Rojnameya Ronahî

`Heya Rêber Apo azad nebe cîhan ewle nabe`

Dilîn Ehmed-Qamişlo
Emîra El-Izo diyar kir ku armanc ji Komploya Navdewletî û tecrîda giran ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, windakirin û paşguhkirina maf, nasname û çanda gelê Kurd gelên azadixwaz e.   
Ev demeke dirêje li seranserê cîhanê gelê azadîxwaz bi taybetî gelê Kurd, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên cûda li dar dixin. Gel nema doza rakirina tecrîdê dikin, êdî ji bo azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têtikoşin. Lewra Gelê bakur û rojhilatê Sûriyê gihiştine vê baweriyê ku, kilîta aloziya Rojhilata Navî, azadiya Rêber Abdullah Ocalan ne.
Dewleta tirk ya dagîrker ji bo tinekirina gelê Kurd hemû rêbazên şer dimeşîne, bi taybetî piştî Şoreşê êriş û gefên xwe li ser rojavayê Kurdistanê, zêde kir. Armanc jê têkbirina ewlehiya herêmê û şkandina vîne gelê wê  ye. Li hember êriş û siyaseta dewleta tirk, gel li ber xwe dide û soza xwe ya bi şehîdan re nû dikin.
`Dîroka tirkî qirkirin û dagîrkerî ye`
Li ser mijarê Rêvebera Meclisa Jin ya Kongreya Islama Demokratîk ya bajarê Qamişlo Emîra El-Ezo ku ji pekhateya ereb e, wiha axivî: “Komploya Navnetewî ya dijî Rêbertiyê, armanc jê ew bû ku, gelê Kurd tine bike. Herwiha dewleta tirk ya dagîrker bi van êriş û dagîrkeriya xwe ya bi hiceta şerê `terorîsta` dike, dixwaze bibe serdestê Rojhilata Navîn. Lewra siyaset û zuhniyeta dewleta tirk deshiladarî ye, ew dijî gelê ku doza dîmokrasiyê dike, ew dijî azadî û wekheviya gelan ne.”
Herwiha Emîra got, ji destpêka avakirina Imbiratoriya Osmanî dewleta tirk ya dagîrker, ji dîrokê ve û heta niha di riya dagîrkirin, komkojî, revandin, kuştin û şerê taybet de, dixwaze gelek welatan bixwe bin destê xwe.
‘Dewleta tirk dixwaze bi tecrita li ser Rêber Apo gelên azadixwaz tine bike’
Emîra got, dîroka dewleta tirk bi qirkirnê tê naskirin û axaftina xwe wiha domand: “Dîrok dibe şahidê siyaseta qirêj ya dewleta tirk. Ji bilî kuştin û qirkirina gelan, di rûpelên dîroka Tirkiyê de tiştek din nine. Niha jî dîrok xwe dûbare dike. Dewleta tirk  ya dagîrker bi tecrîda ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, dixwaze gelê Kurd û gelê li ser fikir û felsefeya rêbertiyê dixebite, wan tine bike. Em gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe, ji bo azadiya Rêber Apo wê çalakiyên xwe bidomînin û em vê tecrîdê qebûl nakin. Herwiha ji bo têkbirina van planên qirêj, ya herî girîng û pêwîst berxwedan û têkoşîn e.”
`Heta ku em azadiya Rêberê xwe bi destnexin emê têbikoşin`
Rêvebera Meclisa Jin ya Kongreya Islama Demokratîk Emîra El-Ezo, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yê ku gelê bindest azad bike, felsefeya Rêber Apo ye, lewra felsefeyeke demokratîk û azad de. Ramanên Rêber Apo yekîtiya gela ye. Bila cîhan tev vê yekê bizanibin, heta ku Rêbertiyê azad nebe, şer nayê rawestandin û aloziya Rojhilata Navî jî çareser nabe. Banga min ewe ku, gelê me li keda Rêbertiyê û xwîna şehîdan xwedî derkeve.”