Rojnameya Ronahî

Projeya ziftkirina rê û kolanên bajarê Qamişlo didome

Darîn Silê/Qamişlo

Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo projeya xwe ya ziftkirina rê û kolanên bajêr didomîne. Derbarê mijarê de endamê beşa lêkolînê ya Şaredariya Qamişlo Hesen Hisên da zanîn ku heta niha 25% ji projeya ziftê pêk anîne.

 

Şaredariya Gel ya Qamişlo, tevî zehmetî û êrişên dagîrkeriyê, li gorî plansaziya demsala havînê kar xebata xwe didomîne. Yek ji kar û projeyên wê yên herî girîng ku niha li ser dixebite, projeya ziftkirina rê û kolanan e. Çimkî gelek rê û kolanên bajarê Qamişlo ji ber kortik û koncalan xirabe ne. Ji bo wê şaredariyê 1`ê Hezîranê dest bi ziftkirina gelek kolanên bajêr kir. Şaredariyê ji kolanên taxa Hilêliyê dest pê ‎kir û heta niha li gelek taxên bajêr berdewam e. Herwiha li ‎rex xebatên ziftkirinê, projeya xwe ya serf sihî û hemleyên paqijiyê jî didomîne.

Têkildarî projeya ziftkirina rê û kolanên bajarê Qamişlo, herwiha domandina vê xebatê li gelek kolanên bajêr, endamê beşa lêkolînê ya şaredariya gel ya bajarê Qamişlo û welatiyên bajêr ji me re axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.

`Pêwîstî li kû hebe emê pêk bînin`

Hesen Hisên diyar kir ku li gorî daxwaziyên gel û komînan projeya ziftê pêk tînin û axaftina xwe wiha domand: “Me ji sedî 25 ji projeyê pêk aniye. Di 1`ê Hezîranê de me dest bi projeyê kir. Destpêkê me cihên şkestî sererast kirin. Piştî sereastkirinê, me 11 Hezîranê dest bi ziftkirina kolanan kir. Li gorî pêwîstiya gel û şopandina me em kolanan zift dikin. Pêwîstî li kîjan kolanê hebe em pêk tînin. Me ji taxa Hilêliyê dest pê kir, pişt re em hatin taxa Xerbî me ew jî qedand. Niha em li taxa Kornêş dixebitin. Herwiha wê xebata me bidome, heta ku em projeyê bi dawî bikin û kolanên bajêr tevan sererast bikin.”

Ya girîng alîkariya gel e

Hesen behsa zehmetiyan kir û wiha got: “Em rastî hin zehmetiyan tên. Ya herî zehmet ew e ku piştî em kolanê zift dikin gel ji bo pêwîstiya xwe, yan jî ji bo xebatên serfa sihî erdê dikolin û wê ziftê xirab dikin. Jixwe xebata me ji bo gel e. Em hêvîdar in gel jî bi me re alîkar be. Çimkî dema gel bi me re dibe alîkar em zehmetiyan li pêşiya xwe nabînin.”

`Armanc pêşxistina xizmetgûzariyê ye`

Hesen diyar kir ku armanca wan pêşxistina xizmetgûzariyê li herêmê ye. Herwiha got, du werşeyên me hene yek jê kolanên nava bajêr sererast dike, ya din jî li ser riyên sereke dixebite.

`Siyaset û dagîrkerî nikarin pêşiya me bigirin`

Endamê beşa lêkolînê ya şaredariya gel ya bajarê Qamişlo Hesen Hisên di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser gef û êrişên dagîrkeriya tirjş û wiha axivî: “Tevî gef û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, xebatên me berdewam in. ‎Bi vê yekê em ji cîhanê û dagîrkeriyê re isbat dikin ku em dikarin li dijî êrişan xebatên xwe ‎berdewam bikin û xizmeta gelê xwe bikin. Siyaset û dagîrkerî nikarin pêşiya me bigirin.”

Welatiyê bi navê Cabir Ehmed yê ji taxa Xerberî ‎spasiya şaredariyê li ser kar û xebata wê kir û got, berî ku şaredarî dest bi sererastkirina kolanên taxê bike, me gelek zehmetî dikişand bi taybetî di dema zivistanê de ji ber ‎av û gemar tev di koncalan de kom dibû. Lê piştî ku şaredariyê kolan sererast kirin û zift kirin prisgirêka me hat çareserkirin. Em bi hêvî ne ku projeyên wisa li tevayiya herêmê pêş bikevin.‎

`Parastina paqijiyê û xweşikbûna bajêr erkê me ye`

Cabir di dawiyê de got, parastina xweşikbûna bajêr ne erkê şaredariyê tenê ye, erkê tevayiya welatiyan e. Ji bo wê erkê me ye ku em parastina paqijiya bajarê xwe bikin û destekê bidin şaredariya xwe.