Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîwana Wêjeyê: Emê komxebateke taybet ji bo wêjeya jinan bi rêxistin bikin

21/07/2022
in Uncategorized
A A
Dîwana Wêjeyê: Emê komxebateke taybet ji bo wêjeya jinan bi rêxistin bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevka Dîwana Wêjeyê derbarê encamnameya ‘Hefteya Wêjeyê’ de got “Di demên pêş de li gorî rewşa herêmê emê komxebateke taybet ji bo wêjeya jinan bi rêxistin bikin.”

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Îsal cara yekemîn Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên `Hefteya Wêjeyî` li dar xist.

Piştî bidawîkirina çalakiyan encamnameyeke hat eşkerekirin. Têkildarî wê berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîman Evdikê ji me re axivî.

Narîman Evdikê da xuyakirin ku wan dixwest tevlêbûna rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûya, lê xwesteka wan bi cih nehat û got: “Encamên Hefteya Wêjeyî kar û xebatê Dîwana Wêjeyê ya salan diyar dike. Ji ber vê yekê me pêwîstî bi tevlêbûneke geştir didît. Tişta em dizanin sedema wê jî ji ber rêzeçalakiyeke nû bû. Em hêvî dikin ku di salên bê de geştir be.”

Narîman wiha pê de çû: “Em gihaştin asta ku em dikarin xalên sereke bidin ber hev. Ji bo pêşxistina wêjeya jinan em ê di demên pêş de komxebatekê li ser çend rojan organîze bikin, dê jinên ku nû dest bi nivîsê kirine jî tev li komxebatê bibin, em ê li ser encamê ku ji komxebatê derkevin jî bixebitin. Dibe ku em di vê salê de mîna vê komxebatê 2 caran li dar bixin.”

Li ser beşa rexneya wêjeyê jî Narîman got: “Em ê salonekê (dîwan), di wê salonê de wê rexneya berhemên wêjeyî ya herêmî bê girtin, dê tê de her 15 rojan carekê berhemek bê diyarkirin û dê endamên dîwanê wê berhemê bixwînin û binirxînin. Ev dîwan dê li Kobanê jî hebe.”

Narîman Evdikê da zanîn ku dibe ku encamên ji dîwana rexneya wêjeyê derkevin, bikin gotar û got: “Ew gotar jî dibe ku em bikin rêzegotar û piştre bikin pirtûk. Mixabin ji ber êriş û gefên dewleta Tirk gelek kar û xebat tên sekinandin, ji ber wê jî rewşa pêkanîna projeyan jî nayê nasîn.”

ANHA

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.