Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Kedkaran li Hesekê 660 derfetên kar ji welatiyan re pêk anîn

17/07/2022
in Uncategorized
A A
Yekîtiya Kedkaran li Hesekê 660 derfetên kar ji welatiyan re pêk anîn
Share on FacebookShare on Twitter

Yekîtiya Kedkaran li Kantona Hesekê di mehekê de 660 derfetên kar afirandin, karker di werşeyan de bi rêxistin kirin û li saziyên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi cih kirin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Piştî Yekitiya Kedkaran a Kantona Hesekê Gulana derbasbûyî 2 peyman bi Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û Şîrketa Tovan re îmze kirin, li bajêr 660 derfetên kar ji welatiyan re dabîn kirin.

Fonê karkerên di werşeyên taybet bi jinan de ku 8 saetan dixebitin rojane digihêje 12 hezaran, li aliyekî din jî di dema mûsimê de hemal her tonekî bi 4 hezar û 500 lîreyan radikin.

Hevserokê Yekitiya Kedkaran a Kantona Hesekê Kemal Elî anî ziman ku yekitiyê di meha Gulana derbasbûyî de li saziyên Rêveberiya Xweser û navendên genim û mehlecê 660 derfetên kar dabîn kirin. Elî destnîşan kir ku niha li kantona Hesekê derfetên kar û xebatê baş e û peyda dibe.

Yekitiya Kedkaran ji karkerên pîşesaz, karmend û cotkaran pêk tê û hewl dide karkeran bi rêxistin bike.

Li gorî hevserokê yekitiyê Kemal Elî, heta dawiya 2022`yan hejmara karkerên tev li  yekitiya kedkarên bajarê Hesekê bûne gihaşt hezar û 895`an.

Hejmara karkerên di werşeyên taybet bi jinan de dixebitin 371 e û li ser 55 werşeyan hatine belavkirin, di heman demê de hemalên li navendên depo, êm û mehlec, tekstîl, tov û aşên giştî û taybet ên bajêr dixebitin 181 karker in û li ser 17 werşeyan belav bûne.

Li saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 734 karker hene, her wiha 660 karker jî piştî kar ji wan re hatin dabînkirin, tev li yekitiyê bûn.

Yekitî li gorî derfetên xwe hewl dide bi rêya saziyên peywendîdar kar û xebatê ji kesên bê kar re peyda bike, her wiha parastina karkeran dike û têkildarî pirsgirêkên kar tedbîran digire. Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên karkeran bi aliyên peywendîdar re di nav têkiliyan de ye, semîneran li dar dixe û bi armanca rêxistinkirina yekitiyê û birêvebirina kar û xebatê hewcedariyan dabîn dike.

Li gorî rêziknameya hundirîn a yekitiyê ferq û cudahî di navbera tu kesî de tune ye ne ji aliyê olî ve ne ji aliyê hişmendî û neteweyî ve, ji wê zêdetir hewl dide civakeke medenî-demokratîk û exlaqî ava bike û wekheviyê di navbera jin û mêran de mîsoger bike. Her wiha ji bo pêkanîna edaleta civakî û demokratî tê dikoşe.

Hevserokê Yekitiya Kedkaran a Kantona Hesekê Kemal Elî diyar kir ku yekitî bang li hemû karker û kesên bêkar dike ku tev li yekitiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, da ku li gorî sîstema yekitiyê xwe bi rêxistin bikin û mafên xwe biparêzin, di heman demê de hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û kar peyda bikin.

ANHA

Post Views: 66
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.