermend Beha Şêxo got, berî ku dem derbas bibe, divê hêz û partiyên kurdî helwesta xwe bikin yek.

Li ser gef û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, rojnameya me bi hunermend Beha Şêxo re hevpeyvînek pêk anî.

Hevpeyvîn wiha ye:

Ji destpêka şoreşa Rojava heta îro êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê ranewestiyane armanca wê çi ye?

Em tev dizanin û li ber çavê cîhanê ye ku ji hezarê salan ve dewleta tirk li dijî mafê gelê Kurd e. Ji berê ve Erdoxan gotiye `Eger Kurd konekî li ser Heyvê vegirin ezê xerab bikim`. Piştî şoreşa Rojava dewleta tirkî ji bo têkbirina ewleyiya herêmê dest bi êriş û dagîrkirinî kir.

Li hemberî êrişan tu bêdengiya dinyayê çawa dinrxînî? 

Dewletên xwedîhêz ji bo berjewendiyên xwe, çavê xwe li êrişan re digirin. Rêxistinên bi navê mafê mirovan yên li Ewropa, li welatên xwe tenê li ser mirajên mirovî radiwestin. Lê li derveyî welatên wan nerîneke wan cuda ye. Ku bi milyonan jî ji me werin kuştin ji wan re ne derd e. Li gorî berjewendiyên welatên xwe dixebitin. Ji wan re ne xem e ku li ser hesabê melê me xwe têr bikin û me birçî bihêlin. Hêzên ku niha li vê derê dimînin jî her çiqas bêjin ku emê alîkariya we bikin,  şerê dewleta tirkî nakin, lewra di NATO de ye.

Di vê qonaxê de tişta herî girîng û pêwîst çi ye?          

Diviya helwesta hêz û partiyên kurdî di civînên herêmî û dewletî de yek bûya. Em nabêjin dem derbas bûye, hê jî derfet heye ku ji bo vê bixebitin. Lewra enceq bi yekîtiyê rê li pêşiya êriş û gefan were girtin. Divê dewletên xwedîbandor jî dabeşkirina xaka Sûriyê qebul nekin. Lewra her zerara bigihe bakur û rojhilatê Sûriyê wê li Rojhilata Navî bibe sedema aloziyê.

Çima rejima Sûriyê li hemberî van êrişan bêdeng e?

Hêza rejima Sûriyê pir lawaz bûye. Derfetên wê nînin ku nexşeya Sûriyê tevê bi hêza xwe biparêze. Ev dihêle li heberî dagîrkirina dewleta tirkî bêdeng be. Dewletên erebî jî xwe ji pişta Sûriyê dane alî. Lê divê em ji bîr nekin, her çiqas rejima Sûriyê, Îran û dewleta tirkî li dijî hev bin jî, dema dibe behsa Kurdan, helwesta wan dibe yek. Ev jî dibe cihê gumanê ku Sûriye û Tirkiye di bin mase de li dijî Kurdan dixebitin. Lewra Sûrî dixwaze careke din bakur û rojhilatê Sûriyê bixe destê xwe.

Eger êrişeke nû çêbe ji gel çi tê xwestin?

Jixwe dîroka Kurdan tev komkujî û talan e. Ev salên niha salên dîrokî ne. Çalakî û berxwedana gelê Kurd dike, têkoşîna man û nemanê ye. Ji bo wê eger êrişek çêbe, wê banga me ji gel re ew be ku, dev ji xaka xwe bernedin.

Hunermend Beha Şêxo axaftina xwe wiha qedand: “Gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadiya xaka xwe û ji bo jiyaneke birûmet bi hezarê salan e li ber xwe dide. Ti carî ne me şer nexwestiye ne jî me şerê kesekî kiriye. Lewra ti kes ji şer hes nake. Lê dema şer tê ber deriyan, helbet wê mirov li ber xwe bide û xwe biparêze. Hêviya me ew e ku ti êriş çênebin û herêmên me yên dagîrkirî rizgar bibin. Bawreriya me bi şervanên me heye, heta dawiyê jî emê li pişta wan bin û li ber xwe bidin. Lewra Kurdistanê li ber dilê me pir biha ye û hêja ye ku mirov canê xwe ji bo wê feda bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.