Rojnameya Ronahî

Foza Yûsiv: Hêza me heye, em pişta xwe bi hêzên garantoran xurt nakin

Serbest Etê/Qamişlo

Endama Desteya Serokatiya PYD`ê: Divê em ji dîrokê fêr bibin û waneyan derxin û xwe nexapînin; Rûsya û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe li vir in û emê xwe nespêrin wan. Hêza me, hêza hevgirtin û xweparstina gelên herêmê ye.

 

Têkildarî gef û êrişên dawî yên dewleta tirkî, helwesta hêzên garantor li bakur û rojhilatê Sûriyê û helwesta gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, rojnameya me bi Endama Desteya Serokatiya PYD`ê Foza Yûsiv re hevdîtin pêk anî.

 

Hevdîtin wiha ye:

 

Gef û êrişên dewleta tirkî vê dema dawî dijwartir bûne, hûn armanca wê çawa dinirxînin?

 

Dewleta tirkî dixwaze polîtîkayên ku sedsala 20`an kirine, dîsa vegerîne. Armanca wê ew e ku Kurd nebin xwedîmaf. Herwiha dixwaze herêmên din ji Sûriyê dagîr bike. Erdogan dixwaze sînorê Mîsaqa Milî vegerîne. Ev tê wateya ku plana Tirkî ser tevayiya Rojhilata Navî xetereke mezin e. Di vê pêvajoyê de jî Tirkiye dixwaze ji geşedanên ku li Ukrayna hene sûdê bigire û dîsa êrîşekê pêk bîne. Herwiha îro Tirkiye bi serkêşiya Erdogan di nava aloziyeke mezin de ye, ew dixwaze aloziya xwe bi dagîkeriyê veşêre û xwe wek serkeftî nîşan bide da ku di hilbijartinên Tirkiyê de qezenc bike.

 

Gelo di vê projeyê de Kurd tenê amanc in?

 

Bi zanebûn propagandaya wiha dikin. Lê di rastiyê de Erdogan dixwaze xwe wek Ataturkê duduyan ragihîne û beje min erdê Tirkiyê fireh kiriye. Ji ber wê çavê xwe berdide tevayiya erdê Sûrî û Iraqê. Armanc ew e ku ji Heleb heta Kerkûkê dagîr bikin. Herwiha Rêvebiriya Xweser jî têk bibin û bi serkeftineke sexte derbasî sala 2023`yan bibe. Ji ber wê pir eşkere ye ku daxwaziya Erdogan ne ji bo Kurdan tenê, ji bo Ereb û Suryanan jî xeter e. Ew naxwaze aramî çêbe û demokrasî pêş bikeve. Ew hebûna xwe li ser qirkirin û kuştinê ava dike. Çawa ku Komara Tirkiyê li ser komkujiya Ermen, Suryan û Kurdan ava bûye, niha jî dixwazin sedsaliya komara xwe bi dagîrkerî û qirkirina tevayiya gelan û erdê Mezepotamya biparêze. Pêwîst e hem Iraq hem Sûriye vê xeterê baş bibînin û li gorî wê siyasetê bikin û xwedîhelwest bin.


We behsa xetereke mezin li ser Sûriye û Iraqê kir, gelo li hemberî vê rewşê hûn helwesta Şamê çawa dinirxînin?

 

Hikumeta Şamê di dema derbasbûyî de îrade nişan neda û bi wêrekî tev negeriya. Eger bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re hevkarî bikra meyê bi hêza xwe ya xweser bikariya dagîkeriya tirkî têk bibin. Lê mixabin siyaseteke gelek teng û bêaso da meşandın. Divê mirov ji dîrokê waneyan derxe. Çawa Tirkiyê Liwaya İskenderûnê dagîr kir û li şûna şêniyên wê yên Ereb, Tirk bi cî kirin, niha jî heman tiştî dike. Divê Hikûmeta Şamê xwedîhelwest be. Li kêleka Rêveberiya Xweser be. Divê em nakokiyan bidin kêlekê. Îro yekîtiya Sûriyê di xeterê de ye. Divê em mezin bifikirin ji bo mezin wenda nekin. Eger em gelên Suriyê bibin yek, emê dewleta Tirkî têk bibin. Tersî wê emê hemû wenda bikin. Ji ber wê banga me ew e ku hikumeta şamê guhertinê di siyaseta xwe de çêke û helwsteke li dijî dagîkeriyê nişan bide.

 

Li bakur û rojhilatê Sûriyê du hêzên garantor hene, gelo hûn helwesta wan çawa dinirxînin?

 

Rusya û Amerîka li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Ji bo wan em bên kuştin yan qirkirin ne girîng e. Ew karin me hemûyan bikin qurban ji bo berjewendiyên xwe. Rewşa Ukrayna û Efxanistanê vê teqez dike. Divê em waneyan derxin û xwe nexapînin. Divê em baweriya xwe bi garantiya wan jî neynin. Divê em xwe bispêrin hêza xwe û berxwedana xwe bikin bingeh, em xwediyên vê axê ne. Divê çavê me ne li kesî be ku werin me biprarêzin. Erkê me ye ku em xwe biparêzin. Îro cîhan hemû xwe bi çek dike. Divê em jî xwe ji her gengaziyê re amade bin. Dewletên mezin durû ne û bawerî bi wan nayê. Divê ev rastî baş fêm bibe û li gorî wê tev bigerin

 

Li dijî êrişên dagîrkeriyê pêwîst e helwesta gel çawa be?

 

Em şer naxwazin lê ji bo ku em xwe ji şer biparêzin divê em xwe baş amade bikin. Gotinek heye dibêjin, ji bo ku kes cesaret neke êrîşî te bike divê tu pergla xwe ya parastin xurt bikî. Dibêjin parastina herî baş êriş e. Raste eger xwe bê parastin bihêlin emê cesaretê bidin dijmin. Divê em xwe bi çek bikin her kes bibe endamê HPC`ê, xweparastin erkê her mirovî ye. Divê em parastina xwe nespêrin kesî. Civaka ku xwe biparêze dikare azad bijî. Azdiya bêparastin bêgarantî ye û herdem di xetera hebûn û tinebûnê de ye. Ji ber wê divê jin, mêr, ciwan xwe amade bikin em bi hêzên parastinê re milbimil axa xwe û rûmeta xwe biparêzin.