Rojnameya Ronahî

Navenda Protezê ji bo zêdetirî 5 hezar birîndarên şer bûye hêviya jiyaneke nû

Êrişên dagîrkeriyê li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Di êrişan de jî gelek şervan û şêniyên herêmê şehîd û birîndar dibin. Ji bo peydakirina dest û lingên protez li herêmê, Navenda Protezê ya Heyva Sor ya Kurdî bûye hêviya birîndarên şer ku ji endamên laşên xwe bûne.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Di êrişên qirkirin û dagirkirinê yên li dijî gelan de, gelek tişt dibin qurbanî. Helbet yeka herî biêş jî jidestdana parçe anku organên laş e.

Ji ber nexweşî û qezayên trafîkê berê gelek welatî ji dest û lingê xwe dibûn û astengdar dibûn. Lê piştî bûyerên ku di aloziya Sûriyê de derketin hejmara gaziyên şer gelekî zêdetir bûye.

Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de jî bi hezaran welatî bûn gaziyên şer, hin ji wan di çeperan de û hin jî di malên xwe de di encamê topbaran, bombebaran, êrişên balafirên dewleta Tirk û teqînan de birîndar bûne yan jî organên xwe ji dest dane.

Heyva Sor a Kurd li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Navenda Protezê ava kir. Kar û xebatên navendê di 2015`an dest pê kirin, niha jî di qonaxa berfirehkirinê de ye.

Mekanîzmaya kar li navenda protezê

Navend ji 3 beşan pêk tê; fîzyoterapî, beşa alîkariya psîkolojîk û beşa çêkirina dest û lingên sînayî. Di navendê de kesên di encama şeran de yan jî ji ber nexweşiyên wekî sikerî, felcbûn, ên zikmakî, qezayên trafîkê û zarokên ku ji ber bermahiyên şer parçeyên laşên xwe ji dest dane, ji wan re dest û lingên sînayî tên peydakirin.

Li gorî Navenda Protezê di navbera salên 2015-2020’an de 4 hezar û 500, di navbera 2020-2022’an de jî 5 hezar û 600 astengdar û gaziyan ling û destên sînayî di navendê de peyda kirine.

Ling û destên sînayî bi 2 awayan li Navenda Protezê tên peydakirin; sifinc û silîkon. Ji lingan re beşên jora çokê û jêra çokê hene. Ji bo milan jî lep, zend û enîşk hene. Parçeyên ku tên çêkirin jî ji bo tevgerînê û sabitbûyînê hene. Di dawiyê de jî qalikên bedewkirinê hene.

Navenda Protezê her 6 meh an jî salê carekê, ling û destên sînayî diguherîne. Ev yek li gorî temen an jî taybetmendiyên laş diguhere.

Di rewşa êrişan de metirsiyên zêdebûnê hene

Têkildarî mijarê teknîsyenê Navenda Protezê Rêbaz Elî da zanîn ku navend bê şert û merc pêşwaziya hemû astengdar, gaziyên şer û nexweşan dike.

Li ser astengî û zehmetiyên kadroyên navendê, Elî da xuyakirin ku tenê ji bo nexweşên sikerî astengî hene, ji ber ku birînên wan zû rehet nabe. Ji bo wan jî madeyên taybet tên xwestin, ew made jî li herêmê tune ne. Danîna parçeyên sînayî ji bo wan nexweşan demeke dirêj dixwe û got: “Ji bo astengdar û gaziyên şer di nava 3 rojan de parçe tên amadekirin.”

Rêbaz Elî got: “Ji ber ambargoya li ser herêmê û madeyên ku tên bikaranîn ji derve tên peydakirin, hinekî nerehetî heye, lê karê me ji ber vê sedemê nayê sekinandin. Ji ber ku em tedbîrên xwe digirin.

Têkildarî rewşa êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker jî ku di êrişan de gelek welatî bê ling û dest dimînin û astengdar dibin, Rêbaz Elî got: “Metirsiyên me hene, ji ber ku ew kes bedelekê dide, ew bedel jî parçeyekî laş e. Heta astekê em rewşa wan fêm dikin.”

‘B ê hêvî bûm lê niha baş dibim’

Zarokekî ku Navenda Protezê lingê sînayî jê re peyda kiriye, Hisên El-Hisên e. Di 2015`an de El-Hisên ji ber bermahiyên şer li Qamişloyê birîndar dibe. Ev 7 sal e serdana navendê dike.

Hisên El-Hisên (13) got: “Di 7 saliya xwe de ez bi apê xwe re bûm, di dema lîstikê de li derveyî malê, lingê min qut bû. Hîsên min bi serdana vê navendê diguherin, ez kêfxweş dibim. Dema lingê min qut bû, hêviyên min şikestin. Lê niha baş dibim.”

Hisênê wiha lê zêde kir: “Dan û standina wan bi min re baş e, tevî lingê xwe yê sînayî ez niha bi hevalên xwe re bi futbolê dilîzim.”

‘Bi rûkenî pêşwaziya min dikin’

Mihemed Hac Hisên (62) jî di sala 1982`yan de dema leşkeriya neçarî ya hikumeta Sûriyê dikir, li Lubnanê tev li şer bûbû. Di encamê de lingekî wî qut dibe. Hac Hisên got: “Gelek caran li Şamê min lingê xwe guhertiye, lê ji ber rewşa heyî, zêdebûna lêçûna çûn û hatina Şamê min berê xwe daye vê navendê. Tişta em dixwazin jî li vê navendê pêk tê.”

Li ser rewşa pêşwazîkirinê jî Hac Hisên got: “Ev heye çend meh ez serdanê dikim, kadroyên heyî li navendê bi rêbazeke rûkenî pêşwaziya me dikin. Vê navendê gelek tişt li me sivik kirine.”

ANHA