Rojnameya Ronahî

Şêniyên Qamişlo: `Emê li dijî êrişên dagîrkeriyê li rex şervanên xwe çekê rakin`

Darîn silê/Qamişlo

Piştî ku Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand, şêniyên bajarê Qamişlo piştgiriya xwe nîşan dan û dan zanîn ku wê li dijî gef û êrişên dagîrkeriya dewleta tirkî, li kêleka şervanên xwe çekê rakin û li ber xwe bidin.

Ji ber gefên dewleta tirkî ya dagîrker yên li dijî herêmê, kiryarên wê yên hovane derheqê sivîlan de, xwesteke wê ya dagîrkirina xaka Sûriyê, herwiha ji bo ku gel xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşê amade bike, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê 6` Tîrmehê rewşa awarte li seranserî herêmê ragihand. Herwiha Rêveberiyê diyar kiribû ku ragihandina rewşa awarte bi wê armancê ye ku sazî, komîn û meclisên gund û bajaran, ji bo parastina xaka xwe tedbîran bigirin.

Têkildarî mijarê welatiyan û xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser yên bajarê Qamişlo ji me re axivîn û dan zanîn ku wê li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî amadekariyên xwe bikin û li dijî êrişên dagîrkeriyê bisekinin.

`Pêwîst e gelê me li gorî vê rewşê tev bigere`

Welatiya bi navê Salha Keleş da zanîn ku ji ber rojane êrişên dagîrkeriya tirkî li ser xaka me tên kirin Rêveberiya Xeweser ev rewşê ragihand û axaftina xwe wiha domand: “Divê gelên me yên bakur û rojhilatê Sûriyê li gorî vê rewşê tedbîran bistînin û hişyar bin. Çimkî ev rewş ne ji bo êrişeke nû ye, ji bo rizgarkirina bajarên dagîrkirî ye jî. Pêwît e gelê me xwe bi rêxistin bike û li gorî vê rewşê tev bigere. Da ku dema şerek çêbû gel bizane parastina xwe bike û berê xwe nede koçberiyê. Çiqas em têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin ewqas emê bi ser bikevin û rê li ber xewîn û xeyalên Tirkiyê bigirin.”

Salha got, çawa ku şoreşa rojavayê Kurdistanê bi navê jinên Kurd mezin û berfireh bû em jî soza parastina destkeftî û nirxên şoreşê didin. Heta ku em çar parçeyên Kurdistanê azad nebînin emê li qadan bin û doza mafê xwe bikin. Kes ji ber kesekî din parastinê nake. Eger yek bixwe parastinê neke wê ji wateya mirovatiyê dûr bikeve û bibe koleyê kesên din.

`Emê rê nedin Tirkiyê ku xaka me dagîr bike`

Salha Keleş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ti carî îradeya wan naşikînin. Herwiha got, berdêl çi dibe bila bibe emê rê nedin dagîrkeriya tirkî ku bostekê ji xaka me dagîr bike.

Dayîka şehîd Raman, Leyla Mûrad jî axivî û got, wek jin û dayîkên şehîdan emê parastina şopa zarokên xwe bikin û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Dewleta tirkî ya dagîrker siyaseta qirkirina gelan dide meşandin, divê em vê yekê nas bikin ku hebûna me û destkeftiyên şoreşa me dixe metirsiyê. Divê her welatî li gorî bingeheke şoreşgerî xwe bi rêxistin bike û parastina welatê xwe bike.”

`Bi çi awayî be emê parastinê bikin`

Leyla Mûrad bîr xist ku gefên dewleta tirkî ya dagîrker ne tiştekî nû ne û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Bi salan e hewl dide gelên herêmê qir bike û xaka Sûriyê dagîr bike. Em wek welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê, me bi hezaran şehîd dan û emê her li ser şopa wan bin, em gavekê jî paş ve navêjin û dev ji nirxên xwe bernadin. Bi çi awayî be emê parastinê bikin û piştgiriya hêzên leşgerî bikin.”

Leyla da xuyakirin ku ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, biryareke di cih de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ev biryar wê ji bo têkbirina êrişên dagîrkeriya tirkî yên li dijî herêmê, derbeke mezin be. Çimkî piştî ragihandina rewşa awarte gelê me bi tevayiya hêza xwe amadekariyan dike û piştgiriya xwe ya ji hêzên leşkerî re nîşan dide.”

Endamê Rêveberiya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo, Helîm Iko da zanîn ku gelên herêmê dev ji xaka xwe bernadin û bal kişand ser girîngiya hevgirtinê ji bo parastina destkeftiyên şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê. Divê em li dijî êrişan hevgirtina xwe pêş bixin. Ev cenga hebûn û nebûnê ye. Ji ber wê divê gelê me xwe li gorî rewşa awarte bi rêxistin bike.

`Wê serkeftin û paşroj ya vî gelî be`

Helîm Iko di dawiyê de wiha got: “Li dijî êrişên Tirkiyê yên muhtemel divê em erkê xwe yê nîştimanî û şoreşgerî yê parastina xak û destkeftiyên xwe pêk bînin. Xewn û xeyalên me bûn ku em azad bijîn, va em azad dijîn. Bila Tirkiye baş zanibe emê li hemberî wê li ber xwe bidin û wê serkeftin û paşroj ya vî gelî be.”