Rojnameya Ronahî

Bandorên zewicandina di temenê piçûk de

 0  0

Yek ji wan diyardeyên ji dema kevin ve di nava civakê de bûye zincîra tundûtujiya bi awayê sîstematîk û li ser jinan dimeşe, zewicandina ti temenê piçûk de ye.

Zewicandina di temenê piçûk, pêşwext, zewicandina ji dervey dadgeh û yasayê, hinek caran bi zorê zewicandina zarokan, weke sedemek sereke ya pirsgirêkên civakî tê dîtin.

Zewicîn proseyek ji bo bingeh danîn û avakirina jiyanek nû, lê zewaca di temenê biçûk de ji bilî binpêkirina mafê jinan û hinek caran yê zilaman jî, bi xwe re gelek bandorên nerênî tîne. Li gorî danezana mafê mirovan ya Neteweyên Yekbûyî zewaca di temenê biçûk de bi hemû awayî, weke tundûtujî û binpêkirina mafê zarokan tê hesibandin. Herwiha danezana navnetewî ya mafê mirovan, zewaca dibin temenê 18 salî de qedexe kiriye û li gorî yasayê li gelek welatan zewaca di temenê biçûk de weke tundûtujî û destdirêjiya ser zarokan tê binavkirin.

Lê bi taybet li Rojhilata Navî di nav de jî li Kurdistanê, zewaca pêşwext di astek pêş deye, di asta cîhanê de jî salane 14 milyon jin di temenê 14 heya 19 salî de dibin dayîk. Herwiha dayîkên temen 15 salî di dema ducaniyê de dibin qurbanî yan jî jiyana xwe ji dest didin.

Tevî li Kurdistanê bi rêya rêxistinên parastina mafê zarokan, derbarê zewaca di temenê biçûk de civak tê hişyarkirin jî, lê livir zarokên keç ên di temenê biçûk de di zewicin. Li Herêma Kurdistanê piştî derketina yasaya hejmara 15 ya sala 2008’an karkirina bi yasaya kesî ya Iraqê hate rawestandin û temenê yasayî yê ji bo zewaca keçan bû 16.

Li li gorî daneyên dawî derdikeve holê ku rêjeya zewaca di temenê biçûk de li Herêma Kurdistanê sal bi zal bilind dibe. Di 1’ê Tîrmehê de Desteya Daneyên Herêma Kurdistanê bi raporekê encamên teduristî û civakî li Herêma Kurdistan yên sala 2021’an eşkere kir. Li gorî raporê ji sedî 15’ê zarokên keç di temenê beriya 15 saliyê de dizewicin.

Herwiha li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya ku di 9’ê Hezîranê de hatî belavkirin, di sala 2021’an de li Iraqê zewaca di temenê biçûk de gihiştiye sedî 25.5 û li Herêma Kurdistanê jî gihiştiye sedî 22.6.

Sedemên zewicandina di temenê piçûk de çine?

Em dikarin gelek sedemên weke çandî, aborî, olî û nebûna hişyariya kes di van çend xalên jêr de diyar bikin.

Sedema çandî: Di hinek civakan de ji wan ya Kurdan, zewaca di temenê biçûk de weke ku baş û girînge tê dîtin. Zarok wisan perwerde dikin ku zewicîn ji xwendin û karkirinê girîngtire.

Sedema takekesî: Hinek kesên ku cara yekem dibin hevalê hev, bê ku pêşeroj û berpirsyartiya jiyanê bînin bîra xwe, biryara zewicînê didin.

Sedema aborî: Zexta aborî ya ku taybet di wê malbata ku hejar û zarokên wan pirin de, dibe sedem ku dayîk û bav tenê zewicandina zarokên xwe bifikire. Gelek ji van malbatan zarokên xwe didin kesên ku aboriya wan başe, tevî bi temen jî bin lê carek din zarokên xwe bi wan re didin zewicandin.

Derencama zewicandina di temenê biçûk de

Derencama vê yekê aliyek xwe civakî û aliyek din jî bedeniye. Derencama civakî ya zewaca pêşwext, li dadgehê qeydnekirina hevsergiriyê, hevberdan. Li gorî daneyan ji sedî 50 hev berdanan di navbera temenê 15-30 salî de pêktên. Herwiha derencamek din ya zewaca temenê biçûk, tundûtujiya dijî jinan, tundûtujiya malbat, reva ji mal, dev ji xwendinê berdan û zêdebûna rêjeya nexwendinê. Xwe şewitandin û kuştin û bilindbûna rêjeya hejariya di nava civakê de.

Bandora tenduristiyê

Li gorî dixtoran zewaca di temenê biçûk de bandorek xwe ya nerênî heye, bi taybet jinên ciwan di warê beden û biyolojî de ne amadene bibin dayîk. Gelek caran dibin sedem ku jiyana xwe ji dest bidin.

Aliyê derûnî

Di van cûrên zewacê de zarok ji zaroktiya xwe durdikevin û peywendiya bi malbat û hevaltiyê re qut dibe. Li aliyek din berpirsyartiya jiyanek nû dikeve ser û çalakiyên wê jî her di çarçoveya mal û zarokan de asteng dibe û ev jî dibe sedema nîşana serhildana diltengiyê.

Zêdebûna tundûtujiya malbatê ya li dijî jinan

 

Zarokên keç ên di temenê biçûk de dizewicin, zêdetirî xwe dikevin bin tundûtujiya malbat û destdirêjiya zayendî ya malbtê de. Bi awayek ku nebûna perwerde, tevlînebûn û biryardana di karûbaran de dibin sedemê gelek tundûtujiyan û ev tundûtujî heya dawiya jiyana wan dewam dike. Ev zarokanên di zewicin ji ber ferqa temen kêmtir dikarin guftugoyê bikin û li ser mijarên civakê biryarê bidin.

Ji mafê xwendinê bêparbûn

Xwendin û perwerde, rolek girîng di pêşketin û asta hişyariyê de dike. Li gorî lêkolînan dayîkên di temenê biçûk de hatine zewicandin, girîngiyê didin xwendinê û dixwazin zarokên wan bixwînin.

Çareseriya diyardeya zewaca di temenê biçûk de çine?

Civaknas derbarê diyardeya zewaca di temenê biçûk de dibêjin; “Pêwîste hemû rêxistinên civaka sivîl, aliyên peywendîdar, navendên perwerde û akademî rê li van diyardeyan bigrin. Bi lidarxistina çalakiyên rewşenbîrî û hişyariyê, agahiyên tendurist, civakî û derûnî, xelk dikare hişyar bibin. Bi taybet ji bo vê yekê erkek mezin dikeve ser milê dayîk û bavan,

ROJNEWS