Rojnameya Ronahî

Şehîd Avzem Çiya: Xwendin, zanîngeh û dewleta min doza kurdî ye

Mîna bi hezaran jinên têkoşer, şehîd Avzem Çiya di rêya şoreşa rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê de canê xwe da.

Jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê – Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nasname, hebûn û rengê xwe ferz kirin. Bi vê yekê êdî şoreş bi navê şoreşa jinan tê nasîn. Jinan hemû derfetên xwe xistin xizmeta şoreşê, di tevahî qadan de; civakî, siyasî û leşkerî, cihê xwe girt û ala azadiyê hilda. Jin di têkoşîna li hemberî hewldanên qirkirina gelên herêmê de pêşeng bûn. Ji wan şehîd Avzem Çiya ye.

Azem Çiya kî ye?

Avzem Çiya anku bi navê rast Bêrîvan Cûma di 1’ê Çileya 1998’an de li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê çavê xwe li dinê vekir. Di nava malbateke welatparêz de li gel mercên jiyanî yên zehmet mezin dibe. Malbata wê ji 4 xwişk û birayekî pêk tê û di salên 90’î yên sedsala borî de tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir.

Avzem Çiya ji biçûkaniya xwe ve bi çalakbûn û jêhatîbûna xwe di dibistanê de dihat nasîn. Di ciwantiya xwe de tev li Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dibe, bi hemû hêza xwe jinên ciwan di civakê de bi rêxistin dikir.

Di nava Tevgera Jinên Ciwan de bi zîrekbûn, dilnizmî û têkoşîna xwe dihat naskirin û perwerdeya fikrî û rêxistinî dida ciwanan. Li gel wê wekî rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Tirbespiyê, Til Hemîs û gundên her du navçeyan kar dike.

Avzem Çiya ji sîstema civakî ya li herêmê ne razî bû, zîhniyeta baviksalar ku azadî û îradeya jinan tund dikir, red kir. Li hemberî hemû kiryarên pergalên destpot sekinî û di nava lêgerîna li heqîqetê de bû. Mîna bi hezaran keç û xortan tev li refên Şoreşa 19’ê Tîrmehê dibe û biryara tevlêbûna nava tevgera azadiya Kurdistanê dibe û bi lehengî li hemberî dijminên ku hewl didan şoreşê têk bibin û îradeya gel bişînin, sekinî.

Dayika şehîd Avzem, Munteha Xelîl li ser zarokatiya keça xwe dibêje: “Bi exlaqê xwe yê baş, aramî û dilnizmbûna xwe dihat nasîn, ji malbat û hevalên xwe hez dikir, alîkarî dida derdorê, rêwîtiya wê tijî bûyerên lehengane bû. Xwedî îradeyeke xurt bû, hêviya min pê hebû.”

Dayika şehîd Avzem anî ziman ku keça wê dema xwe di navbera xwendin û çalakiyên şoreşê de bi rêxistin dikir û wiha domand: “Nayê bîra min ku min jê re got bixwîne an karekî bike. Berovajî vê, çalak bû, serkeftî bû û her tim dixwest di jiyan û xwendina xwe de serkeftî be. Ew mamosteya xwe bû. Rojekê di navbera me de nîqaş çêbû, min jê re got texmîn dikim ku tu di pêşerojê de bibî bijîşk, lê got naxwaze bibe bijîşk, dixwaze bibe mîmar. Got ji avakirin, şaristanî û guhertinê hez dike. Bi destpêka şoreşê re meylên wê ber bi birêxistinkirina ciwanan di şoreşê de hat guhertin.”

Munteha Xelîl dibêje hêviyên keça wê hatin guhertin û doza kurdî ket şûna wê û wiha didomîne: “Doza kurdî ji bo wê hêvî, azadî û têkoşîna wê bû. Dema biryara tevlêbûnê nava tevgera azadiyê da, me tiştek jê re negot, ji ber ku zane bû û ji jiyanê re vekirî bû, dizanî çi rast e û çi şaş e. Hêviya wê ya ku bibe mîmar veguherî hêviyeke mezintir û pêşketîtir. Wekî ku hevalên wê digot, li çiyayên Kurdistanê jî pêşeng bû.”

Beriya tevlêbûna nava tevgera rizgariya Kurdistanê, şehîd Avzem nameyekê ji dayika xwe re dinivisîne û wiha tê de dibêje “Min ji vê hez kir û tev lê bûm. Min rêya ku li ser perwerde bûm, perwerdeya durist hilbijart. Min rêya ku şehîdan ji me re xêz kiriye, hilbijart.”

Dayika wê li ser vê yekê dibêje: “Li ser vî esasî beşdarî şahiya tevlêbûna wê bûm. Di şahiyê de soz li pêşiya me da ku dê parastina har çar parçeyên Kurdistanê bike û heta dawiyê şer bike.”

Munteha Xelîl diyar kir ku ew bi keça xwe serbilind e ji ber ku rêya berxwedan, têkoşîn û israrê hişt û got: “Her tim ji min re digot, dayê bêhna cinetê ji te tê, dibe ku dizanî wê şehîd bibe û bikeve cinetê.”

‘Bi şehadeta bêrîvanê dê bi hezaran bêrîvan werin dinê’

Têkildarî têkiliya Avzem Çiya bi xwişkên xwe re, xwişka wê Dîlan Cûma wiha dibêje: “Bi fikrên xwe cuda bû, kesayeta wê aram bû û bi hêz bû. Pir caran beşdarî rûniştinên mezinan dibû û rûxmî temenê xwe yê biçûk tev li nîqaşên wan dibû. Tu carî wekî zarokan li xwe nedinêrî, jê re digotin temenê wê biçûk e lê hêviyên wê ji temenê wê mezintir in.”

Bi destpêka tevlêbûna nava refên gerîla re navê hevala xwe ya fermandar a şehîd “Arîn” radike û soza şopandina xeta wê û tohildana ji dijmin dide. Di sala 2019’an de navê Avzem Çiya radike.

Di dîmenekê de ku di dema şer de hatiye kişandin şehîd Avzem wiha dibêje: “Dijmin dizane ku em li vir in û li ber xwe didin, ditirse ku gavekê bi pêş de biavêje, tirsonek e, nikare bihostekê li ser vê xakê bi pêş de were.”

Dîlan Cûma her wiha got: “Bila dijmin bizanibe ku bi şehadeta Bêrîvan wê bi hezaran Bêrîvan werin dinê. Mînaka vê yekê piştî şehadeta wî  malbatekê navê wê da pitika xwe. Em malbatê nas nakin, lê bi dîmenê wê yê ku hatî belavkirin, bi bandor bû.”

‘Hevaleke dilsoz û rêvebereke leheng bû’

 

Hevala zarokatiyê ya şehîd Avzem Çiya, Perwîn Rêber jî destnîşan kir ku ew û Avzem bi hev re di 2012 û 2013’an de tev li Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn û wiha domand: “Şehîd Avzem berpirsyariyeke ku ji enerjiya wê mezintir hilgirt. Ji me re pêşeng bû, bi rûkenî û rihê xwe yê xweş moral dida me, di nava hevalên xwe de xwedî rihekî hevaltî yê bilind bû û bi vê yekê têkiliyên wê bi civakê re fireh bû, nemaze bi ciwanan re ku pê ve hatin girêdan. Şehîd Avzem hevaleke dilsoz û rêvebereke leheng bû.”

Perwîn Rêber balê dikişîne ser mijara rizgarkirina jinan ku cihekî mezin di fikirê hevala wê de girtibû û dibêje: “Hemû cureyên tundî û zilma civakê ya li ser jinan red dikir. Ji bo rizgarkirina tevahî jinan bi rêya perwerdekirina wan dixebitî, bang li jinan dikir ku ji mal, adet û urfên şaş derkevin û ji bo nasnameya xwe ya ku hatiye çewisandin, lêgerînê bikin.”

Perwîn Rêber di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta hevala xwe ya şehîd da û got: “Ji têkoşîna wê mînaka xebata xwe digirin û li ser dimeşin. Em ê xebatê dewam bikin heta ku armancên wê pêk bînin ku hemû jin bi hêz bin û li hemberî astengiyan bisekinin û derbas bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 22’yê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihandibû: “Hevrêyên me yên li çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan ê Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, ji roja destpêkê ya êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û heta 2’yê Hezîranê 47 rojan bi rengekî destanî li ber xwe da.”

HPG’ê gotibû: “Hevrêyên me Bager, Avzem, Arîn û Şerzan bi sekn û rêbaza jiyana Apoyî, bi hunera serkeftî ya di şer de qada Zapê careke din veguherand keleha berxwedanê û rê nedan dijmin.”

Di dewama daxuyaniyê de hatibû diyarkirin: “Di 2’yê Hezîranê de saet 10:00 bi ruhê êrişê yê bilind li dijî dagirkeran çalakiya fedaî li dar xistin. Hevrêyên me xwe berdan nava dijmin, bi lehengî şer kirin, herî kêm 12 dagirker ceza kirin. Her çar hevrêyên me di vê çalakiya êrişê ya fedaî de şehîd bûn.”

ANHA