Rojnameya Ronahî

Li pişt perdeya gefan çi heye û di bazarên dewletan de çi dibe?

Xalid Etê/Qamişlo

Sîhanok Dîbo : Heta niha helwesta hêzan ne li gorî dilê Erdogan e. Lê dibe nakokî û pevçûna di navbera hêzên hegemon de ji Tirkiyê re bibin alîkar ku êrişa xwe pêk bîne û dibe tersî wê bibe. Lê gefên wê cidî ne, lewra dixwaze projeya xwe ya Osamniya Nû ava bike û DAIŞ`ê jinûve vegerîne.

Endamê Serokatiya Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Sîhanok Dîbo têkildarî armancên êrişa nû ya gengaz ya dewleta tirkî ya dagîker ya li ser bakur û rojhilatê Sûriyê û rewşa siyasî ya navneteweyî ya girêdayî êrişan ji me re axivî.

`Li pişt gef û êrişan projeya Osamniya Nû û vegerandina DAIŞ`ê heye`

Sîhanok Dîbo teqez kir ku Tirkiye di pêvajoya binketin û krîzan de ye û ev nirxandin kir: “Tirkiye bi serkêşiya Erdogan li ser asta navxweyî û navneteweyî bûye xwediya pirsgirêkên siyas, civakî, aborî û dîplomatîk. Nexasim piştî bêencambûna êrişa wê ya ser başûrê Kurdistanê. Ji ber wê dixaze bi êrişeke nû xwe ji vê rewşê rizgar bike. Jixwe yek ji armancên wê yên sereke ji êrişê avakirina projeya Osmaniya Nû ye. Herwisa jinûvezîndîkirina DAIŞ`ê ye. Lewra hebûna DAIŞ`ê xizmeta wê dike. Ji ber wê em van gefan cidî dibînin.”

Li ser mase û di nava bazarên dewletan de çi diqewime?

Li ser helwestên hêzên xwedîbandor û garantor endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê ev şîrove kir: “Heta niha helweste van hêzên ne li gorî dilê Eredogan e. Em van helwestan di nava danûstandin û hevdîtinên xwe de bi Rûsya û Amerîka re dibînin. Lê di civîna NATO ya Madrîdê de gelek bazar hatin kirin. Lewra qebûlkirina Tirkiye ya tevlîbûna Filenda û Swêdê ji bo NATO wê bêtawîz nebe. Ev jî bi zêdebûna tevgera meydanî ya leşkerî ya Tirkiyê û dijwarbûna zimanê gefan diyar dibe ku destûr girtiye. Lê tersî wê aliyê Rûsî hê pirtir bi helwesta xwe ve ya dijberî êrişê girêdayî ye.”

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo li ser nakokiyên di navbera hêzên hegemon de ev şîrove kir: “Di baweriya me de krîzên ku hêzên hegemon tê de derbas dibin, dibe ku alîkar bin ji Tirkiyê re êrişa xwe pêk bîne û dibe ku bibe asteng ji êrişa wê re. Lewra her tim Tirkiye krîzan ji bo berjewendî û projeyên xwe istismar dike. Di baweriya min de jî piştî birayara dirêjkirina mekenîzmeya alîkariya mirovî ya navneteweyî, ji bo Sûriyê, nîşana hiştina hevsengiya heyî derdixe holê. Lê em li van gefan cîdî dinêrin. Lewra Tirkiya ku beşeke ji sîtema navneteweyî ye ku ji aliyê têkiliyan ve di krîzan re derbas dibe êrişeke bi vî rengî ji xwe re rizgarî dibîne.”

`Lihevkirina 2019`an divê bibe peymaneke mayînde `

Sîhanok Dîbo herwisa teqez kir ku pêkanîna êrişeke nû wê Tirkiyê di nava Krîza Sûriyê de bixetimîne û li ser helwesta Şamê ev agahî dan :”Piştî êrişên Cotmeha 2019`an  lihevkirin di navbera QSD`ê û Hihkûmeta Şamê de pêk hat û heta niha ev lihevkirin ji her du aliyan ve tê parastin û ev jî tişteke erênî ye. Li aliyekî din divê baş bê fêmkirin ku bersiv ji Rêveberiya Xweser û gelên herêmê ve tenê neyê xwestin. Ev mijar mijareke parastina serweriya Sûriyê ye û divê nebe mijareke siyasî û nekeve bazaran. Li dijî êriş û gefan helwesteke niştimanî pêwîst e û lihevkirina 2019`an vê yekê teqez dike. Bersiva gef û êrişan di baweriya me de divê di lihevkirin çarçoveya leşkerî de nemîne û di her çarçoveyê de bê kirin. Divê li hevkirineke wisa be ku li aliyekî QSD beşk ji artêşa Sûriyê be ku li gorî taybetiyên xwe yên herêmê rola wê di paşroja Sûriyê de hebe, hem ji aliyê sîstema rêveberiya bakur û rohjilatê Sûriyê ve jî bibe beşkek ji sîstema rêvberiya welat. Ji ber wê divê desthilata Şamê vê baş fêm bike; eger dîsa sîstemeke navendî û tund ava bike wê sedemên krîzê ji nû ve ava bike. Welat di rewşa parçebûnê de ye, ji ber wê divê lihevkirina 2019`an bibe peyman û danûstandineke heqîqî.”

`Biyara rewşa awarte divê pratîktir bibe`

Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Sîhanok Dîbo biryara rewşa awarte ya 6-7-2022`yan bi erênî û pêwîst nirxand û teqez kir ku pêvajo vê yekê dixwaze û axaftina xwe wiha qedand: “Divê ev birayar pirtir bi sazî û civakê re bê parvekirin û valayî û astengî bên rakirin. Divê li qada ewlekarî, tenduristî û civakî rewşa awarte bê pratîkkirin. Ji aliyekî din ve ji destpêka avabûna Rêveberiya Xweser ya 2014`an kêmayî derketine, lê tevî wê rêvberiyê ji aliyê dîplomasiyê ve gavên mezin avêtin û hê diavêje. Ji aliyê Sûrî ve jî danûstandin û lihevkirinên me bi hêzên niştimanperwer re çi herêmî û çi cîhanî çêbûne. Bi rastî gavên girîng hatin avêtin û ev gav bixwe van êriş û gefan bin dixin û mînaka wê jî ku Tirkiye hê nikare helwesta hêzên cîhanê biguherîne û Hêzên YPG û YPJ û PYD`ê wek terorîst nîşan bide. Herêma me jî beşke girîng ya derdora herêmê û cîhanê ye. Gefên Tirkiyê yên ser herêmê, ne herêma me tenê dikin amanc. Projeya Erdogan tevayiya welatên erebî ye. Lewra ew bixwe idîa dike ku ev welat mîrasa Osamnî ye. Ji ber wê banga me jî ew e ku hê pirtir gelên herêmê hevgirtî bin û li hemberî êrişan bihelwest û bi yek çarenûs û dîrokê tev bigerin.”