Rojnameya Ronahî

Çandina fistiqên helebî li başûrê Hesekê bi ser ket

Tecrûbeya çandina darên fistiqên helebî ji aliyê gelek cotkarên başûrê Hesekê ve bi ser ket. Yek ji wan cotkaran Yasir El-Elî got, avhewaya herêmê û tinebûna nexweşiyan hişt ku ev tecrûbe bi ser bikeve.”

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Berê çandina derên fistiqê helebî li herêma Cizîrê ne gelemperî bû. Cotkarên vê herêmê ev berhem nediçandin. Tenê Kobanê, Efrîn, Şehba û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çandina wê navdar bûn.

Li başûrê kantona Hesekê gelek cotkaran dest bi çandina darên fistiqê helebî di nav zeviyên xwe de kir.

Yasir El-Elî têkildarî mijarê got: “Ez cotkar im. Min darên fistiqê helebî li gundê 47`an ê bakur rojavayê navçeya Şedadê çandin û bi ser ket.”

El-Elî teqez dike ku mewsima fistiqê helebî bi 5 qatan ji ya zeytûnê pirtir e û got dan û standina bi vê darê re hêsan e û li gorî avhewaya Cizîrê ye.

Yasir El-Elî daxuyand ku nexweşî li herêmê tune ne, ji ber wê tecrubeya çandina darên fistiqê helebî bi ser ket.

Darê fistiqê helebê yek ji darên herî girîng e ku li hember zuhabûnê li ber xwe dide û berhema wê li herêmên zuha baş e. Temenê wê digihêje zêdetirî 300 salan e. Dara biçûk derdora 3 kîlogram fistiq dide. Ya mezin jî zêdetîr 100 kîlogram dide. Temenê hilbarandinê ji 6 saliyê dest pê dike û piştî 10 saliyê hêza wê zêde dibe. Yek ji taybetmendiyên wê, ew e ku divê dara nêr li rex ya mê bê çandin da ku aşlekirin û hilberandin hêsan bibe.

Li gorî tecrubeya El-Elî, ji bo biserxistina çandina fistiqê helebî, divê avhewa nerm be. Dara fisitqê pileya germahiyê heta 45 û di bin sifirê re heta 15 dereceyan tehemul dike. Lê barîna baranê ya zêde tehemul nake ji ber şilî dibe sedem ku kurmik li ser darê mezin bibin. Her wiha baran pêvajoya aşlekirinê asteng dike û dibe sedema hilweşandina kulîlkan beriya ku bigihêjin.

Bi gelemperî pêwîstiya darên fistiqê helebî di salê de bi 300 milîmetre ava baranê heye da ku bejî bê çandin. Heke hişksalî çêbibe û pileyên germahiyê zêde bibin, divê were avdan.

Li gorî El-Elî, gelek cureyên fistiqê helebî hene; aşûrî, batûrî, nab camel, elîmî, bindiqî û eyn tenbê.

Her wiha Yasir El-Elî destnîşan kir ku avhewaya Herêma Cizîrê ji bo çandina darên fistiqê helebî, bahîv guncew e lê ji bo çandina darên sîtrûs (mîna pirteqal, lîmon û narincê) ne guncew e ji ber cemeda li herêmê çêdibe dê wan daran têk bibe.

El-Elî tercîh dike darên fistiqê helebî li gorî rêbazê nuqtik-nuqitk av bide ji ber ku ew pir aborî ye.

Di her 100 gram fistiqê helebî de, 562 kalorî heye. Bi protîn, rûn, kalsiyûm, potasyom, hesn, fosfor zengîn e. Gelek vitamin tê de hene; B, E û C. Bi gelemperî fistiq xav tê xwarin yan jî biraştî yan jî şûrkirî. Di çêkirina gelek şêraniyan de tê bikaranîn.

ANHA