Rojnameya Ronahî

DIAŞ Li Kêleka Artêşa Tirkî Ya Dagîrker Serbest Tev Digere

Navenda Nûçeyan

Lêkolîner Mûnîr Edîb: Hêzên Amerîkî bi hevkariya QSD’ê, gelek serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên di binê dagîrkeriya dewleta tirkî ya dagîrker de kuştin. DIAŞ li kêleka artêşa tirkî ya dagîrker serbest tev digere. Mûnîr Edîb da zanîn ku têkbirina DAIŞ’ê ji sekna li hemberî dewleta tirkî ku piştgira sereke ya rêxistinên tundraw e, dest pê dike û got, di dosyaya têkbirina DAIŞ’ê de xwespartina hêzên bakur û rojhilatê Sûriyê ji xwespartina hêzên navneteweyî baştir e.

Wezareta Parastinê ya Amerîkî (Pentagon) Sêşema borî ragihandibû ku balafireke bêmirov ya Amerîka li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ku dewleta tirkî dagîr kiriye êrişek pêk anî, di encamê de serçeteyê DAIŞ’ê Mahir El-Eqal hat kuştin û alîkarekî wî bi giranî birîndar bû.

Kuştina El-Eqal bal kişand ser dewleta tirkî ku li herêmên dagîrkirî yên bakurê Sûriyê bi hezaran çeteyên terorîst ku komkujî di şerê li Sûriye, Iraq û weaetên din de kirine, dihewîne.

Mayîna DAİŞ’ê ji ber desteka dewleta tirkî ye

Têkildarî belavbûna çeteyên DAIŞ’ê li herêmên di binê dagîrkeriya dewleta tirkî de û cidiyeta civata navneteweyî di sekna li hemberş DAIŞ’ê de lêkolînerê Karûbarên Tevgerên Tundrew û Terora Navneteweyî Munîr Edîb wiha got: “Kuştina serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên di binê dagîrkeriya dewleta tirkî de du şîroveyên wê hene. Ya yekê; dewleta tirkî ya dagîrker ji aliyê leşkerî û istixbaratî ve lewaz e nikare çeteyên DAIŞ’ê li herêmê kontrol bike, ya din jî ew e ku têkiliyên xurt di navbera MIT’a dewleta tirkî ya dagîrker û serçeteyên DAIŞ’ê de hene. Lê şîroveya duduyan rasttir e û li gorî rewşê ye.”

Edîb axaftina xwe wiha domand: “Êrişên leşkerî û gefxwarinên dewleta tirkî derbarê dagîrkirina herêmên din de ji bo rêxistinên tundrew diyarî ne. Lewra mayîna DAIŞ’ê ji ber desteke dewleta tirkî ye. Divê em bizanin ku hêza DAIŞ’ê xwe dispêre hêzên desteka wê dikin, di serî de jî dewleta tirkî ye.”

Hemleya têkbirina DAIŞ’ê û desteka şirîkên wê nakokî ye

Têkildarî danûstandina DYA’yê bi dewleta tirkî re û herêmên Enqere idîa dike ku ewle ne û bi hezaran çete lê hene, Munîr Edîb wiha got: “Washington têkildarî dosyaya DAIŞ’ê bi nakok e, ew hemleya têkbirina DAIŞ’ê bi rê ve dibe û li aliyekî din jî destekê dide şirîkên DAIŞ’ê mîna dewleta tirkî. Ji ber wê em li pêşberî rastiyekê ne ku DAIŞ wê heta demeke dirêj li herêmên dimîne ewle ne ku ji hêla dewleta tirkî ve hatine dagîrkirin berdewam bike. Ji bo têkbirina DAIŞ’ê divê paşxaneyeke amadekirî hebe ku DAIŞ li ser mirovayiyê bi giştî xeter e, nexasim li ser Sûriye û Iraqê.”

Herwiha Edîb ev tişt anî ziman: “Divê em di têkbirina DAIŞ’ê de xwe bispêrin hêzên bakur û rojhilatê Sûriyê, ne pêkan e em pişta xwe bidin Washingtonê û civata navneteweyî ku di têkbirina DAIŞ’ê de helwestên binakok nîşan didin. Ew ji aliyekî ve li hemberî DAIŞ’ê disekinin û li aliyekî din jî derfetê li pêş dewleta tirkî vedikin ku DAIŞ ji nû ve bi êrişên leşkerî re çalak be.”

Girêdayî girîngiya bangên Rêveberiya Xweser ên têkbirina DAIŞ’ê, Munîr Edîb wiha axivî: “Banga Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina DAIŞ’ê pir girîng e, ew yek bi sekna li hemberî dewletên destekê didin DAIŞ’ê pêkan e, di serî de jî dewleta tirkî. Ev yek jî bi kedeke hevpar dibe.”

DAIŞ sûdê ji gefên dewleta tirkî ya dagîrker digire

Hêzên Amerîkî bi hevkariya QSD’ê, gelek serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên ku di bin kontrola dewleta tirkî ya dagîrker de ne kuştin; herêmên ku tê de DIAŞ bi serbestî li kêleka artêşa tirkî a dagîrker tev digere.

Di encama operasyoneke îstîxbaratî ya hevbeş ya Koalîsyona Navneteweyî û QSD’ê, serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî di Cotmeha 2019’an de li herêma Idlibê ya di bin dagirkeriya Tirkan de, bi 5 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyê, hat kuştin.

Serokê Amerîka Jeo Biden di 3’yê Sibata borî de ragihandibû ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm El-Qureyşî di encama operasyoneke hêzên taybet ên Amerîka li bajarokê Atma ya Idlibê de ku di binê dagîrkeriya dewleta Tirkan de ye, hatiye kuştin.

Herwiha di encama derbeya balafireke bêmirov a Koalîsyona Navneteweyî de 23’yê Cotmeha 2021’an, serçeteyê DAIŞ’ê Sebahî El-Îbrahîm El-Muslih “Ebû Hemze El-Şihêl” tevî du çeteyên pê re li gundê Edwaniyê yê gundewarê Serê Kaniyê ya di binê dagîrkeriya dewleta Tirkan de, hatin kuştin.

Li Eyn Îsa jî di 23’yê Cotmeha 2020’an de serçeteyê herî xeternak yê DAIŞ’ê “Îsmaîl Îdo” li gundê Muilek tevî 22 çeteyan û leşkerekî Tirk di kemîneke QSD’ê de hatin kuştin.

Li gorî raporan, DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê tevgerên xwe didomîne û bi şaneyên xwe yên veşartî aramiya herêmê têk dibe û sûdê ji gefên dewleta Tirkan a dagirker digire. Herwiha li gorî raporên berê destnîşan kirine nêzî 4 hezar heta 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê wek şaneyên veşartî bi cih bûne, ji bilî bi hezaran çeteyên girtî û bi sedhezaran malbatên wan ên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê girtî ne.