Navenda nûçeyan
Bedran Çiyakurd encama civîna Tehranê nirxand û got mîna civînên Astana ti vîn û biryarên Sûrî di civîna wan de tinebûn. Erdogan jî encama dixwest bi dest nexist, lê di ya xwe de biisrar e.
Ji bo nirxandina civîna Tehranê û pêvajoya piştî wê me hevpeyvînek bi Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Bedran ÇiyaKurd re çêkir.
Hevpeyvîn wiha ye:
Hûn çawa encamên cîvîna Tehranê ya 19ê Tîrmehê dixwînin?
Civîna Tehranê ku bixwe heman aliyên Civênên Astanayê ne, civîneke girîng bû. Me jî ji nêz ve ev civîn şopandin. Helwest û siyaseta Rûsya û Îranê ya li hemberî êrişa gengaz ya dewleta Tirk helwesteke erênî ye. Lê ev helwest tenê têrê nakin ku pêşî li dewleta Tirk bigirin. Erdogan bi daxuyaniyên xwe de biisrar e û dibêje ” Bê ku destûrê ji kesekî bigirim, em ê şerê rêxistinên terorîst ên li Sûriyê bikin”. Ya din jî di vê civînê de ti vîn û biryareke sûriyan tune bû, lê belê li ser Sûrî û gelên wê bazar hatin kirin.
Dixwazim hin mijaran zelal bikim, ya yekê; tu parçeyek ji Sûriyê xeterê li ser ewleyiya dewleta Tirk çênekiriye. Lê tersî wê dewleta Tirk xeterê çêdike.
Ya dinê nabe her yek li gorî xwe navê terorê bavêje ser hinekan, mîna dewleta Tirk ku têkoşîna Gelên Herêmê ya azadî û demokrasiyê bi terorest bi nav dike. Terora ku hemû cîhan û yek ji wan hêzêan QSD`ê şerê wê kir îro di hembêza dewleta Tirk de ye, bi taybet li herêmên dagîrkirî, heta serçeteyên DAIŞ’ê li nêzî baregehên dewleta Tirk tên kuştin. Ev îsbat dike ku dewleta Tirk destekê dide wan û parastina wan dike.
Li gorî şopandina me Erdogan di vê civînê de negihaşt armancên xwe, lê dîsa got ew ê bê destûra tu kesî êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne.
Em bi hêvî ne ku li pişt perde û maseyan lihevkirin çênebûbûn, ji ber ku lihevkirinên veşartî wê encamên wê weke karesatekê be li Ser Sûriyê.
Piştî civîna sêalî ya li Tehranê, Wezîrê Karê Derve yê Sûriyê çû îranê û bi wan re civiya, hûn vê çawa dirixînin?
Gelek daxuyaniyên hikumeta Şamê yên li dijî dagirkeriya Tirk hene, ev daxuyaniyên baş in. Lê eger êriş pêk werin ev daxuyanî wê çawa bibin pratîk?. Gelo ew ê paş ve vegere yan li dijî êrişan bisekine?
Peyman di navbera QSD`ê û artêşa Sûriyê de hene. Li gorî peymanê artêşa Sûriyê li ser xeta sînor belav bibin. Ev gaveke girîng e, lê eger ev gav veneguhere çareseriya siyasî wê nedome û bandoreke neynî li tevayiya sûriyan bike.
Mixabin, hê jî Wezareta Karê Derve ya Sûriyê bi daxuyaniyên xwe QSD`ê û Rêveberiya Xweser wek hêzên cihêxwaz û hevkarê derve re sûcdar dikin. JI aliyekî din ve têkilyên wê yên istxbaratî bi Tirkiyê re hene. Ev parçekirina Sûriyê bi xwe re tîne û xizmeta yekitiya gelên sûrî û çareseriya siyasî li Sûriyê nake.
Divê Rûsya û Îran zextê li Şamê bikin ku hişmendiya xwe biguhere û gavên nû ber bi çareserî û diyalogan baavêje.
Biryar û amadekariya rewşa awarte hûn çawa dibînin?
Pêkanîna êrişê ji liyê Tirkiyê ve her tim pêkan e û li desteka cîhanê digere. Heta niha êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov û topan didomîne. Dibe Tirkiyê li benda tu kesî jî nemîne û êriş bike. Lê diyar e ku pirsgirêk û astengî li pêşiya wê derdikevin, ji ber vê li peymanan digere da ku van astengiyan rake.
Divê Rêveberiya Xweser bi tevayiya saziyên xwe li gorî vê rewşê xwe amade bikin çi di qada ewlehî, aborî, xizmetguzarî û aborî de, çi civak, rewşenbîr û partiyên siyasî, dive tevayiya hêza xwe bixin xizmeta berxwedanê û xwe birêxistin bikin . Niha amadekarî baş in lê ne li gorî ku tê xwestin, divê hîn zêdetirî amadekarî hebin. Da ji am êrişan têk bibin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.
Çavkanî: ANHA