Rojnameya Ronahî

Em şoreşa Rojava bidin jiyandin       

Zekî Bedran

 

Şoreşa Rojava salvegera xwe ya 10. pîroz dike. Deh sal bi şer, serûbinbûn, dorpêç û tevgerên dagîrkeriyê re derbas bûn. Şer û şoreş di nava hev de dewam dikin. Şoreşa Rojava bi geşedanên li Rojhilata Navî re derket holê. Li aliyekî serhildanên gel ku dibêjin ‘Bihara Ereban’, li aliyekî din derketina DAIŞ’ê ku êrişî mirovayiyê kir, hevsengî hejandin. Navenda vê hej û şer derbasî Sûriyê bû. Hêzên bibandor yên dinyayê tev tevlî van nakokî û şeran -ku bi Şerê Dinyayê yê 3. tê pênasekirin- bûn. Di nava van nakokî û şeran de şoreşa Rojava derket meydanê.

Ji bo fetisandina şoreşa Rojava Tirkiyê serî li her xirabiyê da. Berê DAIŞ’ê da Kobanê, bi ser Kurdan de şand. Bi DAIŞ’ê, El Qaîde û tevayiya çeteyên din re itîfaq kir. Sûriye xist nava gerîneka şerekî bixwîn. Sînorê xwe ji çeteyan re vekir, biçek kirin û berê wan da ser Sûriyê. Bi milyonan mirov kişandin Tirkiyê. Hem kirin şervan, hem li hemberî Ewropa bi kar anîn, hem bi awayekî erzan kirin xizmeta aboriya xwe. Di vî şerê bixwîn de Kurdan bê ku xwe bispêrin hêzeke din li hemberî DAIŞ’ê şer kir. Artêşa Sûriye û Iraqû nikariyan şer bikin. Navendên weke Mûsil û Reqa ketin destê DAIŞ’ê. Çekên van artêşan xistin destê xwe. Lê berxwedana Kurdan hem li Sûriyê hem li Iraq û Rojhilata Navî rewş guhert. Koalisyonê bi hêzên Rojava re hevkarî kir û di dawiyê de DAIŞ şkandin.

Şkandina DAIŞ’ê ji bo mirovayiyê serkeftineke mezin bû. Lewra ji bo dinyayê tevê xeter bû. Ji bo wê şoreşa Rojava hê di derketina xwe de bi mirovayiyê re bû yek û taybetiyeke navneteweyî bi dest xist. Ji gelek deverên dinyayê gelek mirov hetin tevlî şer û şoreşê bûn.

Şoreşa Rojava ne DAIŞ tenê bin xist. Di heman demê de ji bo seranserê Rojhilata Navî bi naverokeke demokratîk ku weke av û hewayê lazim e dest pê kir û wisa pêş ket. Wekhevî, demokrasî û azadî bûn taybetiyên wê yên bingehî. Ji bo bihevrejiyana gel, çand û bawerilyan bû mînak. Jin ne tevlî berxwedan û şeroşê tenê bûn. Bûn hêmana bingehî û pêşengên şoreşê û pêş ketin. Di qada leşkerî, siyasî û civakî de û di her qadê de di asta pêşengiyê de cî girtin. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat naskirin û pênasekirin. Ji bo wê bûn mînaka yekê ya dinyayê.

Şoreşa Rojava li hemberî DAIŞ’ê şer ber bi Minbic, Reqqa û Dêrazorê ve fireh kir û yekîtiya Kurd û Ereban pêk anî. Xwîna gelan tevlî hev bû û şoreş bû berhema hevbeş ya gelan. Gelên li Sûriyê dijîn yên wek Asurî-Suryanî, Erman û yên din tev li hev xwedî derketin. Siyaseta Tirkan ya şkandina Kurda û Ereban bi hev heta îro jî bi ser neketiye. Rêveberiya Şamê jî xebitî miliyetgiriyê zindî bihêle. Lê ya bi ser ketî bû şoreş û îradeya hevbeş ya gelan. Li herêmên hatîn rizgarkirin rêveberiyên xweser çêbûn û gel xwe bi rê ve bir.

Dewleta tirkî dijminiya herêmên xweser bi taybetî ya Rojava kir. Ji bo wê bi lihevkirina bi Rûsya re Çileya 2018an Efrîn dagîr kir. Bi lihevhatina bi Amerîka re Cotmeha 2019an Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin. Kurdên li wan herêman ji ciyên wan derxistin. Malbatên çeteyan li ciyê wan bi cî kirin. Li hemberî Kurdan dest bi qirkirinê kir. Li NY ji Efrînê heta Dêrikê heta 30 km kir wek ‘herêma ewle’ ragihand û got emê dagîr bikin. Cewherê planê qirkirna Kurdan e. Wê Kurd ji ciyê wan bên derxistin li şûna wan kesin din bi cî bikin.

Dewleta tirkî niha jî planên nû yên dagîrkeriyê ragihandine. Ji bo wê bi Îran û Rûsya ra bazarê dike.

Rêveberiya Şamê jî dev ji rêbaza rêveberiya desthilatdarî û navendî bernade. Xwe nêzîk nake ku bi hrêmên xweser re gefên Tirkan bi dawî bike. Dewleta tirkî amadekariyê dike ku herêmên dagîrkirî bi ser welatê xwe ve bike. Çawa ku tê dîtin nirxên demokratîk yên gelen yên bi berdêlên giran hatîn bidestxistin tev di metirsiyê de ne. Ewlekariya qada hewayî ya Sûriyê di destê Amerîka û Rûsya de ye. Yek ji van hêzan jî ne xwediya helwesteke cidî ye. Xwediyên şoreşê gelên Sûriyê ne. Ji bo wê divê di serî de gelên bakur û rojhilatê Sûriyê hêzên demokratîk yên dinyayê şoreşê biparêzin. Hêzên faşîst dixwazin şoreşê bifetisînin. Divê hêzên azadîxwaz û şoreşger jî ji bo parastina şoreşê û jiyandina wê bibandortir bixebitin û bibin yek. Kirina şoreşan têrê nake, divê bên parastin, jiyandin û berfirehkirin. Divê em yên şoreşa Rojava dayîn destpêkirin, ruh û ked dayînê ji bîr nekin. Divê em şehîd û birîndarên şer bi rêzdarî û bi minet bîr bînin.