Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daîreya Avê ya Dêrikê torên avê nû dike û bîrên nû dikole

21/07/2022
in Uncategorized
A A
Daîreya Avê ya Dêrikê torên avê nû dike û bîrên nû dikole
Share on FacebookShare on Twitter

Daîreya Avê ya Şaredariya Gel ya Dêrikê gelek proje ji bo çareserkirina qutbûna avê pêk anîn. Tê payîn ku projeyên din jî pêk bîne ku yek ji wan sererastkirina torên sereke û kolanna bîran e.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Daîreya Avê ya Şaredariya Gel ya Dêrikê bi hevkariya Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê, 3 bîrên ava vexwarinê bi xeta kehrebeya Nexweşxaneya Nîştimanî ve girê dan, ew jî ev in; bîra Merdûdo, bîra Mesakin û bîra Hevgirtina Cotkaran.

Ev bîr wê avê bi awayekî domdar derxin bê ku qutbûna kehrebeyê bandorê li wan bike.

Li gorî daîreyê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê li Taxa Şehîd Xebat, bîreke din dê li taxê were kolandin.

Yek ji girîngtirîn projeyên Daîreya Avê di dema borî de, nûkirina torên avê yên taxên Dêrikê bû, ji ber ku piraniya wan xetan kevn û rizyayî bibûn.

Hevserokê Daîreya Avê ya Dêrikê Mistefa Ehmed destnîşan kir ku armanca wan ji wê projeyê ew bû ku bîran bi xeta kehrebeya nexweşxaneyê ve werin girêdan, ji bo qutbûna kehrebeyê bandorê li derxistina avê neke.

Mistefa Ehmed wiha lê zêde kir: “Bîr li hersê deverên Merdûdo, Mesakin û Hevgirtina Cotkaran in û ev proje bi hevkariya Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê û Daîreya Çavkaniyên Avî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku komîteyên Daîreya Kehrebeyê yên Dêrik û Til Koçer û Daîreya Avê ya Dêrikê rêveberiya wê dikin, pêk hat.”

Ehmed wiha domand: “Proje ji bo derxistina ava vexwarinê û dagirtina torên sereke û şaxî. Bi taybet li ku bîr lê hene. Lêçûna projeyê jî nêzî 25 hezar dolar bû. Proje dê krîza avê li hemû taxên Dêrikê çareser bike.”

Tê payîn ku hemû torên taxên Dêrikê jî werin sererastkirin da ku kêmbûna avê li navçeyê bê çareserkirin.

ANHA

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.