Rojnameya Ronahî

`Şehîdbûna Ferhad destpêka qonaxeke nû ya têkoşînê ye`

Girkê Legê-Ronahî

Di hevdîtineke taybet de bi rojnameya me re, dayîka şehîd Ferhad Dêrik wiha got: “Ez bi şehîdbûna kurê xwe yê mezin (Ferhad) serbilind im, lewra ji bo azadî, demokrasî û biratiya gelan xwe feda kir. Şehîdbûna wî qonaxeke nû ya têkoşîna şoreşê ye.”

`Ez bi şehîdbûna Ferhad serbilind im, lewra tişta xwestî bi dest xist`

Bi gotinên şanazî û rûmetê, dayîka şehîd (Ferhad Dêrik) yadê (Şêrîn Omer) wiha behsa têkoşîn û qehremaniya sî salan ya şehîd Ferhad kir: “Ferhad şehîdê azadî, demokrasî û biratiya gela ee, ku bi xwîna xwe ya pak riya rizgariya ji koletiyê, xêz kir. Ez bi şehîdbûna wî, serbilind im, lewra tişta dixwest bi dest bixe, gihiştê. Herwiha ya herî girîng ew e ku Ş. Ferhad ji bo gel û welatê xwe, gihişt asta harî bilind ya birûmet.”

Herwiha li ser zarokatiya Ş.Ferhad yadê Şêrîn wiha axivî. “Ez bi jidayikbûna Ferhad gelek kêfxweş bûm, çimkî ew kurê min yê yekê bû. Lê kêfxweşiya min kêm bû, lewra Ferhad dereng ma heta ku axivî. Ferhadê min bû pênc salî heta ku min peyva yadê jê bihîst. Ferhad dilpak bû, li dibistanê pir serkeftî bû. Lê ji ber ku xwesteka wî tevlîbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, xwendina xwe temam nekir.”

Li ser tevlîbûna Ş.Ferhad yadê Şêrîn axaftina xwe wiha domand: “Di salên heştêyî de, min fikir û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo nas kir. Van ramanên azadiyê hişt ku her şeş zarokên xwe li ser heskirina welat û fedakariyê mezin bikim. Ya ku rê li ber Ferhad vekir ku rastiya têkoşîna azadiyê nas bike, ez bûm. Di sala 1993’an de dema biryara tevlîbûnê da em nebûn asteng. Wê demê ciwanekî tijî enerjî bû.”

Malbata fedekariyê

Malbata şehîd Hisên Şiblî ku bi navê (Ferhad) tê naskirin yek ji malbatên destpêkê ye ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo bawer bûn. Lewra di fikir û felsefeya wî de riya têkoşîn û azadiya Kurdistanê dîtin. Herwiha baweriya malbatê bi Rêber û kadroyên Tevgera Azadiya hebû ku gelê blindest azad bikin.

Şehîd Ferhad navê mamê xwe yê şehîd li xwe kiribû. Navê memê wî Ebdulezîz Şiblî (Ferhad) bê ku sala 1993’an li herêma Omerya şehîd bû û sala 1998’an li Erziromê malbatê şehîdekî din bi navê Elî Ebdulezîz Şiblî (Ferhad) apê şehîd (Ferhad) memê Ş. Ferhad, feda kir. Herwiha sala 2006`an keçmeta Ş. Ferhad, Şehnaz Şiblî (Zozan) li başurê Kurdistanê şehîd bû. Dema gelê Rojava bi hawara Êzîdiyan ve çû birayê Şehîd Ferhad (Asim Şiblî) sala 2015an li Şingalê şehîd bû, herwiha dayîka şehîd Ferhad (Şêrîn Omer) yek ji şervanên jin ku li bajarê Dêrikê pê serbilind e, di serhildana Qamişlo ya sala 2004an de, bi berxwedana xwe mohra xwe li têkoşînê xişt. Lewra ew ji aliyê rejima Bees ve hat girtin û çar meh û nîvan di hucreya yekkesî de işkence dît.

Herwiha piştî sî salî ji berxwedan û têkoşîna bênavber, 17`ê Hezêrana borî, bi êrişeke hewayîya dewleta tirkî, li bajar Silêmaniyê Hisên Şiblî (Fehad Dêrik) şehîd bû.

Barxwedan û têkoşîn soza malbatê ye

Yadê Şêrîn bîr dixe ku Ferhad ji roja yekê ya tevlîbûnê ve, baweriya xwe bi hişyariya gel hebû. Ji bo wê li Heleb, Efrîn û Şamê di perwerdeya civakê de cih girt. Ferhad perwerde ji Rêber Apo fêr bûye. Sala 1997’an Ferhad berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Heman salê birîndar dibe û lingekî xwe ji dest dide. Ji bo dermankirinê diçe Silêmaniyê û pişt re diçe (Mexmûr) kampa penaberan, ku tê de beşdarî karê rêxistinkirina civakê dibe.”

Yadê Şêrîn got, Ferhad kurê Tebqa, Reqa, Efrîn, Kobanê û Qamişlo bû. Birayê Ereb û Suryanan bû û wiha axivî: “Piştî şoreşa Rojava Ferhad li Efrîn û Helebê bi gel re, beşdarî avakirina komîn û mecalisan bû. Pêşengê gel bû, lewra di qada rêxistinî de xwedî ezmûneke bilind bû û xwedî taybetmendî bû.”

`Welatê me hêje ye van şehîdan`

Dayîka Ş.Ferhad Dêrik, Şêrîn Omer wiha got; “Em bi şehîdbûna Ferhad serbilind in, şehîdbûna wî destpêka qonaxeke nû ye. Bêguman emê li ser bawerî û soza me dayî li ber xwe bidin. Em ji soza xwe ya bi Rêbertiyê û rêhevalên wî re neyên xarê. Ferhad bi canê xwe ne di nava me de ye, lê giyanê wî bi me re dijî,”

Di dawiyê de yadê Şêrîn bang li dayîkên şehîdan kir û got, divê her dê û bav bi şehadeta keç û kurê xwe serbilind be. Divê her dayîk destê şehîdê xwe bi henê xemilandibe bi serbilindî li xwe binêre, lewra yê ku civakê ji bindestiyê rizgar bike lehengiya zarokên me ye. Divê gelê me bizane bi taybetî em dayîkên şehîdan ku, welatê me layîqê van şehîdan ne.