Rojnameya Ronahî

Bîranîn

Sîpan Şînda

 

Gelo mirov ji çi pêk tê? Çi tişt mirovî dike “mirov”? Ma hema mirov ji kelaş û giyanekê pêk tê? Nexêr, mirov ne ji kelaş û giyanî tenê pêk tê. Ew tiştekî ji wê wêdetir e. Ew tiştekî ji kelaş û giyanî pitir û mezintir e. Kelaşê mirovî hebûna mirovî ya girber dide nîşankirin û giyan jî ya razber dide nîşan. Lêbelê kesayet, girêdan, ra, hest, bîranîn, hişmendî, binhişî, rabirdû, xeyal, hêvî û gelek tiştên din mirovî dikin “mirov”. Ka werin em hinekê bi hev re behsa bîranînên xwe bikin.

 

Bîranîn xalekeke girîng ya rabirdûya mirovan e. Ew arşîva mirovî ya takekesî ye. Ne tenê tiştên erênî, herwiha tiştên neyînî jê di wê arşîvê de ne. Kesê ku bê bîranîn be di heman demê de ew bêarşîv e û herwiha bêdîrok e jî. Her çendî nehatiye binavkirin jî lêbelê her mirov dîrokeke takekesî heye. Ew ji bîranên mirovî ne. Dema mirov bixwaze tiştên ku mirov jiyayîn bîne bîra xwe û wan kêliyên xweş û nexweş dîsa bijî mirov arşîva xwe ya bîranînan vedike û rûpelên wê tevilhev dike. Di wê arşîva mirovî de çi hebe ew tên pêşiya mirovî û mirov li ser wan difikire. Gelek caran kêliyên nexweş jî derdikevin pêşiya mirovî û mirov pê xemgîn dibe. Lêbelê mirov nikare ji ber wê rastiyê bireve. Divê mirov ji wê nereve jî. Lewra ew her kêliyek, perçek yê jiyana mirovî ne. Tevî xweşî û nexweşiyan divê mirov wan bîranînan qebûl bike. Ez bawer dikim ji wan kêliyan yên herî xweş bîranînên zarokatiya mirovî ne. Dema mirov di zarokatiya xwe de bi hevalên xwe re, bi xwih û birayên xwe re lîstokên xweş lîstibe, mirov di tiştekê de serkeftî bûbe,  yan mirov cih û warê xwe guhertibe, mirov şer kiribe, qebahetek kiribe ew hemû ji bîranînên mirovî yên ku mirov ti carî ji bîr nake ne. Her kengê mirov arşîva xwe veke û wan li bîra xwe bîne mirov jinûve diçe wan rojan û wan kêliyan dîsa dijî.

 

Bîranîneke din ya hem xweş hem ji mirovî xemgîn dike bîranînên evîndariya mirovî ne. Dema mirov evîndar dibe, her tişt li ber dilê mirovî, li ber çavên mirovî cuda ye. Nêrînên mirovî yên jiyanê ji li gorî evîndariya mirovî tên guhertin. Evîna mirovî tişta herî biqedr e li ber dilê mirovî. Kaniya jiyanê evîna mirovî ye û jiyan ber û wî/ê diherike. Piştî sal ser re derbas dibin û mirov wan rojan li bîra xwe tîne, mirov careke din wan kêliyan dijî, dilê mirovî geş dibe. Dema mirov di wan riyên ku mirov û bi evîna xwe re tê re çûyî, cihên ku mirov lê rûniştî dibîne ew kêliyên xweş hemû li ber çavên mirovî re derbas dibin. Mirov ji nişka ve dikeve nava hizran û wê gava ku mirov tê de ye ji bîr dike. Herwiha bîranînên nexweş jî mirovî tarûmar dikin. Jixwe bîranînên me Kurdan pirê wan nxweş, êş û elem in, kul û derd in. Ji ber wê ew hemû di binhişiya me de weke qumberekê disekinin û amade ne ku her gav biteqin.

 

Belê bîranînên me qetek ji keseyata me ne û emê heta kêliya dawî jî bi wan re bijîn.