Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Destarê Dibistana Şano ya Zarokan digere û perwerdeya xwe bi pêşkêşkirina şano diqedîne

21/07/2022
in Uncategorized
A A
Destarê Dibistana Şano ya Zarokan digere û perwerdeya xwe bi pêşkêşkirina şano diqedîne
Share on FacebookShare on Twitter

Xalid Etê/Qamişlo

Bi şanoya Xwendin Jiyan e Dibistana Zarokan Ya şanoyê perwerdeya xwe ya duduyan bi serkeftî qedand. Wê çalakiyên xwe jî bidomîne û şanoyê li bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê bigerîne.

Perwerdeya duduyan ya sê Mehan qediya

Dibistana Zarokan Ya Şanoyê ya ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ve meha 10`an ya sala 2021`ê hatî vekirin, 17ê Tîrmehê bi çalakî û pêşkêşkirina şanoya `Xwendin Jiyan e` li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, xola duduyan ya perwerdeyê qedand. Çalakiya dibistanê 16 û 17`ê Tîrmehê dewam kir û bi jimareke mezin ya heskeriyên şanoyê, şano hat pêşkêşkirin û perwerdeya ku sê mehan dewma kir bi belavkirina bawernameyan li  13 zarokan bi dawî bû.

`Perwerdeyeke serkeftî û şanoyeke bipeyam `

Têkildarî mijarê Derhêner û nivîkarê şanoya `Xwendin Jiyan e` Ebdulcabir Hebîb ku yek ji endmêm ekîba perwerdeya dibistanê ye ji me re ev nirxandin kir: “Ev perwede pir serkeftî bû, jimara zarokên hatîn perwerdekirin 13 bû. Me endamên perwerdeya kevin jî tevl kirbûn. Ev bi armanca ku hem zarok ji kesê ji xwe mezintir û hem jî biezmûntir fêr bibin hat kirin. Qedandina perwerdeyê bi şanoya bi navê `Xwerndin Jiyan e` bi dawî bû. Me şanoyeke bi vê naverokê pêwîst dît. Lewra di nava van deh salan de ji ber şer, xizanî û aloziyê, zarokan dev ji dibistanên xwe berda û dest bi kar kirin û paşreojeke nediyar ji wan re derket. Şano û dibistana me peyameke wê hebû ji civakê re. Peyama jî ew e ku çi bi ser malbatan bê divê zarok ji dibistanê dernekeve, lewra wê encama wê li zarokê xambaxtir be.”

Hûrgiliyên perwerdeyê û xebata dibistanê

Li gorî planên dibistanê, her perwerde sê mehan didome. Perwerdeya yekê jimara zarokan 20 bû. Ya duduyan 13 bû. Perwerde, ji aliyê komîteya perwerdeyê nivîskar Ebdulmecîd Xelef, Derhêner û nivîkar Ebdulcabir Hebîb û dîkorsaz Ciwan Silo ve tê birêvebirin.

Li gorî rêveberiya dibistanê, ji bilî perwerdeya şano zarok fêrî nivîsa çirok û helbestan û perwerdeya fikirî û kesayetî jî dibin. Her sal wê nêzî 150 zarokî perwerde bibin. Di dawiya her perwerdeyê de wê zarok du şanoyan pêşkêş bikin û her sê xol jî wê bi hev re çar şanoyan pêşkêş bikin û mihrîcaneke taybet jib o zarokan li dar bixin. Di projeyên dibistanê de jî heye ku şanoya zarokan li kolanê pêşkêş bikin û film û skêçan amede bikin. Di dema pêş de ev zarok wê li derveyî bajarê Qamişlo jî li Rimêlan, Hesekû û Reqayê bi ziamnê erebî û kurdî çalakiyên şanoyê li dar bixin.

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.