Rojnameya Ronahî

‘Guhertina demografiya Efrînê sûcekî dijmirovî ye’

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê Mizgîn Hesen destnîşan kir ku guhertina demografiya herêmekê binpêkirina pîvan û zagonên navneteweyî ye û got, “Guhertina demografiya Efrînê sûcekî şere û pêwêste saziyên navneteweyî li hemberî wê bi erka xwe ya exlaqî rabin.”

 Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dewleta Trik a dagirker û çeteyên girêdayî wê tevhî sûcên dijmirovî li hemberî şêniyên wê yên resen pêk tîn in. Dagirkerî li pêş çavên tevahiya cîhanê qirkirina xwezayî, çandî  û mirovî dike. Bi armanca guhertina demografiya herêma Efrînê û tevahiya herêmên dagirkirî kamp û malên mitîngerî tên avakirin. Herî dawî jî Heyva Sor ya Qeterî bi alîkariya dagirkeriya Tirk 13 avahiyên niştecihbûnê li Bakurê Sûriyeyê avakirin.    Derbarê mijarê de hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê Mizgîn Hesen ji rojnameya me re axivî.

Mizgîn Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk yên domdar yên li dijî gelê Efrînê û wiha got: “Weke tê zanîn ji destpêka dagirkrina Efrînê, ji sala 2018`an ve heta roja îro gelek kiryarên dijmirovahiyê li ser xaka Efrînê hatine kirin, di nava van kiryaran de îşkence, kiryarên dijmirovî li dijî şêniyan pêk tê herwiha kuştina bê sûc û gelek cureyên ku dikevin bin banên kiryarên dijîmirovahiyê û sûcên şer ji hêla dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ve tên kirin.”

Mizgîn Hesen destîşan kir ku di encama dagirkerî û êrîşên hovane yên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve gelek şênî ji malên xwe bi darê zorê koçber bûn, dev ji mal û milkên xwe berdan, herwiha ev komên çete dest danîn ser erd, zevî û milkên teybet yên ku bi salan berhev kirbûn.

Mizgîn Hesen axaftina xwe wiha domand: “Milkyeta taybet yek ji bingehên pernesêbên mafên mirovan yê cîhanê ye ku di 1949’an de li ser hatiye sekinandin, milkyetên taybet tu kes nikare dest deyne ser, lê berovajî vê yekê em îro li ser xaka Efrînê dibînin ji hêla komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve ev yek pir zêde tê kirin. Dagirkerî her tiştî ji bo xwe rewa dike, bajarekî ku bi kurdetiya xwe hatiye naskirin weke Efrîn, guhertina demografîk tê de tê kirin li pêşiya raya giştî û cîhan bêdeng maye.”

Mizgîn Hesen wiha li axaftina xwe zêde kir û got, “Ji xwe gelek dezgeh û rêxistinên cîhanî û dervî cîhanî dixwestin biçin derbarê kiryarên li wir çêdibe lêkolîn û lêpirsînê bikin, lê belê nehiştin ku derbasî bajar bibin ji ber bi derbasbûna wan wê kiryarên qirêj derkevin holê, Hevya Sor ya Qeter û saziyên mîna Kiwêt bi hevkariya dewleta Tirk li ser erda Efrînê kampên mêtîngeriyê ava dikin ji bo kesên nû ku tu eleqeya wan bi Efrînê re tune ye tê de bi cih bikin.”

Mizgîn Hesen tekez kir ku kiryarên guhertina demografiya herêmekê li dijî pernesîbên mafên mirovan e û dibe sûceke şer di zagonên navneteweyî de.

Mizgîn Hesen wiha berdewam kir: “Li hemberî van kiryaran tu dezgeh û saziyên navneteweyî heta niha di derbarê vê mijarê de bertek nîşan nedane, ev jî ji bo parastina berjewendiyên Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê diyar dibe, pirsgirêkên parastina berjewendiyan hene, naxwazin bi destwerdana bi lez di vê mijarê de bikin. Tirkiyê dixwaze Efrîn ji bo komên çete bixe navend di heman demê de herêmê ji çanda kurdî ya ku bi hezarê salan berxwedan hatibû kirin jê qut bike.”

Mizgîn Hesen wiha got: “Eger em di warê qanûnî de li vê mijarê binêrin kiryarên ku tên kirin derxistina hemwelatiyan ji xaka wan, koçberkirina bi darê zorê û bicihkirina kesên din li şûna wan ji bo demografiya wê bighuerînin ev yek dikeve bin banê sûcên şer û jenosid, qanûna navneteweî bi awayekî tekez sererast dike.”

Mizgîn Hesen diyar kir ku çi dezgeh an saziyên mafên mirovan ku bizanibe ku li ser erdekî bi vî awayî guhertina demografîk pêk tê û dibe hevkarê vî sûcî, çi Heyva Sor ya Qeterî be an dezgehên berî niha yên Fîlestînê herwiha Kiwêt ew dibin berpirsyarê vê mijarê.

Mizgîn Hesen di dawî de got kiryarên bi vî rengî divê bighêjin saziyên huquqî yên girêdayî Netewên Yekbûyî û wiha domand: “Ev berpirsyariyek mezin e dikeve ser milê saziyên mafên mirovan, di destpêkê yê hundirîn piştre yê derve, di serî de divê hemû saziyên me yên kurdî ku bi mafên gelan bang dikin, ji bo rûmeta mirovan gerek li mijara Efrînê û guhertina demografîk ku li xaka wê pêk tê xwedî lê derkevin, saziyên ku van kiryaran li ser xaka Efrînê pêk tînin gerek li hember wan bertek bên nîşandan, neqebûlkirinek çêbibe di eynî demê de dengê xwe bighêjin saziyên huquqî yên navneteweyî yên girêdayî Netewên Yekbûyî û xebat derbarê sekinandina vê kiryarê bê kirin.”