Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeya “Çîroka Axa Zeytûnê” gihîşt Helebê

21/07/2022
in Uncategorized
A A
Projeya “Çîroka Axa Zeytûnê” gihîşt Helebê
Share on FacebookShare on Twitter

Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê bi hevkariya Komîna Wênesaz (Herêma Efrînê) bi navnîşan “Çîroka Axa Zeytûnê” çalakiyek li Helebê li dar xist. Di wê çalakiyê de tabloyek bi dirêjahiya 58 metreyan têkildarî dîroka bajarê Efrînê û pêvajoyên tê re derbas bûne rave dike hate pêşandan.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Bi armanca gihandina dengê şêniyên kantona Efrînê yên koçber ku li kantona Şehbayê dimînin, Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê bi hevkariya Komîna Wênesaz (Herêma Efrînê) hemleyek ji bo pêşandina tabloyekê bi dirêjahiya 58 metreyan lidar xist. Hemle îro gihaşt Helebê.

Tablo li herêma Cibênat a rojhilatê taxê hate pêşandan. Gelek hunermend, endamên saziyên sivîl û bi dehan şênî hazir bûn.

Di çalakiyê de endamê Komîteya Çavdêr û hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Egîd Xelîl axivî û got: “Di tabloyê de 3 qonax hene ku Efrînê tê re derbas bûne, ya yekê beriya dagirkirinê ku bi destkeftiyan dagirtî ye û ya duyemîn a dagirkirinê ye ku tijî êş û azar in û ya sêyemîn berxwedana domdar a li kampan e.”

Egîd teqezî bi berxwedanê û mezinkirina têkoşînê li hember êriş û gefên dagirkeriya Tirk kir.

Di çalakiyê de Şehla Ico ku tev li xêzkirina tabloyê bûye got: “Em ê bi hemû rêbazan li ber xwe bidin heta ku vegerin Efrînê û wê ji dagirkeran rizgar bikin, zimanê dayîkê belav bikin û wê fêrî nifşên din bikin.”

Der barê armanca çalakiyê de Egîd Xelîl got: “Me bi zanabûn tablo bi dirêjahiya 58 metreyan li gorî rojên berxwedana Efrînê çêkir. Zarokên 12 salî û gelek beşên din tev li vê çalakiyê bûne.”

Têkildarî zehmetiyan de, Egîd Xelîl got: “Me zehmetî di peydakirina pêdivî, caw û rengan de dît.”

Di dawiyê de Endamê Komîteya Çavdêr û hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Egîd Xelîl destnîşan kir ku ew amadekariyan dikin ku tabloyê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş bikin piştî ku li Şehba û Helebê pêşandan. Her wiha hêvî kir ku derfet hebe heman wêneyê li pêşiya NY`yê pêşkêş bikin da ku azarên şêniyên Efrînê bi rêya tabloyê ragihînin.

ANHA

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.