Rojnameya Ronahî

Gerîla Şoreşa Rojava diparêze

Farûk Sakik

 

Bihara gelan dema dest pê kir li her deverê di demeke kurt de şoreş pêk dihatin. Dema bayê şoreşê berê xwe da Sûriyê her kesî texmîn dikir ku wek welatên din wê yekser encamê bigirin. Lê wisa nebû, hevsengiyên Sûriyê cuda bûn. Hin hêzên din li herêmê hebûn: Amerîka û Rûsya.

Piştî demekê me dît ku dewleta Tirkan hin çete (El-Nûsra) dan pêşiya xwe û ber bi Sûriyê ve bi rê ketiye. Dewleta Tirkan her wek bîna Şoreşa Rojava ya ku wê were îlankirin girtibû.

 

Kurd jî ji bo statûya xwe ava bikin, ketibûn nava hewldanan. Di destpêkê de tevlî nava şerê navxweyî nebûn û xeta sisiyan bijartin. Ev xeta sisiyan di paradîgmaya Rêber Apo de derbas dibû ku îroj di siyaseta cîhanê de giraniya wê heye.

Şer û pevçûnên Sûriyê dewam dikirin û di pêvajoyeke wisa de, di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de şoreş hat îlankirin. Bi şoreşê re 3 kanton hatin avakirin. Efrîn, Kobanê û Cizîr.  Piştî avakirina kantonan, rêveberiyên xweser hatin îlankirin. Hemû gelên heremê di rêvaberiyê de cîh girtin.

Herêma rojavayê Kurdistanê êdî rizgar û azad bû. Kurdan bi PKK’ê bayê azadiyê bêhn kiribû û ber bi azadiyê ve dimeşiyan. Têkoşîn û şerekî bi salan êdî encam girtibû. Kurdan ji destpêkê ve ev dixwest. Xweseriya demokratik ji bo Rojhilata Navî çareseriya yekane ya pirsgirêkan bû. Paradîgmaya Rêber Apo ya Konfederalîzma Demokratîk ku ji bo Rojhilata Navî bi salan bû kedeke mezin dabû li vê heremê aj û bejin dabû. Li vê herêmê di pratîkê de hatibû ispatkirin. Li vê herêmê her kesî bi vê paradîgmayê bawerî anîbû.

Di serî de PKK`ê û gelê Kurd çawa ji bo avakirina vê şoreşê bedelên mezin dabûn, îro jî ji bo parastina vê şoreşê û Kurdistana azad bedelên giran didin.

Dewleta Tirkan dijminatiya xwe ya dîrokî didomand. Dewleta Tirkan a dagîrker baş dizanibû, ev Kurdistana azad naşibe azadiya başûrê Kurdistanê. Tevgera Azadiyê jê re pêşengî kir û bi Rojava jî ne sînorkirî ye. Her herêma Kurdistanê eleqeder dike û belav dibe. Kurdistana azad a herêma rojavayê Kurdistan, wê bandorê li herêma Bakur jî bike. Ji bo azadkirina deverên din wê bibe sînerjîyeke bêtarîf.

Hemû dagîrkerên Kurdistanê û bi taybetî jî dewleta Tirkan ji bo qirkirina Kurdan asîmîlasyon dabû destpêkirin. Lê Şoreşa Rojava ev asîmîlasyon dabû sekinandin û hemû şopên asîmîlasyonê paqij kiribûn. Ji bo parastin û pêşvebirina ziman, çand, huner, dîrok û nasnameya Kurd xebat dimeşandin. Kurd bi Kurdbûna xwe hesiyabûn.

Şoreşa Rojava herî zêde dewleta Tirkan a dagşrker aciz dikir. Dem hat bi navê DAIŞ’ê belayeke nû bi rêxistin kir.  Di sala 2015’an de hedef da pêş wan û DAIŞ`ê jî berê xwe da Kobanê. Lê berxwedana Kobanê ji bo DAIŞ’ê bû destpêka qonaxa têkçûnê.

Piştî ku dewleta Tirkan a dagîrker hêviyên xwe ji DAIŞ’ê qut kirin, bixwe ket dewrê. Hin herêm dagîr kirin. Ji bo sîstema hatî avakirin ji holê rake çi ji dest tê pêk tîne. Herî dawî qoza xwe ya endamtiya NATO’yê xist dewrê. Ew NATO û dewletên Ewropa yên bi salan bû ji wan re gef dixwar, îro xwe avêt ber deriyê wan.

Çima  Erdogan evqas bi israr e? Erdogan ji bo li desthilatariyê bimîne soz dabû dewleta kûr ku Kurdan qir bike. Ev dewlet îro bi ser Erdogan de diçe û dibêje; ‘qirkirina Kurdan û Tevgera Azadiyê li dera hanê, tu her roj ji gerîlayên Kurdan derbê dixwî. Ka soza te dabû?’

Em Kurd jî vê encamê derdixin: Gerîla Şoreşa Rojava diparêze.