Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Yekîtiya gelên Sûriyê têkçûna dagîrkeriya Tirkiyê ye’

24/07/2022
in Uncategorized
A A
’Yekîtiya gelên Sûriyê têkçûna dagîrkeriya Tirkiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ezher Ehmed diyar kir ku ji bo têkbirina planên dagîrkeran yên li ser xaka Sûriyê, pêwîstiya tevayiya gel û hêzên welatperwer yên Sûriyê bi yekîtiyê heye û got, gel heta asteke bilind xwe ji êrişan re amade kiriye û teqez emê bi sre bikevin

Bi armanca şkandina vîna gelên herêmê û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê bênavber didomîne. Di nava bêdengiya cîhanê de, Erdogan û çeteyên wî gefên xwe yên ser herêmê zêde dikin û ji bo qirkirina gelên herêmê, bi hêzên navdewletî re di nava bazarê de ne. Bi zêdebûna gefên dewleta tirkî ya dagîrker, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragehand. Têkîldarê mijarê Rêveberê Yekîtiya Roşenbîrên Herêma Cizîrê –ofîsa Hesekê Ezher Ehmed  ji me re axivî.

’Armanca dewleta tirkî ya dagîrker qirkirina Kurdan e’

Ezher Ehmed diyar kir ku êrişên dewleta tirkî ya dagîrker ne tiştekî nû ye, bi salan e tên kirin û wiha dewamî da axaftina xwe:  “Dijminatiya dewleta tirkî li hemberî gelê Kurd dûr û dirêj e, lê bi despêkirina şoreşa Rojava re ev êriş zêde bûne. Dagîrkeriya tirkî dixwaze projeyên xwe yên dagîrkirinê di herêmên Kurdan de pêk bîne. Tirkiyê cara yekê bi riya çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir. Pişt re herêmên Ezaz, Bab û Cerablûsê dagîr kirin. Herwiha Efrîn, Serê Kaniyê û Girêspî jî dagîr kirin. Dagîrkerî di binê navê `parastina ewleyiya xwe` de, projeyên dagîrkirina xaka Sûriyê fireh dike.”

’Siyaseta Erdogan li tavayiya qadan têk diçe’

Ehmed da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker ji pêkanîna êrişeke fireh ser herêmên Rêveberiya Xweser, bi dewletên cîhanê re di nava bazaran de ye û wiha got: “Tirkiye destkeftiyên gelên herêmê li ser xwe xeter dibîne. Bi destpêkirina aloziya li Sûriyê re, gelên herêmê sîstemeke demokratîk ava kirin. Gelan pêşengiya projeya Neteweya Demokratîk kir û bi awayekî serkeftî herêm bi rê ve birin. Projeya Neteweya Demokratîk bû bingehê rêxistinbûn û azadiya gelên herêmê. Dema dagîrkeriya tirkî dît ku ev projeya demokratîk pêş dikeve û wê çareseriyê bi xwe re bîne, li ser xwe xeter dît. Herî dawî Erdoxan serdana Tehranê kir û bi Rûsya û Îranê re civiya. Erdoxan ji wan xwest ku destekê ji bo êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê bigire, lê weke tê xuyakirin daxwaziya wî nehatiye qebûlkirin. Ji ber wê Tirkiyê komkojiyek li gundewarê Zaxo pêk anî û xwest peyamekê bide Îran û hêzên din ku ne bêçare ye”

’Dagîrkeriya tirkî ji pirsgirêkên cîhanê sûdê digire’

Ehmed da xuyakirin ku hêzên cîhanî ji bo berjewendiyên xwe beşdarî krîza Sûriyê bûn û wiha got: “Dagîrkeriya tirkî her dem hewl dide ji pirsgirêkên Rojhilata Navî û cîhanê sûdê bigire. Li ser nakokiyên navbera dewletan de dilîze û amancên xwe pêk tîne. Ji ber ku cih û erdîngariya Tirkiyê ji bo dewletên rojavayî girîng e, her kes dixwaze bi riya bazarên ser gelên herêmê  aramncên xwe bi dest bixe. Dagîrkeriya tirkî li ber çavê tevayiya cîhanê komkojiyan dike û tevayiya hêzên navneteweyî xwe bêdeng dikin. Hêzên cîhanî Ji bo berjewendiyên xwe, çi ji destê wan tê dikin. Di dîrokê de baş tê dîtin ka çawa van hêzan ji bo berjewendiyên xwe gelên azadîxwaz  kirine qurban.”

’Yekîtya gelên herêmê wê serkeftinê misoger bike’

Rêveberê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê –ofîsa Hesekê Ezher Ehmed da zanîn ku yekîtiya gelên herêmê wê planên dagîrkeran pûç bike û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoyê de ya herî girîng birêxistinbûn e. Pêwîst e gelên herêmê xwe bi rêxistin bikin bikin û ji rêveberiya xwe re bibin destek. Proje û fikrê Neteweya Demokratîk, ji gelên Rojhilata Navî re xelasiya ji dagîrkerî û serdestiyê ye. Ji ber wê divê gelên herêmê li gorî wê xwe pêş bixin û nirxên hatîn bidestxistin biparêzin. Ji her demê zêdetir pêwîstiya gelên herêmê bi yekîtiyê heye. “

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.