Ronahî/Eyn Îsa
Welatiyên kantona Girê Spî diyar kirin ku divê gel li hemberî êriş û gefên dewleta tirkî hişyar bin. Herwiha divê gel planên dagîrkîrina xaka Sûriyê, bi têkoşîn û berxwedana xwe têk bibin.
Dewleta tirkî ya dagîrker di demên dawî de gefên xwe yê ji bo êrişeke nû ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, zêd kirine. Bi dagîrkirina herêmên Rojava, demografiya herêmê diguherîne. Ji bo êrişeke nû bi dewletan re di nava bazarê de ye. Herwiha ji bo pêkanîna planên xwe yên qirêj, bi koçberên Sûriyê gefan li dewletan dixwe.
Ji bo hişyarkirina gel li hemberî gefên dewleta tirkî, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, berî demekê rewşa awarte ragihand. Rêveberiyê ji gel re diyar kir ku, dewleta tirkî ya dagîrker ji bo dagîrkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, xwe amade dike. Ji bo wê bang li gel kir ku, li hemberî van planan li ber xwe bidin û derfetê nedin ku careke din mîna dagîrkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî çêbe.
`Ev xaka me ye emê derfetê nedin ti kesî werê dagîr bike`
Derbarê mijarê de rojnameya me bi welatiyên kantona Girê Spî re axivî. Welatiyan diyar kir ku ji bo êrişeke nû ya dagîrkeriyê xwe amade dikin. Welatiya bi navê Foza El-Elî got, em baş dizanin ku dewleta tirkî ya dagîrker planên herî qirêj li ser gelê Sûriyê dimeşîne, bi taybetî gelê Kurd. Foza axaftina xwe wiha domand: “Ev ge ne nû ne. Dixwaze bi van êriş û planan demografiya herêmê biguherîne, da Împaratoriya Osmanî careke din zindî bike. Ji bo wê banga me ji cîhanê re ew e ku, derfetê nede dewleta tirkî ku xaka me dagîr bike, em vê dibêjin, ji kuştin, revandin, koçberiya gelê Sûriyê re, êdî bes e.”
Foza di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya îrade û têkoşînê, ku dihêle gel bigihîje serketinê. Herwiha got, hicetên êrişên dewleta tirkî ti kes nema jê bawer dike. Wê dewleta faşîst bi ser nekeve. Lewra êrişê xaka me dike xaka ku mafê me ye em lê bijîn, ne xelkê biyanî.”
`Belavkirina hişmendiya xweparastinê pêwîst û girîng e`
Li ser heman mjarê welatiyê bi navê Xalid Dawid jî teqezî li ser girîngiya amadekarî û çalakkirina parastina civakê kir. Xalid got, ji bo gihîştina asteke bilind ya hişyariya xelkê, divê cihên peywendîdar, li ser xweparastin û rihê komînal civakê perwerde bike da gel li hemberî planên dijmin bisekinin û wan têk bibin. Di rewşên wiha de berî her tiştî divê gelê herêmê li ber xwe bide û xwe biparêze.
Xalid got, di rewşeke wiha de ku dewleta tirkî ya dagîrker li ber çavê cîhanê êrişî me dike, ya herî girîng divê were kirin, biratiya gelan e.
Xalid Dawid di dawiya axaftina xwe de bang li pêkhateyên herêmê kir ku beşdarî xebata parastina nirxan bibin. Herwiha ji gel xwest ku bi şervanên ku civakê ji dagîrkeran diparêzin (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) re bibin alîkar. Herwiha divê gel parastina mal, gund û bajarê xwe bi berxwedan û têkoşîna xwe biparêzin da tişta li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bûyî dubare nebe.




